Evîn û Ziman

Bê guman ziman jiyan e, ziman hebûn e. Em pir tişt ji bo zimên dibêjin, me gotiye û em dubare dikin. Ziman xîret e, rûmet e, namûs e. Ziman çekê herî bibandor e li dij dijmin. Ziman kesanî ye, ziman helwêstgirtin e, berxwedan û serîhildan e. Ziman sitûna herî saxlem yê neteweyî ye. ziman çand e, folklor e, dîrok e. ‘Zimanê me, di bêrîka me de mifta azadiyê ye.’ (C.B)
Xwedîliderketina zimên hestiyarî û berpirsiyarî ye, mecbûrî û hewceyî ye. Zimanê me êş û şayîya me ye. Derd û kula me ye lê çareseriya me ye jî. Zimanê me reng, deng û bêhna me ye. Zimanê me terza jiyana me ye. Zimanê me zindîtî û geşaya giyanê me ye. Ew şifa ye ji bo rûhê me yê jihevdeketî.
Em çi bêjin li bejin û qelafetê wî tê, sînor ji huner û karina wî re tune ye. Dilê me, mejiyê me û hêza me ya fikirînê bi wî, xwe dide der. Hemû têkiliyên me yên insanî bi wî çêdibin, geş dibin, sar dibin û xwe nû dikin.
Divê ku em tu carî ji bîr nekin ku ziman, evin, hezkirin û bengîtî ye jî. Hêjayî û hebûneke ewqas biqîmet ya mirov hebe îcar ew bengîtî û dildariyeke rasteqîn heq dike.
Heke xwdîliderketina zimên li ser esas û bingehê eviniyê bê sazkirin dê wê gavê heqîqet bi cî bibe û bingehekî saxlem kok bide. Ev têkiliya evîniyê di navber me û zimanê me de kok û rehê xwe ji dîroka zimanê me digire. Ev, qudreta vê evînê ye ku ewqas şair, dengbêj û çîrokbêjên me di dirêjaya dîrokê de bejin dane. Bi saya evîndariya evîndarên zimên e ku em bi serbilindî lê bi xemgînî gihane vê merheleyê.
Heta niha jî me nekariye dewlet ava bikin û ji ber wê jî zimanê me wek zimanên miletên din nekariye bikeve govendê, nekariye bi zimanên din re bikeve pêşbaziyê û nekariye bedewî û xemla xwe nîşanî hemû dinyayê bide, nekariye civatan bike heyrana xwe.
Îro hewceyî bi evîndariya me heye ku em bi hezkirin, bi dilvînî û bi nazikî li zimanê xwe binêrin, li zimanê xwe miqate bibin. Qapasiteya dilê me zehf fireh e, em cihekî baş jê re veqetînin. Em ji bo wî di dilê xwe yê paqij lê bikeser de ciyekî kûr û fireh jê re cuda bikin. Em wî bi dilê xwe bi kar binin, bi evînî pê biaxivin, bi dilxwestin lê guhdarî bikin, bi coş û bi evîndarî bixwînin nivîsên bi zimanê xwe û em bi hesret û bi sewda binivîsin bi zimanê xwe yê şirîn.
Qet têde tu şik tune ye ku evîndariyeke jidil dest pê kir êdî ew evîndarî çiqas biçe dê xurt bibe, geş bibe û dê pêl bide. Loma hemû bersîvên evîndariyê û xezîneyên bêdawî di zimanê me de hene. Jixwe gava ku mirov dilê xwe jê re vekir ew bi hêsanî tê û dikevê û ciyê xwe xweş dike.
Û gava ku ciyê xwe jî xweş kir êdî ew dest pê dike jiyanê bitamtir û watedartir, kesaniyê xurtir û zeximtir, mejiyê zelaltir û bihêztir, rûhê mirovî jî gerimtir û aramtir dike.
Evîndariya zimanê neteweyî ber bi azadiyê ve rêwîtî ye.
Evîndariya zimên aramiya giyanê ye di wê rêwîtiyê de.
Evîndariya zimên kamiliya kesaniyê ye di wê meşê de.
Zimanê me jî li benda evîndaran e.
Seyda Şemsettin Işıklı

Derbar Çand Name

Check Also

Perwerdeya Bi Zimanê Dayîkê Tabiî ye û Fitrî ye

Her tişt ji ser koka xwe şîn dibe. Çaxa ku darek an jî çalîyek di …

Leave a Reply