Destana Memê Alan: Seyra Tarîxî

Destana Memê Alan wekî ku me di beşên din de behs kir wisa xuya ye ku vedigere serdemên berîya îslamê û belkî jî berîya zayînê. Ji wan deman heta roja me ya îro hatiye. Lê di vê rêyê de, anku ji berî zayînê yan jî îslamê, heta roja me ya îro, çi guherîn tê de çêbûne, çi çênebûne ne dîyar e. Yan jî bêhtir rihê kîjan serdemê tê de heye em rasterast nizanin. Heke berîya zayînê ev destan derketibe holê, îro şopên wê heyamê çiqas tê de hene, ne zelal e. Yan jî piştî misilmanbûna kurdan, kîjan nirxên îslamî ketine navê û van nirxan çi guherîn di destanê de çêkirine, baş nayê zanîn. Nirxên îslamî yên ku ketine navê, di kîjan serdema piştî îslamê de ketine navê, ew jî rasterast nayê zanîn. Ji ber ku ev destan berhemeke zarekî ye îhtimal heye ku piştî îslamê jî derketibe holê. Herçiqas hebûna hêmanên mîtolojîk û antîk ên di destanê de vê îhtimalê qels bikin jî ev îhtimal jî heye. Ev îhtimal muamma ne û zehmet e ku mirov ji bo her yekê, bersiveke teqez bibîne. Lê tiştê zelal ew e ku mirov dikare bibêje di vê destanê de şopên berîya îslamê û berîya zayînê bi hev re hene, lê serûbinê avabûna vê destanê ne kifşkirî ye. Anku ji hêla demê ve mirov nikare vê destanê bi sînor bike. Lê di paşxaneya rêwîtîya vê destanê ya ber bi îro de seyreke tarîxî heye. Yaşar Eroğlu, li ser rêwîtîya vê destanê ya di nav dîrokê de dibêje ev destan di parzûna sedsalan re derbas bûye, ji her serdemê bêhn, reng, awaz û wesfek girtiye û di nav hêtûna sedsalan de kelijîye û pijîyaye.[1] Jixwe di kemilandina seyra tarîxî de mirov nikare rasterast behsa demeke diyarkirî bike. Lewre seyra tarîxî ya berhemên zarekî di demeke dirêj û bêserûbin de ava dibe. Berhemên bî vî rengî her berdewam in û di vê rêya xwe de carinan keresteyên di tûrikê xwe de diavêjin, carinan yên nû lê zêde dikin, carinan jî bi tiştên nûjen diguherînin. Memê Alan heke berîya îslamê derketibe holê jî piştî misilmanbûna kurdan, zihnîyeta îslamê tev li nava destanê bûye. Lewre wisa xuya ye ku piştî misilmanbûna kurdan guherîneke bingehîn di zihnîyeta kurdan de çêbûye û gelek nirxên wan li gor şaristanîya îslamî teşe girtiye. Ayhan Yıldız, di vî warî de dibêje çawa ku di serdema desthilatdarîya Bîzansîyan de bandora çand û şaristanîya îsewîtîyê li ser edebîyata gel hebû, bi desthilatdarîya erebên misilman re jî bandora nirxên çand û şaristanîya îslamê li ser gel çêbû.[2] Ji ber vê yekê em dikarin di paşxaneya vê berhemê de nirxên îslamî bibînin. Vedîtina van di gelek beşên vê destanê de mimkun e. Wek bawerîya misilmantîyê ya di destanê de gelek amaje xuya ne. Derbasbûna peyva Xwedê û navê pêxemberê dînê îslamê anku Hz. Muhammed, sondxwarinên îslamî, rabûn û gihîştina Mem a li ber melayekî, di hin varyantan de destmêjgirtin û nimejkirina Mem, diakirin hwd. ji van çend mînak in. Em dikarin bibêjin ku ev beş, wek sembolên îslamî ne ku mirov dikare ji van amajeyan, zihnîyeta berhemê derxe.

Zihnîyeta îslamî çawa ku li ser gel bandora xwe kiriye, li ser berhemên folklorîk jî kiriye lewre tema û mijarên berhemên folklorîk li gor zihnîyeta wî miletî ava dibin. Em dikarin bibêjin ku Memê Alan jî li gor tradîsyona xwe, di formata folklora kurdî de ava bûye. Lê bi me di varyanta Roger Lescot de hêmaneke derveyî tradîsyonê heye. Tê dîtin ku hêmanên nûjen ên sedsala dawîn ên ku rewşenbîrên kurd xwestine ku di nav civaka kurd de bi cih bikin tên xuyan. Yek ji van hêmanan bikaranîna peyva kurd û avakirina zihnîyeteke kurdperwer e. Di beşeke destanê de Mîr Ezîn dema ji bo çûna şerê eceman gazî leşkerên di bin emrê xwe de dike, wiha dibêje:

“Bila dengê min here hemî mêr û mêrxasên Kurdane

Heçiyên xîreta milet dikişîne, divê bizane li halê milet çawan e

Ecem serî rakiriye û têye ser welatê me, Cizîra Botane

Têye şerê me bi leşkerekî girane

Kurdan meterîs kolane

Lê Kurdan nikarin di pêşiyê bisekinin, leşkerê Ecem pir e, bi lekan e

Bi ser Kurdan da têye mîna pêlên behrane

Kurdan gazî li me xwestine. Ko em îro neherin, sibe wê bigihê ber derê me va şerê hane.”[3]

 

Di vê beşê de bi me balkêşîyek heye, lewre di berhemên folklorîk de vedîtina hişmendîyeke bi vî rengî zor xuya ye. Em dikarin bibêjin ku kurd, berîya sedsala dawî, di nava dîrokê de, dema çûne şer, gelek caran an ji bo nirxên îslamî ketine nava şer, an ji bo eşîra xwe, yan ji bo axa û begên xwe, yan jî ji bo feydeyeke xwe ya şexsî çûne. Lê dikare were gotin ji ber ku hişmendîyeke wan a kurdbûnê tune bûye, li ser navê kurdan şer nekirine. Ji ber vê yekê ev beş bi guman xuya ye.

