Nameya Xwekuştiyek

Mîhrîban!

Çend roj berî niha min kurikek çavên wî ji çavên te li ber derê me dît, dilîst. Min jê pirsî bê ka navê wî çi ye, kurê kê ye? Gote ez “Mûsa me, kurê Xalis im,” Navê wî kotiyê mêrê te got, min nas nekir, navê min lê bû lê kurê yekî dî bû. Kurikê li ba wî ji min re go: Apê Mûsa, ev Mûsa ye kurê meta Mîhrîban e hatiye mala apê ‘Evdila.”

Ez heyyîrîm mat mayî mam te navê min li kurê xwe kiribû lê tu nebûbûyî jina min, tu bi wî re zewicî bûyî, dêmeg di hundirê te de jî hezkirina min hebûye. Dil muqabilê dil bûye lê te hezkirina xwe veşart, belkî tu newêribûyî ji ber ku hez kirin tiştek ‘eyb dihat dîtin li welatê me belkî jî ez newêrek im, min xwe di pişt mêraniya xwe de veşartibû loma min eşkere kiribû, min eşkera jî  kir lê min dewama wê neanî. Ez bûbûm tirsonekek, wêrekê hez kirin e.

Mîhrîban!
Tu dizanî ? Pîştî tu çûy min qet li hêla mala we jî nenêrt, min qet li rûyê dê û bavê te jî nedimêzand, dema min ew di rêyek de didît min rêya xwe diguhert, min rêyên ber mala we ji xwe re qedexe kiribû, lewra her tiştê bi te ve girêdayî tu dianît bîra min.  Pêdiviya min bi te hebû, ne bi bîran ji xwe xeyala te bûbû mêvanê asîmanê bîr û hişşê min. Di wan şevên bê dawî de tenê tu hebûy li ba min. Ez bûbûm êsîrê bîr û bîranînên bi te ve, mazuvanê xeyalên bi te, çîrokbêjê evîna mirî.

Piştî ji kurikê bi navê min û bi çavên te dûr ketim hiş di serê min de nema dîsa tenê tu bibûy mêvana xeyalên min. Nizanim çawa gihiştim mal, min ji dêya xwe pirsî;
– Yadê ew hatiye çima we ji min re negot?
– Kî hatiye kurê min?
Wê ev pirs kir lê zanibû behsa te dikim ji lewra reng di wechê min de nemabû ez bûbûm termek bê rih û jixwe zanibû ji xeynî te kes nikare vê bandorê li min bike.
– Mîhrîban yadê Mîhrîban!
Çavên dayîka min tijje hêsir  bûn bi dengek kelogirî,
– Kurê min min ê çawa ji te re bigota hatiye, min ê çawa mala xwe bi destê xwe xera bikira, min ê çawa dilê kurê xwe dîsa dubare dubare xencer bikira?
– Çima hûn roja ewil vê yekê nefikirîn, ma wê demê ne kurê we bûm?
Min ev gotin kir û çûm oda xwe ya pencera wê li mala bavê te dinêre, ji roja tu çûy bi vir de min ew pencere girtîbûn û venekiribû.

Wê rojê jî mîna niha tê bîra min, dîsa ez li ber pencerê rûniştîbûm û li hêla mala we ya bi çûyîna te wêran bûye dinêrt. Te bi xêl û fistanê bûkanî ji mal derxistin, te hêsir dibarand yên li dora te kilamên dawetan digotin, te serê xwe rakir û li hêla min mêze , min ji dûrî de rondikên te bi dilê xwe hîs kir, te dîsa xencerek li dilê min dabû, te ez daxîdar kiribûm. Dîsa li ber wê pencerê, pencera ji min re bûbû qefesek bê derî û bê pencere de dîsa bi dilê bibirîn min li hêla mala we nêrt.

Wê rojê hetta êvarê ez li ber pencerê rûniştî bûm.  Tu du caran tenê hatî ser otirmê du carên fer tenê dema cara ewil min te dît dilê min dîsa mîna yê xortaniya min, mîna dilê çûkê lê dida, ez kelecanî bûm ji hêcanê hêsiran êrişê çavên min ên qehweyî yên di xortaniya min de dibû sebebê hezkirina keçikan ji min re. Te hinek kîlo girtibû ji xeynî vê tiştek neguherîbû, tu dîsa tuya berê bûy Mîhrîbana min bûy.

Dema meriv dildar be hezyara me re tim û tim wek xwe ye, naguhere, tu jî neguherîbûy, dîsa dilê min bûbû hêlîna evîna te hişşê bûbû warê

Mîhrîban.
Dizanim dê ev nameya min negihêje te lê dîsa zanibe min tim û tim ji te hez kir, hêna jî ji te hez dikim û ji bo te ye xwe dikujim. Bi xatirê te delala ber dilê min.

 

Dilbirîn Dilo

 

Derbar ziman

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply