Hebû tunebû, dibêjin li bajarekî malbateke pir jar û belengaz hebûye ku zilam zarûkên xwe bi piştiyên êzingan xwedî dikir.
Mêrik her roj sibe zû diçû çiyê, bi dasê dar diçinîn û wek piştî dida pişta xwe, dibiri sûkê difirot û bi diravên ku werdigirt nan û pêxwarin dikirî, dibir malê zarûkên wî dixwarin.
Cîranekî wê malbata jar jî hebûye, gelek dewlemend û maldar bûye.
Her nîvro û her êvar, xwarina wê malbatê ku zêde dima, kebaniya malê dibir li serê poxanê dirijand. Jina malbata jar jî, diçû ew xwarin ji erdê berhev dikir û dibir dida zarûkên xwe.
Ciranê dewlemedn rojekê dibîne ku jina ciranê wî, xwarina ku jina wî rijandiye ser poxanê ji erdê berhev dike, jê pirsiye:
-Çima tu vê xwarinê berhev dikî?
Jinikê gotiye:
-Zarûkên min birçî ne, ez ê ji wan re bibim.
Mêrikê dewlemend çûye malê û bi jina xwe re xeyidiye ku çima ew zêde xwarin çêdibe, piştre jî zêde dimîne û dibe dirêje.
Rojekî dîsa Zilamê Jar diçe çiyê û li ber deviyekê disekine û daran dibirre, ha ku dibîne va ye kewekî ribat di nava deviyekê de asê bûye û nikare derkeve.
Zilamê Jar Kêw derdixe û serî jê dike. Dema vedigere bajêr, êzingên xwe difiroşe û diçe malê dibêje jina xwe:
-Vî kewî rind biqelîne û çend nanên sêlê jî çêbike, ez ê ji hakimê bajêr re bibim. Belkî hema hate rehmê, zêrekî da min, ez ê pê ji xwe re hêstirek, daseke qenc û werîsekî bikirim. Êdî ezê bi hêsanî bi firotina êzindan zarûkên me xwedî bikim.
Jinikê gotiye.
-Bila zarûkên me vî kewî bixwin. Ev e salek e çavên wan bi goşt neketiye!
Zilamê Jar gotiye jina xwe:
-Keçi hema hesêbke, min vî kewî negirtiye.
Jina Zilamê Jar bê dilê xwe kewê ribat pirtikandiye, şûştiye û qelandiye. Piştre nanê sêlê çêkiriye. Goştê kew xistiye nava nanên sêlê û di buxçikekê de pêçaye. Mêrê wê hildaye û çûye Diwana Hakimê Bajêr, gotiye:
-Ya Hakimê me! Min ev xwarina hanê diyarî ji bo cenabê te aniye.
Hakimî dema buxçik vekiriye, dîtiye ku kewekî qelandî digel çend nanên sêlê yên şikeva ne, gotiye zilamî:
-Madem te ev diyarî ji me re aniye, nexwe ka li me dabeş jî bike!
Hakim, jina Hêkim, keça wî, kurê wî bi rêzê rûniştine.
Zilamê Jar serê kew datîne ser nanekî û dibe datîne ber Hakimî.
Herdû perên Kew datîne ser nanekî û datîne ber keça Hakimî.
Herdu ranên kew datîne ser nanekî û datîne ber kurê Hakimî.
Qorik û sing jî datîne ber jina Hakimî.
Hakim, li para xwe dinêre û li ya jin û zarûkên xwe dinêre, şaş dibe. Bîstikekê şûnde gotiye:
-Camêr! Ka bêje. Te serê kew daniye ber min û goşt di serî de tune. Çima te wisa kir?
Zilamê Jar gotiye:
-Ya Hakim! Tu serê vî miletî yî, lewre ku min serî daniye ber te.
Haklim gotiye:
-Lê çima te perên kew danine ber keça min?
Zilamê Jar gotiye:
-Keça te, ne malê te ye. Wê sibe-du sibe, bifire û here!
Hakim serê xwe hejandiye û xwe bi xwe gotiye: ”Ev zilam bi tiştan dizane” û gotiye:
-Çima te herdu ran danîne ber kurê min?
Zilamê Jar gotiye:
-Ji ber ku ew dest û lingên te ye û wê li şûna te jî rûne.
Hakim dîsa serê xwe hejandiye û gotiye Zilamê Jar:
-Lê çima te sing û qirik danîne ber jina min? Para wê pir e?
Zilamê Jar gotiye:
-Ya Hakim! Jina te hîmî mala te ye, lewra min ew goşt danî berê.
Hakim xwe bi xwe disêwire û dibêje:
-Ev jar û belengazê hanî ku van tiştan dizane…
Piştre Hakim ferman daye serokê xizneya dewletê û gotiye:
-Sed zêrên eynzêr bidin vî Zilamê Jar…
Zilamê jar û belengaz, sed zêrên xwe hildane û çûye mala xwe. Jina wî gotiye:
-Belqiyo, ev çi pelik û melik in te anîne malê?
Zilam gotiye:
-Ew goştê kewê ku min ji Hakimî re biribû, ha ji te re, wî sed zêr diyarî dane min.
Jinikê hema qîr dan û dev bi girînê kir, pê re jî zêran bi destên xwe bilind kir û bera erdê dan. Lê bawer nedikir ku ew zêr im.
Zilamê Darvanî hema rabû çû sûkê, xwarin û pêxwarin ji zarûkên xwe re kirîn. Piştre zarûkên xwe hinartin dibistanê ku bixwînin. Avahiyeke bilinn ji zarûkên xwe re çêkir û dest bi jiyaneke têr û tije kir.
Deng bi bajêr ket ku zilamekî darvanî kewekî qelandî û çend nanê sêlê ji Hakimê Bajêr re birine, Hakim jî sed zêr dane wî.
Êdî çiqas jar û belengazên li nava bajêr hebûne, her yekê elokek, an dîkek an jî berxekê diqeland û digel nanê sêlê ji Hêkim re dibirin.
Lê Hakim zêr nedane kesî û bi daxiyaniyekê gotiye:
– Min Zêr dane zilamekî zana ku civata xwe dinasiya û pêşeroja xwe didît.
HÊVÎDAR IM KU HEMÎ KESÊN ME wek Zilamê Darvanî CIVATA XWE BINASE Û LI WÊ GORÎ JIYANA XWE BERDEWAM BIKE…
Zeynelbidin Zinar
03/ 10/ 2020
_______________________________________________________
Ev çîroka folklorî ji vîdeoyeke nenas hatiye wergirtin.
Mala yê gotin ava be, daxwaza lêborînê lê dikim.