Di beşeke din a destanê de tê gotin ku Beko fermaneke sixte amade dike û ji bo ku her kes pê bawer bibe mohra qolordîya kurdan li binê wê fermanê dixe.[4] Di beşeke din de jî tê gotin ku vê neqlê bi rastî jî ecem hatine (cara din hîle bû) û ketine sînorê kurdan. Peyva “qolordî”, ji “kolordu”ya tirkî tê û li gor wateya wê ya tirkî “qolordî” ji deh hezaran leşkeran pêk tê. Anku qolordî hêzek di ser mîr re ye ku amaje bi dewletbûnê dike. Dema “sînorê kurdan” tê gotin, em dikarin bibêjin ku sînor jî amaje bi dewletbûnê dike. Beşên bi vî rengî di destanê de gelek in. Yaşar Eroğlu, di gotareke xwe de ji bo beşên bi vî rengî wiha dibêje: “Hest û pejnek bi min re çêdibe ku, di destanê de peyva ‘kurd û kurdan’ bi qasî ku tê de cih girtiye nebe. Lê ew kesên ku li ser vê destanê xebitîbine, ên wekî Roger Lescot, Celadet Bedirxan û yên din, ji bo ku hest û ramanên neteweyî hişyar bikin li şûna peyvên ‘kurmanc û kurmancan’ hatibin bikaranîn. Erê rast e, peyva “kurd û kurdan” di destana resen de jî derbas dibe, lê belê pirbûna van peyvan û nebikaranîna peyva ‘kurmanc û kurmancan’ gumanekê dixe dilê mirovan. Ji ber ku kurmancî di nav gel de pirtir dihate bikaranîn, peyva kurd car carinan.”[5] Şîroveya Eroğlu bi me jî di cih de ye. Lewre dema Roger Lescot vê destanê berhev dike, alîkarê wî yê sereke Celadet Elî Bedirxan e. Heke em li kovara Hawarê û li nivîsên Celadet ên wê demê binêrin di wir de jî tê dîtin ku wî ji bo peyva “kurmanc” gelek caran gotiye “kurdmanc” ji bo “kurmancî” jî gotiye “kurdmancî”. Em dikarin bibêjin ku Celadet, yek ji danerên netewesazîya kurdî ye. Heke em vê rewşa wî bidin ber çavên xwe, ev îhtimala destwerdanê (midaxeleyê) xurttir dibe.

Wek encam, em dikarin ji bo seyra tarîxî ya vê destanê bibêjin ku ev seyra tarîxî herçiqas bi rayeka xwe bigihîje serdemên berê îslamê jî paşê nirxên îslamî têkelî berhemê bûne û vê berhemê li gor nirxên îslamî teşe girtiye. Herçiqas wek mînakên jorê, beşên ku amaje bi neteweperwerîyê dikin hebin jî bi giştî zihnîyeta serdest a destanê li gor bawerîya îslamî teşe girtiye. Destan li gor bawerîya gel a îslamî, di formata edebîyata gelêrî de belav bûye. Destwerdana Celadet, bi awayekî lokal sîrayetî berhemê kiriye, lewre fikrê kurdbûnê di sedsala dawî de jî di binhişê gel de bi tevahî bi cih nebûye. Ji ber vê yekê di nav zimanê dengbêjên vê destanê de îro jî bi qasî varyanta Lescot ev destwerdan xuya nake. Gelek varyantên ku me lêkolîna wan kir, ji vî fikrî bêrî ne û hinek ji van varyantan, ji ya Lescot îslamîtir in û hêla wan a kurdewarîyê ne xuya ye.

Ev nivîs ji Teza Volkan Korkmaz “BERAWIRDÎYEK LI SER DESTANA MEMÊ ALAN Û MEM ÛZÎNA EHMEDÊ XANÎ JI ALÎYÊ BINYAD Û HONAKÊ VE ” hatiye wergirtin

[1] Yaşar Eroğlu, “Çend Gotin li ser Destana Memê Alan”, Kovara Zend, Rêzepirtûk 3, Stenbol, zivistan 2006, r. 77.

[2] Ayhan Yıldız, Qewlê Hespê Reş (Metn û Lêkolîn), Enstîtuya Zimanên Zindî yên li Tirkîyeyê, Teza Masterê, Mêrdîn 2015, r. 77.

[3] Lescot, 2013,  r. 116.

[4] H.b., r. 122.

[5] Eroğlu, h.b., rr. 73-74.

Derbar ziman

Check Also

Saeta Wenda

ustin Wright û Edward Breath, du misyonerên ameríki, gava ku li Îranê digeriyan û çerx …

Leave a Reply