Romana Şêrzad Hesen a bi navê “Hesar û Kûçikên Bavê Min” êdî bi kurmancî ye

Romana bi navê Hesar û Kûçikên Bavê Min a romannivîsê ji başûrê Kurdistanê Şêrzad Hesen ji hêla Memê Mala Hine û Imad Shukur Mahmood ve li kurmancî hate wergerandin. Wergera kurmancî ya romana ku navê wê yê resen “Hesar û Segekanî Bawkim” e ji hêla Weşanên Darayê ve hate çapkirin. Berga pirtûkê ji hêla wênesazê Basim Elrassam ve, xwendina dawî ya çapa vê kitêbê jî ji hêla Çetoyê Zêdo ve hatiye kirin.

Berîya niha sê berhemên Şêrzad Hesen ên bi navê Xewna Pîrepindan, Jineke Xinanî û M ji hêla Weşanxaneya Avestayê ve bi kurmancî hatibûn çapkirin. Gerînendeyê Giştî yê Weşanên Darayê Bawer Berşev ragihand ku ew ê hemû berhemên Şêrzad Hesen wergerînin kurmancîyê û biweşînin.

Nivîsandina Hesar û Kûçikên Bavê Min di sala 1988an de dest pê kiriye û di sala 1996an de temam bûye. Ev roman di nav berhemên Şêrzad Hesen de cihekî giring digire û ji hêla gelek rexnegirên edebîyata kurdî ve wek yek ji romanên herî serkeftî yên edebîyata kurdî tê qebûlkirin.

Roman li ser jîyana pederşahî ya nav hesarekê ye: Bavekî bêrehm, jinên bêçare, zarokên belengaz û nixuriyê malê yê ku bi kuştina bavê xwe dixwaze dê û damarîyên xwe yên bextreş û xwîşk û birayên xwe yên reben xilas bike. Şêrzad Hesen bi çîrokeke kevn ango bi çîroka kuştina bav têgeha desthilatdarîyê daye ber pirsan. Gelo kuştina bav pirsgirêkan çareser dike? Gelo ji bilî kuştina bav çareyeke din tune ye?

Şêrzad Hesen kî ye?

Di sala 1951 an jî 1952yan de li Hewlêrê ji dayik bû. Dibistana seretayî li Rewandizê û dibistanên navendî û amadeyî li Hewlêrê xwend. Di sala 1975an de beşa ziman û edebîyata îngîlîzî ya Zanîngeha Bexdayê qedand. Di sala 1977an de li bajarê Silêmanîyê dest bi mamostetîya îngîlîzî kir û heta 1994an ev kar domand. Ji sala 1994an heta 1997an di bernameyeke perwerdehîyê de rêveberî kir. Ji sala 1997an heta 1998an beşdarîya çalakîya wêjeyî ya navneteweyî ya bi navê Mukkullayê kir ku ji hêla Pen Cluba fînî ve li Fînlandîyayê hate lidarxistin. Ji sala 1998an heta sala 2003an di ofîsa UNESCOyê ya li Silêmanîyê wek şêwirmendê perwerdehîyê xebitî. Ji sala 2003an heta 2013an wek endam di nav Desteya Çavdêrî ya perwerdehîyê de cih girt.

Şêrzad Hesen zewicî ye û sê zarokên wî hene. Di sala 1975an de helbest û çîroka xwe ya ewil belav kiriye. Ji bilî nivîskarîyê karê wergêrê kiriye. Heta niha bîst kitêb ji îngîlîzî wergerandine kurdî. Heta niha çar kitêbên kurteçîrok, heft roman, çar kitêbên ku ji nivîsên wî yên ku di rojname û kovaran de hatine weşandin, dîwaneke helbestan belav kirine.

Berhemên Şêrzad Hesen

Tenyayî, kurteçîrok

Gulî Reş, kurteçîrok

Gerekî Daholekan, kurteçîrok

Pîre Pepûlekanî Êwaran, kurteçîrok

Hesar û Segekanî Bawkim, roman

Pêdeştî Karmamze Kujrawekan, roman

Temî Ser Xerend, roman

Jinêkî Mingin, roman

Xewnî Calcalokekan, roman

Jinêkî Beser Minarewe, roman

Diwahemîn Şewî Dabezînî Îsa, roman

Bê Kitêb Helnakem, nivîs

Dujminî Gel û Mêgelîzm, nivîs

Kargekanî Tabût, nivîs

Derozekanî Serbestî, nivîs

Darşeqekanî Nîştiman û Diwahemîn Wirtewirtî Min, dîwana helbestan

 

Rostem Silêman-basnews

Derbar ziman

Check Also

Danasîna pirtûkekê: ‘Sêberî Qeleberd, Li ser Elmane û Taleswar’

Qelebard çiyayekî bilind e, nêzîkî gundê Elmaneyê, nêzîkî bajêrê Merîwanê ye. Meleke Xanim li vî …

Leave a Reply