Rojîname – 28

Ayeta Rojê

بِسْمِ اللَّهِ الرَّحْمَٰنِ الرَّحِيمِ
اِذَا زُلْزِلَتِ الْاَرْضُ زِلْزَالَهَاۙ
1.
وَاَخْرَجَتِ الْاَرْضُ اَثْقَالَهَاۙ
2.
وَقَالَ الْاِنْسَانُ مَا لَهَاۚ
3.
يَوْمَئِذٍ تُحَدِّثُ اَخْبَارَهَاۙ
4.
بِاَنَّ رَبَّكَ اَوْحٰى لَهَاۜ
5.
يَوْمَئِذٍ يَصْدُرُ النَّاسُ اَشْتَاتًاۙ لِيُرَوْا اَعْمَالَهُمْۜ
6.
فَمَنْ يَعْمَلْ مِثْقَالَ ذَرَّةٍ خَيْرًا يَرَهُۜ
7.
وَمَنْ يَعْمَلْ مِثْقَالَ ذَرَّةٍ شَرًّا يَرَهُ
8.

“Bi Navê Xwedayê Reḥman ê Reḥîm
1. Dema erd bi heja xwe ya taybetî biheje…
2. Dema erd çiqas tiştên di zikê xwe de derîne ser xwe…
3. Dema însan jî bibêje: Çi lê hatiye ku diheje!
4. Ha wê rojê, erd dê hemû xeberên xwe ragihîne û bibêje.
5. Ku Xwedayê te bi wehyê wisa ferman lê kiriye ku her tiştî ragihîne û bibêje.
6. Wê rojê, însan ref bi ref (ji goran) radibin da ku (encama) kirinên xwe bibînin.
7. Kî ku bi qasî giraniya zereyekê qencî kiribe dê wê bibîne.
8. Kî jî bi qasî giraniya zereyekê neqencî kiribe dê wê bibîne.”

(Zelzele, 1-8)

Hedîsa Rojê

“Kesê bi edalet li cem Xwedê li ser mînberên ji nûrê ne. Evanan ew kesin ku edaletê li malbata xwe û kesên di bin îdara wan de ye dikin.”

 (Muslîm, İmare, 1827)

Gotina Rojê

Î’lem eyyuhel ezîz!

Ev misafirxaneya dunyayê, ne mal û milkê însan e. Lêbelê însan, wek emele û pale, di karên cûrbicûr ên wê misafirxaneyê de û di xemilandina wê de, dixebite. Ger yekî biyanî, ji dervayê de dunyayê were û bala xwe bidê ku misafirxane, xarîqe û mucîzane ye û însan jî aciz û feqîr û muhtac in; dê bi qetî hukum bikira ku, ev însanana, xwediyê wê îqtidarê nînin ku xwedî û senetkarê evê bînayê bin; lê Senetkarê senetekî awha xarîqe jî, mucîznuma ye. Û ev însanan pale û emele ne ku ji meqsedên ewî sultanî re dixebitin. Dê tekrar bi tekrar hukum bikira ku ev palanan, di vê bînayê de, xêncî ewê ucreta ku distînin, xwediyê tu tiştekî nînin. Û her wuha, kesê ku bala xwe bide wan kulîlkên ku xwe didin hezkirin û dinazin û dibişirin, dê fêhm bike ku ewana ji aliyê Hekîmekî Kerîm ve, ji bo wezîfeya xizmeta mêvanên xwe, hin xelat û xweşikayî nin; da ku di navbera Senetkar û senet de, bibe wesîla hevnasîn û hevhezkirinê.

(Bedîûzzeman Seîdê Nursî)

Derbar Çand Name

Check Also

Rojîname – 26

Ayeta Rojê وَقَوْمَ نُوحٍ لَمَّا كَذَّبُوا الرُّسُلَ اَغْرَقْنَاهُمْ وَجَعَلْنَاهُمْ لِلنَّاسِ اٰيَةًۜ وَاَعْتَدْنَا لِلظَّالِم۪ينَ عَذَابًا اَل۪يمًاۚ …

Leave a Reply