RASTIYA PEYVA ”SPAS” Û YA ”BIHAR”Ê

Vê sibehê biraderê me Seyid Mihemed Hezexî ku li Swêdê mamostetiya Zimanê Kurdî dike, pirsek li ser rastiya peyva SPAS û ya BIHARê bo min hinartiye.
Îcar min jî xwest ku ez li gor zanîna xwe li vê rûpelê biweşînim, da ciwanên me sûd jê werbigirin.
Seyidê me weha nivîsiye:
”…Mamosteyên Artuklu û hin mamosteyên din gotin, ji ber ku tu standarteke Zimanê Kurdî ya fermî tune, em nikarin gotina ku em rast dibînin li ser şagirdên xwe ferz bikin. Û hin ji wan, navê cenabê te anîn ziman…”
Û Seyîd gotiye:
”…dixwazim di vî babetî de bes li ser van herdû gotinên li jêr nivîsandî, ji dîtina cenabê te sûd wergirin…”
Biraderê me van peyvan nivîsiye:
1:
”a) Supas
b) Sûpas
c) Sopas
d) Sipas
e) Spas”
Di kurdiya kurmancî de ji van pênc awayên nivîsandina peyvê, ya rast SPAS e.
Di kurmancî de peyvên ji babetê vê peyva yekkiteyî pir hene, weke STÊR, ŞKEFT, SMAQ, û hwd.
Rastiya peyvê e) SPAS e.
Lê eger meriv SIPAS jî binivîse, nayê gotin ku şaş e.
Ji ber ku di her zimanî de şaşiyên rewa hene.
Peyva din ku Seyid pirsiye ev in:
2:
”a) Bihar
b) Buhar
c) Behar
d) Bahar
e) Bohar:”
Rastiya vê di kurdiya kurmancî de a) BIHAR e.
Lê di hin klasîkên kurmancî de wek BEHAR jî hatiye bikaranîn.
Nivîsandina vî haweyê BEHARê, di nivîsandina bi tîpên erebî de, ne zelal e ka BIHAR e an BEHAR e.
Lê meriv li nivîsandina hin melayên Medreseya kurdî ku zimanê farisî rind zanin, rast tê ku wan wan vê peyvê wek forma farisî zêr û ziber kirine.
Dixwazim vê jî bibêjim ku nivîsandina wek BUHAR, BAHAR û BOHARê şaş e.
Du kurdiya kurmancî de gelek peyvên wek van, hene ku bi şaşî têne bikaranîn, mînak: BIHIŞT/Behişt, weke BIHUŞT bi lêv dikin û hwd.
Divê Kurdên kurmanc, xwe bi devoka Soranî êmin nekin, lewra hema nav kurdî ye, lê naverok vala ye.
Di bilêvkirina peyvên wisa de, çavkaniya herî rast, kal û pîrên me ne. Ewên ku zêde tîna tirkîtiyê li wan çênebûye rast bi kar tînin. Tev dibêjin BIHAR… Di stranên folklorî de jî her BIHAR hatiye bikaranîn.
Lê bila neyê jibîrkirin, hin kal û pîrên me hene ku ew jî, ji aliyê zarûkên xwe ve hatine heşifandin.
Mînak: Carekê min ji pîrekê navê gula darên (rêl) li qûntarên çiya pirsî.
Pîrê gote min: ”Em ji wan re dibêjin Orman!”
Hêvîdar im ku ciwanên me, xasma jî evên ku li çend zanîngehên li Bakûrê Kurdistanê beşên kurdî dixwînin, li ser peyvên wisa lêkolîn bikin û rastiya wan derxînin hêlê, binivîsin û têxin Ferhenga Kurdî.
Her şad û serkeftî bin…
Zeynelabidin Zinar
Gundê Çirçirkê 02/ 10/ 2020
(Ev nivîs ji rûpela facebokê ya Zeynelabidin Zinar hatiye wergirtin)

Derbar ziman

Check Also

Binyada zimanê Kurdî

Di vê dersê de armanca me ev e ku em zimanê Kurdî nas bikin. Yanî zimanê kurdî, ji aliyê binyadê ve dikeve nava kîjan komê û beşê de?

Leave a Reply