Dengê muzîkjenê Kurd Osman Xwafî li tevahiya Îranê belav bûye

Osman Xwafî muzîkjenekî Kurdê Xorasanê ye. Kêm kes li Rojhilatê Kurdistanê û temamiya navçeyên Îranê hene ku Xwafî nas nekin. Bêtirî 80 salî ye dutarê dijene. Wek akter jî beşdarî çend fîlm û rêzefîlmên dramayê bûye. Niha temenê Osman Xwafî 91 sal e. Bi dahata muzîka xwe çend dibistan ava kirine.

Dengê muzîka Osman Xwafî li tevahiya Îranê belav bûye. Tevî ku niha mezin jî bûye, lê yek ji muzîkjenên Kurd ên navdar û bitemen e li Herêma Xorasanê.

Osman Mihemed Perist e ku wek Osman Xwafî tê naskirin, sala 1928ê zayînî li bajarê Xwafî li Xorasanê ji dayik bû. Ji temenê 10 saliyê ve dest bi jenîna muzîkê kir û ji wê çaxê û heya niha dutarê dijene.

Niha Osman li ser nivînê ketiye û ji ber temenê xwe yê zêde nexweş ketiye, lê dutar û kasetên xwe danîne nêzîkî xwe, da ku dema tenêtiyê bi muzîka xwe tije bike.

Muzîkjen Osman Mihemed Perist dibêje: “Ewqas stranên min hene ku ez nizanim min kengî strana yekem gotiye. Ez muzîkvan im û min ji bo pereyan kar nekiriye. Min nêzîkî 600 dibistanî bi pereyên dutara xwe ava kirin. Xelk dihatin, guhdariya muzîka min dikirin û ji min hez dikirin. Pere ji bo guhdarîkirinê didan. Paşê daxwaz dikirin dibistan bi wan pereyan bê çêkirin. Ez evdê Xwedê me. Ez spasiya Xwedê dikim ku ev dest û pêçî dane min ku bikarim vê muzîkê bi wan bijenim. Ez ji ti kesî fêr nebûme û neçûme dibistanê. Tiştê ez fêr bûme ji hizr û ramanên min bû.”

Osman Xwafî yek ji damezrînerên rêxistineke xêrxwazî û rewşenbîrî ye, ku rêxistineke qazanc nexwaz bû li Îranê. Di çarçoveya rêxistina xwe de, 600 dibistan li cihên cuda cuda yên welatê xwe ji zarokên neteweya xwe re ava kirin.

Xwafî li welatên Rûsya, Keneda, Brîtanya, Japonya û çend welatên din ên cîhanê geriyaye. Bi dutara xwe muzîk di helkeftên hunerî û rewşenbîrî yên wan welatan de jeniyaye. Heya niha serdana Iraqê nekiriye, lê carekê serdana Kurdistanê kiriye.

Osman Mihemed Perist wiha behsa xwe dike: “Ez ji xelkê Kurdistanê hez dikim. Ez carekê hatime Kurdistanê. Ez niha nexweş im û piyên min jan dikin. Ez nikarim bigerim. Hemû şêniyên Xwafê, ku ez yek ji wan im, em ji xelkê Kurdistanê hez dikim.”

Osman hevalekî nêzîk ê Mihemed Reza Şeceryan bû û di gelek bone û civînan de bi hev re bûne. Osman dutar jeniyaye û Şeceryan jî stran gotiye.

Ji bilî muzîkê, beşdarî gelek fîlm û rêzefîlmên dramayê bûye. Yê herî diyar fîlmê Ferda ye ku li Îran û Japonyayê hat tomarkirin û akterên Japonî jî tê de dilîzin.

Elî Reza yek ji muzîkjenên Xorasanê ye. Ew vêga mêvanê Osman Xwafî ye. Ew Xwafî wek yek ji jenyarên amûra dutarê yên herî bihêz û bibandor dibîne.

Muzîkjen Elî Reza Hisênzade jî got: “Mamoste yek ji muzîkjenên dutarê yên herî bihêz û dest ter e. Gava dutarê dijene, mirov sersam dibe û dilê wî dilerize. Bi dahata xwe gelek dibistan li seranserê Îranê çêkirine.”

Xwafî bavê şeş kur û 3 keçan e. Elî Xwafî yek ji biraziyên Osman Xwafî ye û herwiha zavayê wî ye. Ew rojane li ba wî ye û alîkariya wî dike. Bi berdewamî hevkariya wan mêvanan dike ku serdana mamoste dikin.”

Biraziyê Osman Xwafî, Elî Xwafî dibêje: “Carekê konsereke wî li Tacîkistanê hebû. Pir bihêz dutara xwe dijenî. Jê pirsîn, çend têlên amûra te hene ku tu wisa bihêz lê didî? Dibînin, tenê 2 têlên wê hene, ev wan sersam dike.”

Temenê Osman Xwafî bêtirî 90 salî ye. Ji ber nexweşiyê nikare li ser piyên xwe bimeşe. Herwiha ji ber nexweşiya zheimerê tiştan ji bîr dike û xelkê bi hêsanî nas nake. Lê hergav bala wî li ser dutar û guhdariya muzîkê ye.

Rûdaw

Derbar ziman

Check Also

JIYAN Û MIROV

Di jiyana mirovahî de derman nîne ji xwastek û hêstên di dilê mirovan de, bi …

Leave a Reply