Ji Edebiyata Klasîk a Kurdan Hinek Nîşe

  1. PÊNASEYA EDEBIYATA KURDÎ YA KLASÎK

 “Ji edebiyata Kurdî ya nivîskî ya ku di ser dema Îslamî de di bin bandora dînê Îslamê, unsurên Erebî û Farisî û çanda Îranê de li gorî hinek rêzikan hatiye meydanê re “Edebiyata Kurdî ya Klasîk” tê gotin.

 

  1. EDEBIYATA NÛJEN

Ji edebiyata nivîskî ya ku di serdema modernîzmê de di bin bandora edebiyata Ewropî de hatiye meydanê re “Edebiyata Nûjen” tê gotin.

 

  1. 2. ÇAVKANIYÊN HIZRÎ YÊN EDEBIYATA KURDÎ YA KLASÎK

Çavkaniyên hizrî yên edebiyata Kurdî ya klasîk, di çarçoveya pênaseya edebiyata Kurdî ya klasîk û agahiyên ku li jorê derbas bûne de, di bin banê çar sernavan de dikare bê komkirin: Un surên Îslamî, unsurên Erebî, unsurên Farisî û unsurên Çanda Îranê/Asyayê.

 

 ÇAVKANIYÊN TARİXA EDEBIYATA KURDÎ

Dema em pênaseyên ji bo têgeha “tarîxa edebiyatê” hatine kirin vedikolin, encameke bi vî rengî derdikeve holê: Ji wê zanis ta ku bi awayekî kronolojîk ji destpêkê heta îro bi perspektîfên curbicur behsa dîroka metnên edebî, kesayet, qonax û ekolên edebî dike re “tarîxa edebiyatê” tê gotin. Eger mijara me tarîxa edebiyata Kurdî be wê demê em metnan dikin metnên Kurdî û kesayetan dikin kesayetên Kurd yan jî yên Kurdînûs û hwd.

çavkaniyên edebiyata Kurdî li ser du cureyan dikare bê dabeşkirin:

Çavkaniyên hizrî   û   çavkaniyên nivîskî.

  1. Çavkaniyên Hizrî

Ew çavkaniyên ku ji aliyê îlmî, hizrî û hunerî ve taybetî û unsurên edebiyata kurdî ya klasîk tînin meydanê, çavkaniyên hizrî ne. Ev cureya çavkaniyan di sazkirina metnê edebî de, di gel şiyana nivîskar, dibin faktorên herî girîng. Bi gotineke dî nivîskar, di amadekirina metnê xwe yê edebî de ji van çavkani yan sûd werdigire. Wekî termînolijiya edebiyata klasîk a ku ji Ereban û Farisan hatiye wergirtin, çanda Îslamî û çanda Îrana kevin ku di beşa pênaseya edebiyata Kurdî ya klasîk de li ser van çavkaniyan hatibû rawestan.

  1. DI SERDEMA KLASIK DE ÇAVKANIYÊN EDEBIYATA KURDÎ

 

  1. RISALEYA “ŞA’IR Û MUSENNEFÊN DI KURDISTANÊ”

YA MELA MEHMÛDÉ BAZİDİ

Ev rîsale ji aliyê Mela Mehmûdê Bazîdî ve bi piştgiriya Alex sandre Jaba di nîveka sedsala XIXem de hatiye nivîsandin

Di vê rîsaleyê de derbareyê heşt helbestvanên Kurd de agahî hene.

Eliyê Herîrî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Melayê Bateyî, Ehmedê Xanî, Mela Îsmaîlê Bazîdî, Şe refxan û Muradxanê Bazîdî.

 

  1. MECMU’EYÊN HELBESTAN

Ji ber ku mecmû’eyên helbestan nav û helbestên gelek hel bestvanan di xwe de dicivînin, em wan jî ji tarîxa edebiyata Kur di ya klasîk re wekî çavkanî dihesîbînin.

 

  1. Keşkûlî Şiîrênî Kurdî “Kurdiya Goranî”

Ev mecmû’e ji helbestên Kurdiya Goranî pêk tê. Helbestên tê de ji aliyê Şêx Abdelmomenî Merdoxî (1739-1797) ve hati ne komkirin.

  1. Dîwana Kurmancî

Ebdilreqîb Yûsif di sala 1961ê de li pitûkxaneya Mûsilê de dîtîye. Ev Dîwan 1767an de hatîye nivîsîn.

  1. Keşkûla Kurmancî

Celîlê Celîl amade kirîye. Helbestên bijarte yên serdema (X-XX)

 

  1. LI GORI KRONOLOJIYE QONAXÉN

ÇAVKANIYÊN TARIXA EDEBIYATA KURDÍ

  1. Qonaxa Destpêkê (Qonaxa Dawiya Osmaniyan).
  2. Qonaxa Kurdistana Başûr.
  3. Qonaxa Şamê.
  4. Qonaxa Rûsyayê.
  5. Qonaxa Diyasporayê.
  6. Qonaxa Kurdistana Bakur.
  7. Qonaxa Kurdistana Rojhilat.

 

  1. QONAXA DESTPÊKÊ (QONAXA DAWIYA OSMANIYAN)

Berhema yekem  “Encumenî Edîbanî Kurdî” ye  ku ev berhem ji aliyê Emîn Feyzî ve di sala 1920/21ê de di vê qonaxê de li Stenbolê hatiye nivîsandin.

Emîn Feyzi di vê berhema xwe de cih daye helbestên 16 hel bestvanên Soran ku ew jî ev in: Salim, Nalî, Şêx Riza, Kurdî, Hicrî, Ahî, Xeste, Herîs, Herîq, Arif, Mihemed Axa, Me

 

  1. QONAXA KURDISTANA BAŞÛR
  2. Ebdulkerîm Xakezî, Berhevok, Bexda, 1932.
  3. Pîremêrd, Guldesteyi Şu’erayî Haw’esrim (Gulçîna Gulîstanê), 1939.
  4. Elaeddîn Seccadî, Mêjûy Edebî Kurdî, (2 berg) Çapxane-i Ma’arif, 1952.
  5. Refiq Hilmî, Edebî Kurdî / Şi’r û Edebiyatê Kurdî 1956.
  6. Me’rûf Xeznedar, Exanî Kurdistan, 1960.
  7. Kerîm Şereza, Koye û Şairên wê, 1961. 7. Sadiq Behaedîn Amêdî, Şa’irên Navça Amêdiyê 197
  8. Sadiq Bahaeddîn Amêdî, Şa’irên Navça Amèdiyê
  9. Ebdureqîb Yûsif, Diwana Kurmancî, Necef, 1971. 9. Me’rûf Xeznedar, Kurtnivîsandina Tarixa Edebiyata
  10. Kurdî ya Nûjen, Moskova 1967.
  11. Me’rûf Xeznedar, Le Babet Mêjûy Edebî Kurdiyewe, Bexda, 1984.
  12. Sadiq Bahaeddîn Amêdi, Hozanvanêt Kurd, Bexdad 1980.
  13. Kurdistan Mukriyanî, Honrawey Afretî Kurd Lêkolî newe, Erbîl 1980.
  14. Izzeddîn Mustefa Resûl, eş-Şi’ru’l-Kurdî Heyat we Nitac Şu’eraihî, Bexda 1980.

Piştî salên 1980yî jî li Kurdistana Başûr ev berhemên jêrîn hatine dayîn:

  1. Hemdî Ebdulmecîd Selefi, Tehsîn Îbrahîm Doski, Mu’cemu’ş-Şu’erai’l-Kurd, Spîrêz Dihok 2008.
  2. Tehsîn Îbrahîm Doskî, el-Medxel li Diraseti’l-Edebi’l-Kurdi, Cem’iyetu Ulemaî Kurdistan, 1993.
  3. Me’rûf Xeznedar, Mêjûy Edebî Kurdî, Hewlêr 2001.
  4. Reşîd Findî, Min Yenabîi eş-Şi’ru’l-Klasîkî el-Kurdî, Erbil 2004.
  5. Izzeddîn Mustefa Resûl, Mêjûy Edebî Kurdî, Silêmaniye 2012.

 

  1. QONAXA ŞAMÊ

meqaleya Celadet Elî Bedirxan a ku di Hawarê de weşandiye. bi mexlesa Herekol Azizan di bin sernavê “Klasîkên Me an Şahir û Edibên Me ên Kevin” de weşandiye.

 

  1. QONAXA RÛSYAYÊ

cara pêşî li Rûsyayê li bajarê Lenîngradê ji aliyê Qenatê Kurdo ve Ev berhema Kurdo ya li ser tarîxa edebiyata Kurdi bi navê “Tarîxa Edebyeta Kurdî” hatiye nivîsandin û cara pêşî li Sto kolmê di sala 1983an de di nav du bergan de hatiye çapkirin

xebata Maruf Xeznedar, doktoraya xwe li Rûsyayê nivîsiye.

 

  1. QONAXA DIYASPORAYÊ
  2. Qenatê Kurdo, “Tarîxa Edebiyata Kurdî”, Roja Nû, Sto kolm 1983. Herçiqas Kurdo, ev berhema xwe cara pêşî li di yasporayê çap kiribe jî, ev berhme di binemaya xwe de aîdê

qonaxa Rûsyayê ye.

  1. Keşkûlî Şiîrêni Kurdî “Kurdiya Goranî”, Girdekoy: Şêx Abdelmomenî Merdoxí. 1998.
  2. Zeynelabidin Zinar, Nimûne ji Gencîneya Çanda Qedexe kirî, Yekîtiya Nivîskarên Kurd, Stockholm 1991.
  3. Celîlê Celil, Keşküla Kurmancî sedsal X-XX, Wien 2004.

 

  1. QONAXA KURDISTANA BAKUR
  2. Balí. Antolojiya Helbestvanên Kurd, Pelê Sor Yayıncı lik,Stenbol 1992.
  3. Mehmed Uzun, Antolojiya Edebiyata Kurdî, Aram, Sten bol 1995.
  4. Feqî Huseyn Sağnıç, Dîroka Wêjeya Kurdî, Stenbol 2002.
  5. Selim Temo, Kürt Şiiri Antolojisi, Agora İst. 2007.
  6. Evîn Şikakî, Fixana Pênûsên Nazik, Antolojiya Helbesta Kurdi, Ronahî, 2012 Amed.

 

  1. QONAXA KURDISTANA ROJHILAT

Li Kurdistana Rojhilat tenê berhemek hatiye nivîsandin. Ew jî berhema Sediq Sefizade Borekeyi ya bi navê “Mêjûy Wêjeyî Kurdî” ye. Ev berhem di sala 1997an de hatiye çapkirin.

 

  1. LI GORÎ CUREYAN ÇAVKANIYÊN TARİXA EDEBIYATA KURDÎ

Du cure çavkaniyên tarîxa edebiyata Kurdî hene:

Çavkaniyên sereke  û  çavkaniyên talî. Mebest ji çavkaniyên sereke

ew berhem in ku rasterast derbareyê tarîxa edebiyata Kurdi de hatine nivîsandin, yan jî ew mecmû’e û antolojî ne ku hel bestên helbestvanên Kurdan di wan de hatine komkirin. Mebest ji çavkaniyên talî jî ew berhem in ku di wan de digel edib û helbestvanan, biyografiyên zana û navdarên Kurdan tevan cih digrin. Bi gotineke dî berhemên sereke yên tarîxa edebi yata Kurdî tenê behsa wêjevan û helbestvanên Kurdan dikin, lê berhemên talî, digel wêjevan û helbestvanan herweha cih didin hemû zana û navdarên Kurdan.

 

  1. Çavkaniyên serekê

Din av çavkaniyên sereke de Mecmû’e, Keşkul, antolojî hwd. cih digrin

 

  1. BERHEMÊN TARÎXA EDEBÎYATÊ

Di nav çavkanîyan de cureya herî girîng e. Berhem li gor vê rêzê derketine.

1.1. Bi Kurdiya Soranî û Herfên Erebi

1.1.1. Elaeddîn Seccadî, Mêjûy Edebî Kurdi

Berhema Seccadî, yekemîn berhem e ku derbarê tarîxa edebiyata Kurdî de hatiye nivîsandin. Berhem bi Kurdiya Soranî hatiye nivîsandin. Berhem cara pêşî ji aliyê ni vîskarî ve di sala 1952yan de li Bexdayê li “Çapxanei Me’arif ê hatiye çapkirin

1.1.2 Me’rûf Xeznedar, Le Babet Mêjûy Edebî Kurdiyewe

Ev berhema Me’rûf Xeznedar bi navé “Le Babet Mêjûy Ede bi Kurdiyewe” bi Kurdiya Soranî ye û rasterast derheqê tarixa edebiyata Kurdî de ye. Berhem di sala 1984an de li Bexdayê hatiye çapkirin.

1.1.3. Sedîq Sefîzade Borekeyî, Mêjûy Wêjeyî Kurdi Berhema Sediq Sefizade Borekeyî ya bi navê “Mêjûy Wêjeyî Kurdi”, bi Kurdiya Soranî hatiye nivîsandin û di sala 1997an de li Kurdistana hatiye çapkirin.

 “Mêjûy Wêjeyî Kurdi”, ji navdartirîn berhemên tarixa ede biyata Kurdî tê hesibandin. Berhem ji aliyê qewareyê ve ber hemeke berfireh e û tê de bi qasî 500 helbestvanî cih girtine.

Taybetiyeke vê berhemê ew e ku nivîskar bergê yekem ê ber hemê ji bo helbestvanên pêgirtiyên baweriya Ehlê Heqê terxan ki riye û di vî warî de ji yên pişt xwe re bûye çavkaniya sereke. li Kurdistana Başûr Me’rûf Xeznedar û li Kurdistana Bakur Feqi Huseyn Sağnıç di warê edebiyata Ehlê Heqê de xwe spartine vê berhemê.

 

1.1.4. Me’rûf Xeznedar, Mêjûy Edebî Kurdî

“Mêjûy Edebî Kurdî” a Me’rûf Xeznedar ji aliyê weşanxaneya Arasê ve li Hewlêrê di sala 2001ê de hatiye çapkirin. Çapa herî dawî di sala 2010an de ji aliyê heman weşanxaneyê disa li Hewlêrê hatiye kirin. “Mêjûy Edebî Kurdî” di warê tarîxa edebiyata Kurdî de berhema herî dawî û herî berfireh a Me’rûf Xeznedar e û naveroka her sê berhemên nivîskar; “Exan Kurdistan” (1960), “oçerkî Îstorî Sovremennoy Kûrdskoy Lîtêratûrî” (1967) û “Le Babet Mêjûy Edebî Kurdiyewe” (1984) ên di vî warî de dikare di vê berhemê de bê dîtin.

Di vê çapê de berhem 7 berg e. Bergê yekem ê berhemê ji bo dîrok û çavkaniyên edebiyata Kurdî û helbestvanên Lor û Goran ên pêgirtiyê Ehlê Heqê hatiye terxankirin. Bergê duyem i bo helbestvanên Kurmanc hatiye terxankirin (Eliyê Herîrî, Feqiyê Teyran, Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî). Di bergên peyrew de zêdetir li ser edebiyata Kurdiya Soranî, carinan jî li ser

Edebiyata  Kurdiya Kurmancî hatiye rawestan.

Mirov dikare çend taybetiyên “Mêjûy Edebî Kurdî” weha rêz bike:

