Xutbe: Serê Sê Mehan-Mele Cewadê Girdarî

 إِنَّ عِدَّةَ الشُّهُورِ عِنْدَ اللَّهِ اثْنَا عَشَرَ شَهْرًا فِي كِتَابِ اللَّهِ يَوْمَ خَلَقَ السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضَ مِنْهَا أَرْبَعَةٌ حُرُمٌ . توبة

Bawermendên birûmet!

Mehên Receb, Şeban û Remezanê di nav milet de, bi navê ‘’sêmeh’’an tên naskirin. Xêr û bereketa van mehan gelek zêde ye. Li cem Xwedê ji van mehan re ciyek taybet heye. Pêxemberê me der barê wan de, wiha dibêje: “Receb meha Xwedê ye, Şeban meha min e û Remezan meha umeta min e. Dema diket meha Recebê, pêxemberê me: “Ya Rebî tu Receb û Şebanê ji me re bi bereket bikî û me jî bigihêjînî Remezanê” bi vî awayî dia dikir.

Misilmanên birûmet!

Di der barê xêra rojîgirtina meha Recebê de, di pêşîn, navîn û paşîn de, hinek hedîsên şerîf hatine ragihandin.

Seîdê kurê Cubeyr (r.x.l.) dibêje: Min wiha ji kurê Ebas bihîstiye: “Pêxemberê me carinan di meha Recebê de ewqas rojî digirt, me digot qey êdî nafitire û carinan jî ewqas difitirî, me digot qey êdî rojî nagire.”

Ji teybetmendiyek meha Recebê ye, ku roja pêncşema pêşîn a êvara Rexaibê ye. Têgeh (peyva)a rexaibê bi wateya xelata mezin e. Di vê şevê de, fedl û kerema Xwedê Teala bêdawî ye. Û 27ê Recebê şeva Miracê ya pîroz e.

Ji sêmehan, meha duyemîn Şeban e. Ew jî mehek pir bi xêr û bereket e. Misilman di vê mehê de bi eşq berê xwe didin Xwedê Teala û bi hêcaneke mezin, xwe ji Remezanê re amade dikin. Ebu Hureyre (r.x.l.) dibêje pêxember gotiye:” Şeban kefaretê gunehan e û Remezan gunehan paqij dike.” Hatiye ragihandin ji Enesê kurê Malik (r.x.l.) dibêje: Ji pêxember hat pirsîn, ya Resulê Xwedê qencê rojiyan piştî Remezanê kîjan e? Pêxember got: “Ew rojiya ku ji bo rêzgirtina Remezanê hatiye girtin, a Şebanê ye.” Gava ku jê hat pirsîn, qencê sedeqeyan kîjan e? Ewî got: sedeqeya Remezanê ye.

Ji taybetiyek meha Şebanê ye ku şeva 14an bi 15an ve girê dide, şeva Beraetê ya pîroz e. Diayê di vê şevê de bên kirin, li xweyiyê xwe nayê vegerandin. Pêxemberê me, bi vê hedîsa şerîf, me agahdar dike: “Pênc şev hene ku dia di wan de nayê vegerandin: Şeva pêşîn a Recebê, şeva 15ê Şebanê, şeva înê, şeva Eydê ya Remezan û Qurbanê.” Meha dawîn ji sêmehan, meha Remezanê ya pîroz e. Xwedê Teala di der barê wê de di sureyê Beqere di ayeta 185emîn de wiha ferman dike: “Meha Remezanê ya ku tê de Quran hatiye şandin ku ayetên wê ji bo mirovan rêber in û ji bo cudakirina heqiyê ji batilî delîlên eşkere ne.” Ev meha ku her şev û rojên wê pîroz in, şeva Qedrê jî di wê de ye. Bêguman ev şev qîmetê wê zêdetir dike.

Mele Cewadê Girdarî

Derbar candame

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply