Duşem , 10 Gulan 2021

Tag Archives: Pîroz

Sepana Meala Kurmanciya Kurdî ya Androîd û Iphone Derket

Li Batmanê bi sponsoriya xêrxwazek sepana meala Kurmanciya Kurdî bi tîpên latînû û Erebî hate amade kirin û li ser Androîd û Iphone derket. Meala Kurmancî bi nivîskî û bi deng hatiye amade kirin. Xwendevan raste rast kare bixwîne û bi  dengî jî guhdar bike. Di menuyek din de jî  bi Erebî jî karin guhdar bikin. Di pêşta wê Meala …

Read More »

Qur’an çi ye, Tarîfa wê Çawa ye?

Qur’an tercumeyeke ezelî ya vê kîtaba mezin ya kaînatê ye; îfadeya ebedî ya zimanên cihê ye ku nîşanên hebûna Xwedê dixwînin. Şîrovekera alema xeybê û alema şehadetê ye; keşifkera xezîneya erd û ezman ya manewî ye ku navên Xwedê yên veşartî tê de ne; mifteya heqîqetên zincîra rûdanên alemê ye, wan çareser dike. Li vê alema şehadetê zimanê alema xeybê …

Read More »

Di bareya “Cejna Hevdemanê” ya kurdî de xwendineke destpêkî

Pêşek Li hinek deverên kurdnişîn cejneke kevnare ya bi navê “Hevdeman”ê (Hevdemal / Heftemol / Haftamol) tê pîrozkirin ku bala kurdnas û rojhilatnasan kêşaye. Me jî di vê kurtelêkolînê de hewl daye ku bi xwendineke destpêkî zanyariyên li ser vê cejnê bigihêjînin hev, çavkaniyan berawird bikin û encamekê ragihînin ku rastiya mijarê zelaltir bibe. Ji bo hûnandina vê gotarê nivîsên Beratê …

Read More »

Xutbe: Serê Sê Mehan-Mele Cewadê Girdarî

  إِنَّ عِدَّةَ الشُّهُورِ عِنْدَ اللَّهِ اثْنَا عَشَرَ شَهْرًا فِي كِتَابِ اللَّهِ يَوْمَ خَلَقَ السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضَ مِنْهَا أَرْبَعَةٌ حُرُمٌ . توبة Bawermendên birûmet! Mehên Receb, Şeban û Remezanê di nav milet de, bi navê ‘’sêmeh’’an tên naskirin. Xêr û bereketa van mehan gelek zêde ye. Li cem Xwedê ji van mehan re ciyek taybet heye. Pêxemberê me der barê wan …

Read More »

Şeva Mîracê- Mele Cewadê Girdarî

XUTBE: سُبْحَانَ الَّذِي أَسْرَى بِعَبْدِهِ لَيْلًا مِنَ الْمَسْجِدِ الْحَرَامِ إِلَى الْمَسْجِدِ الْأَقْصَى الَّذِي بَارَكْنَا حَوْلَهُ لِنُرِيَهُ مِنْ آيَاتِنَا إِنَّهُ هُوَ السَّمِيعُ الْبَصِيير (1)  الاسراء Bawermendên birûmet! Şeva sêşem ya girêdayiyê bi çerşemî ve, şeva Miracê ye. Li we û alema îslamê pîroz dikim, hêvîdar im ku bibe wesîle ji bo xweşî û aramiyê. Ji beriya hicreta pêxemberê me bi salek …

Read More »

Jin Jiyan e, Lê Bindest û Perîşan e!

Di rastiyê de jin jiyan e, lê heta îro bi xwe jî ew bindest û perîşan e. Wek mesela ku dibêjin: BIHAR BI GULEKÊ NAYÊ: Eger ji 20-25 milyon jinên Kurd, sed û dused ji wan azad û serbest bin, nayê wateya ku jin jiyan e, dîsa jî jin bindest û perîşan e, ji ber ku bê êminatî ye, perîşan …

Read More »