  1. “Mêjûy Edebî Kurdî” di nav berhemên ku heta niha ha tine nivîsandin de, girîngtirîn û berfirehtirîn berhema di warê tarîxa edebiyata kurdî de ye.
  2. Berhem ji aliyê akademîsyenekî ve bi mejiyekî akademîk hatiye amadekirin û bi awayekî sîstematîk û akademîk behsa tarîxa edebiyata Kurdî û nûnerên wê hatiye kirin.
  3. Di berhemê de nûnerên edebiyata klasîk û edebiyata nû bi hev re cih digirin.
  4. Di çarçoveya deqên edebî de bi awayekî berfireh li ser hizrên helbestvanan hatiye rawestan.
  5. Di berhemê de hem edebiyatên Kurdiya Lorî, Kurdiya Goranî, Kurdiya Kurmancî û Kurdiya Soranî hemû bi hev re cih digirin. Di berhemên Sediq Sefîzade Borekeyî û Feqî Hu seyn de jî behsa van gişan hatibe kirin jî, ev bi qasî “Mêjûy Ede bi Kurdi” ne berfireh in.
  6. Di berhemê de herî zêde ji bo edebiyata Soranî cih hatiye veqetandin.
  7. Di nav berhemên bi Kurdiya Soranî de, herî zêde di vê berhemê de behsa helbestvanên Kurmanc hatiye kirin. Bergê duyem bi tevahî ji bo edebiyata Kurmancî hatiye terxankirin. Herweha di bergên dî de jî behsa edebiyata Kurdiya Kurmancî hatiye kirin. Lê kesên ku behsa wan hatiye kirin ji yên ku Qenatê Kurdo behsa wan kiriye ne zêdetir in. Bi gotineke di dic çarçove ya rîsleya Mela Mehmûdê Bazîdî de behsa wan hatiye kirin.

 

1.1.5. Izedîn Mistefa Resûl, Mêjûy Edebî Kurdi

Berhema herî dawî ya ku bi Kurdiya Soranî û bi alfabeya Erebî hatiye nivîsandin.

 

1.2. Bi Kurdiya Kurmancî û Herfên Erebî

1.2.1. Sadiq Behaedîn Amêdi, Hozanvanêt Kurd

Sadiq Behaedîn Amêdî (1918-1982), yekem kes e ku der bareyê tarixa edebiyata Kurdî de bi Kurdiya Kurmancî berhe mek daye. Ev berhema wî ya bi navê “Hozanvanêt Kurd” di sala 1980î de li Bexdayê bi herfên Erebî ve hatiye çapkirin.

  • 19 helbestvanên kurmanc cih digre
  • Li ser helbestvanên navdar bi kûrahî sekinîye jîyan, behrem hwd.

 

1.3. Bi Kurdiya kurmancî û Herfên Latînî

1.3.1. Qenatê Kurdo, Tarîxa Edebyeta Kurdî

  1. Ev behrem duyemîn tarîxa edebîyata Kurdî ye.
  2. “Tarîxa Edebyeta Kurdî” yekemîn berhema tarîxa edebi yata Kurdî ye ku bi Kurdiya Kurmancî û bi herfên latînî hatiye nivîsandin. Ji sala 1983ê ve di vî warî de di nav Kurdên Kurmanc de rêçikeke mezin vekiriye û ji bo lêkolîneran bûye çavkaniyeke girîng.
  3. 3. Di Kurdiya Kurmancî de yekemîn berhema akademîk e. Ji ber ku Qenatê Kurdo akademisyen e, dema derheqê helbest vanan de agahî dane, xwe spartiye jêderên berî xwe û di çarçoveya çavkaniyan de axifiye. Berhem ji vî aliyî ve ji bo pisporan bûye nimûneyeke baş.
  4. Her çar nivîsên di serê berhemê de yên derheqê tarîxa edebiyata Kurdî de gelekî girîng in û ev jî aliyê berhemê yê akademîk nîşan didin. Bi saya van nivîsan berhem ji berhemeke biyografik a ji rêzê vediqete û nirxê wê zêde dibe.
  5. Digel ku Kurdo Kurmanc e û li cihekî dûrî Kurdistana Başûr jiyaye, hem di nivîsên destpêkê de, hem jî di beşa helbestvanên Soran de bi awayekî serkeftî mijar pêşkêş kiriye.

