Ev nivîs dahûranekî li ser albûma Hozan Dîno ya dawî ye. Muzîk her çiqas ramîn û hesta hunermendê nişan dide jî piştî derbirîna hunermendê ev stran dibe ya guhdaran. Em dikarin bi rêya muzîkê helwest û reftarên hunermendan bizanin û wan nasbikin. Stran ramîn û hestên hunermendan nîşan dide ku ew çi dijî, çawa dinêrî û ji me guhdaran re …
Sermawêz, 2020
-
2 Sermawêz
Aydogdu: Gotinên Pêşiyan ji bo gelan û zimanê wan gelek bi qîmet in
Di qada pirtûkên kurdî de kêm pirtûk çend çapan dikin. Niha yek ji wan heye ku bi çapa xwe ya 3’yan li pêşberî me ye: Pirtûka “Gotinên Pêşiyan”. Pirtûk ji aliyê Abdurrahman Aydogdu ve hatiye berhevkirin û ji Weşanxaneya Na derketiye. Dema Gotinên Pêşiyan tê gotin qîmetek din a xebatê derdikeve holê ku Gotinê Pêşiyan parçeyeke girîng a ziman û …
-
1 Sermawêz
Komkujiya Geliyê Zîlan 1930
Di destpêka salên 1900an de, Îttîhat û Terakkî xwest aboriya welatê Osmanî bi tevahî bike malê dewletê. Bo wê jî dest danî ser hebûna Rûm û Ermeniyan, armanca wê ew bû ku împeratoriyetekê li ser bingeha Tirkbûnê ava bike. Ji ber vê jî dewletê derbarê Kurd, Ermenî û Ruman de siyasetên nû meşandin û biryar da Rûman sirgûn bike, Ermeniyan …
Cotmeh, 2020
-
30 Cotmeh
ZIMAN ÇI YE?
Ciwanên Hêja? Ev tiştê ku em jê re dibêjin ZIMAN, bûjena ragîhandinê ye ku ji bav û kalan bo mîratxuran wek mîrat maye. Ji ber hindê, kesê ku lê xwedîtî neke, ew ji koka xwe dûr dikeve û nabe mîratxurê bav û kalên xwe. Kesê ku nebe mîratxurê bav û kalên xwe, nayê zanîn ku ew ji kurê ye û …
-
28 Cotmeh
Wate û Pênaseya Mesnewîyê
Mesnewî, peyveke erebî ye. Di erebî de ev peyv tê wateya “dido dido”. Li gor lûxata Osmanî mesnewî wiha hatiye pênasekirin: “Menzûmeya ku weznên wê ji serî heta dawîyê eynî ne û her malikek di nav xwe de bi serwa ye.”[1] Wek têgiheke edebîyatê ew cureyê nezmê ye ku her malikeke wê di heman weznê de ye û ji alîyê …
-
26 Cotmeh
Ehmedê Xanî, Mem û Zîn û Berhemên Wî yên din
Ehmedê Xanî, nivîskarê berhema Mem û Zînê ye û em ê vê mesnewîya wî bi destana Memê Alan re berawird bikin. Berî ku em dest bi analîza mesnewîya Mem û Zînê bikin divê em li vir bi kurtasî li jîyana nivîskarê wê binêrin. Lewre wekî ku em ê di beşên pêş de behs bikin jîyan û fikrîyata Ehmedê Xanî sîrayetî …
-
25 Cotmeh
Ji Folklora Kurdî Çîroka BEROŞA QEDERÊ
Hebû tunebû, dibêjin li welatekî şêxekî pir menşûr hebûye. Hemu zanayên olî û ayînî, di binê fermana Şêx de bûne. Şêx çi fetwe dabûna, hemû şêx, mela, oldar û bêolên welêt jê re diketin kemerbestê û mîna wî dikirin. Dibêjin, beroşeke Şêx xwerû ji zêr hebû, navê wê Beroşa Qederê bû. Li wî welatî zarûkên kurînî ji kîjan jinê re …
-
22 Cotmeh
Dîwana Mela Sîraceddînê Xelîli “Gulcivîn”
Mela Sîraceddînê Xelîli, di sala 1930î de hatiye dinyayê û di sala 1983yan de çûye ber rehma Xwedê. Dema ku tê de jiyaye ji aliyê aborî, siyasî û edebî ve ji bo Kurdan û Kurdî dewreke pir dijwar bûye. Kurdî qedexe bû; gelek kesan newêrîbû binivîsin. Kesên dinivîsandin jî kitêb û nivîsên xwe vedişartin; jixwe îmkana çapkirinê jî tunebû. Ji …
-
21 Cotmeh
Peyv û termên kurdî di tirkî de
Bi rastî ji aliyekî ve ez pir bi kêf im ku zêdetir bala hemwelatiyên me ketiye ser Zimanê Kurdî û lê digerin. Lê belê ji aliyekî ve jî bo min diljanî ye ku ew dema peyveke ku nizanibin, yekser dibêjin ”ev peyv tirkî ye.” Lê belê ev hawe nava Kurdên Rojhilta, Başûr û Rojava de tune. Sedemê wê jî ev …
-
20 Cotmeh
Romana iraqî û çêja vegêrranê
Roman wek yek ji janrên giring ên edebiyatê, xwedî xislet û taybetmendiya xwe ye û dibe yek ji şêwazên vegêrranê yên herî giring be, çimkî vegotin û piştî wê jê vegotinzanî ew beşa giring a her romanekê ne ku dikare bi rêya wê teksteke baş ji teksteke din bê cudakirin. Eta Mihemed derbarê hunera vegotinê de dibêje: “Tişta ku mirov …