Rojîname – 30

Ayeta Rojê

بِسْمِ اللَّهِ الرَّحْمَٰنِ الرَّحِيمِ
قُلْ هُوَ اللّٰهُ اَحَدٌۚ
1.
اَللّٰهُ الصَّمَدُۚ
2.
لَمْ يَلِدْ وَلَمْ يُولَدْۙ
3.
وَلَمْ يَكُنْ لَهُ كُفُوًا اَحَدٌ
4.

“Bi Navê Xwedayê Reḥman ê Reḥîm!
1. Bibêje: Xwedê her yek e, tek e.
2. Her Xwedê ye bergeha hewcedaran.
3. Kes jê çênebûye û ew jî ji kesî çênebûye.
4. Tu hemkûf û hevta jî jê re tun in.
Semed; hewcehiya Wî bi tiştekî tune ye û her tişt hewceyî Wî ye”

(Îxlas, 1-4)

Hedîsa Rojê

“Roja qiyametê heta evdek muxatabê van pirsan nebe ji cîyê xwe nalive. “Umrê xwe li ku derê û çawa derbas kir? Bi zanîna ku hînbuyî çikir? Malê xwe ji ku qezenc kir û çawa xerc kir? Laşê xwe li ku rizand?” ”

 (Tirmizî, Sıfatu’l-Qiyame, 1)

Gotina Rojê

Î’lem eyyuhel ezîz!

Di jiyana her jîndarekî de, armancên bêhejmar hene. Ji van xayeyan, yê ku aidê însan e, ji hezarî, tenê yek e. Xayeyên din, li gor malîkiyeta wî ya bêhed, aidê wî zatî ye ku heyatê îcad kiriye. Êdî ku wusan e, heqê mexlûqekî mezin, tune ku xwe ji ser mexlûqekî piçûk re bigre û xwe qure bike. Û li gor heqîqetê, abesiyet jî, tune. Lewra hemû faîdeyên heyatekî, tenê aîdê jîndarekî nînin ku abes û vala be. Belê ziyafetê giştî yê îlahî ku her sal li rûyê zemîn tê dayîn, îkramek e ji bo xatirê xîlafetiya beşer. Ne ku hemû ji bo îstifadeya wî nin. 

(Bedîûzzeman Seîdê Nursî)

Derbar Çand Name

Check Also

Rojîname – 26

Ayeta Rojê وَقَوْمَ نُوحٍ لَمَّا كَذَّبُوا الرُّسُلَ اَغْرَقْنَاهُمْ وَجَعَلْنَاهُمْ لِلنَّاسِ اٰيَةًۜ وَاَعْتَدْنَا لِلظَّالِم۪ينَ عَذَابًا اَل۪يمًاۚ …

Leave a Reply