 

  • BI RÛSÎ

Me’rûf Xeznedar, – Oçerko Îstorî Sovremennoy Kûrdskoy Lîteratûre

1.5. BI EREBÎ

 1.5.1. Me’rûf Xeznedar, Exanî Kurdistan

Xeznedar ev berhema ku wateya wê “Helbestên Kurdistanê ye di salên 60î de ji bo ku Ereb hay ji edebiyata Kurdî hebin, bi Erebî nivîsandiye. Tê de behsa 12 helbestvanan kiriye û li ser serpêhatiya wan rawestiyaye.

1.5.2. Izedîn Mistefa Resûl, eş-Şi’ru’l-Kurdî Heyat we Nitac Şu’eraihî

1.5.3. Rîwî, Tarîxu’l-Edebi’l-Kurdî el-Hedîs we’l-Mu’asir

1.5.4. Reşîd Findî, Min Yenabî’î eş-Şi’ru’l-Klasîki el-Kurdî

1.5.5. Hemdî E. Selefi-Tehsîn Îbrahîm Doski, Mu’cemu’ş-Şu’erai’l-Kurd

 

ANTOLOJÎ Û BERHEVOK

31.1. Emîn Feyzî – Encumenî Edîbanî Kurdî

Ev berhem yekemîn antolojîya Kurdî ye û li Stenbolê di sala 1921an de hatiye çapkirin.  Berhem bi Kurdîya Soranî ye û 15 helbestvanên Kurdên Soran kirîye.

3.2. Ebdulkerîm Xakezî, Komele-Şi’rî Şa’iranî Kurd

Ev berhema bi kurdiya Soranî duyemîn antolojiya helbesta Kurdî ye. Li gorî ku Rohat Alakom dibêje berhem cara pêşî di sala 1932an de li Bexdayê hatiye çapkirin. Alakom navê vê ber hemê jî bi zimanê Tirkî wekî “Kürt Şairlerinin Şiirlerinden Bir Derleme” bilêv kiriye.

3.3. Piremêrd, Guldesteyî Şu’erayî Haw’esrim

  • Rewşen Bedirxan – Sefehat Mînel Edebî Kurdî (1954 Beyrûd)
  • Hecî Şêx Hamid Hîsamî – Yadî Şairanî Kurd
  • Refîq Hilmî – Şi’r Edebîyatê Kurdî
  • Zeynelabidîn Zinar – Nimûne ji Gencîneya Çanda Qedexekirî
  • Balî – Antolojîya Edebîyata Kurd
  • Mehmet Ûzûn – Antolojîya Edebîîyata Kurdî
  • Ev berhem duyemîn antlojîya bi kurdiya kurmancî ye ku alîyê kurdên bakur ve hatîye amadekirin.
  • Nêzîkî 100 nivîskar cih digre
  • Helbestvarên Kurdîya (Kurmancî, soranî zazakî) cih digrin
    • Selîm Temo – Kürt şiiri Antolojisi
  • Antolojiya herî berfireh e.
  • 2007an de li stenbolê çap bû
  • 293 helbestvan cih digre

 

3.15. Mela Ehmedê Qoxi, Dîwana Cami’y

Ji dîwan û helbestên curbicur ên gelek helbestvanên klasîk pêk hatiye.

Dema mirov li naveroka mecmû’eyê dinére, çar kate gorî derdikevin holê:

  1. Destpêk: Di destpêkê de hinek helbestén bi Erebî û Kurdiya Kurmancî ku di nav Mislimanan de, bi taybetí jí di nav mitesewifan de zêde belav bûne cih digirin.
  2. Beşa Dîwanan: Di vê beşê de dîwana Şêx Ebdurehmané Aqtepî, dîwana Mihemed Kerbelayî, dîwana Seyîd Eliyê Fin dikî cih digire.
  3. Beşa Helbestên Farisî: Di vê beşê de helbestên Şemse dînê Tebrîzî, Mewlana Camî û Hafizê Şîrazî cih digirin.
  4. Beşa Helbestên Kurdiya Kurmancî: Di vê beşê de hel bestên Feqe Mihemedê Teyran, Melayê Cizîrî, Şêx Eliyê Herîrî, Şêx Nûredînê Birîfkanî, Mensûrê Girgaşî, Sadiq, Bekir Begê Erizî, Pertew Begê Hekkarî, Xakî, Ehmedê Xanî, Şewqî, Siyahpos, Mela Hisênê Bateyî, Melayê Sinceqî, Macin, Seydayê Taxî,

Dîwana Cami’, di sala 2004an de li Stenbolê ji aliyê we şanxaneya Îhsanê ve hatiye çapkirin. Dikare bê gotin ku ev mecmû’e, kultura edebiyata klasîk a di nav melayên medreseyên Bakur de baş nîşan daye.

 

BERHEMÊN DESTPÊKA EDEBÎYATÊ

4.1. Elaeddîn Seccadî, Edebî Kurdî û Lêkolînewe le Edebî Kurdî

Ev berhema Elaeddînê Seccadî bi Kurdiya Soranî ye û derheqê edebiyata kurdî û lêkolîna edebiyata Kurdî de hatiye nivîsandin.

4.3. Tehsîn Îbrahîm Doskî – Destpêka Perwerdeya Edebîyata Kurdî

4.5.  A. Adaq- Destpêka Edebîyata Kurdî ya Klasîk

4.2. Mehmed Uzun, Destpêka Edebiyata Kurdî (Kürt Edebiyatına Giriş)

Nivîskar Mehmed Uzun ev berhema xwe ya bi Kurdî di sala 1992yan de nivîsandiye û berhem ji aliyê weşanxeneya Beybûnê ve hatiye çapkirin. Beşên wê ev in:

  1. Edebiyata Kurdî: Têkoşîna man û nemanê
  2. Zimanên Kurdî û Zehmetiyên li Berê
  3. Edebiyata zarekî ya Kurdî-Destpêka Edebiyata Nivîskî û Pexşan
  4. Edebiyata Nûjen a Kurdî
  5. Edebiyata Kurdî li Kurdistana Başûr û Rojhilat
  6. Edebiyata Kurdî li Yekîtiya Sovyetê
  7. Edebiyata Kurdî li Kurdistana Bakur û Rojava

Herçiqas ne berhemek zêde berfireh e û tê de derheqê tarîxa edebiyata Kurdi de hinek agahiyên kevn jî hebin, lê ji ber ku di sedsala XXan de yekem car ji Kurdên Bakur nivîskarekî li ser mijarên tarîxa edebiyatê berhemek nivîsandiye girîng e.

  1. MONOGRAFIYÊN BAJARAN
  • Kerîm Şareza, Koye û Şairên Wê
  • Sadiq Bahaeddîn Amêdî, Şa’irên Navça Amèdiyê
  • Îbrahîm Efxemî, Tarîx û Edebî Mukriyan
  • Mistefa Nerîman, – Edib û Nûseranî Kifrî û Dewrupiştî
  • Ebdurehman Bamernî, Şa’irên Bamernê
  • Abdurrahman Adak, Helbestvanên Sêrt, Şirnex, Silîvan û Liceyê

 

  1. MONOGRAFIYÊN JINAN

6.1. Kurdistan Mukriyanî, Honrawey Afreti Kurd Lêkolînewe

Ev berhem yekem berhema edebiyata Kurdî ye ku derbareyê helbestvanên jin ên Kurd de hatiye nivîsandin. Berhem di sala 1980yî de li Erbîlê hatiye çapkirin. 19 helbestvanên jin

6.2. Evîn Şikakî, Fîxana Pênûsên Nazik

Ev jî duyemîn berhem e ku hemû helbestvanên jin di nav xwe de civandine. Di antolojiyê de bi Kurdiya Kurmancî û Kurdiya Soranî helbestên 70 helbestvanî cih digirin. Antoloji di sala 2012an de li Amedê hatiye çapkirin.

Ji Pirtûka ”Destpêka Edebiyata Kurdî a Klasîk – Abdurrahman Adak” hat standin

Derbar Çand Name

Check Also

Sê Qewmandinên Ecêb Ji Jîyana Ronakbîrên Me

Elîyê Ebdilrehman û êlêktrîka havîngeha wî Nivîskarê kurd Elîyê Ebdilrehman, ku di şerê dijî faşîstan …

Leave a Reply