Ayeta Rojê
“Bi Navê Xwedayê Reḥman ê Reḥîm
1. Bi demê (an jî, bi dema ‘Esrê) sond be!
2. Bi rastî mirov hemû di ziyanê de ne.
3. Ji bilî yên ku bawerî anîn û karên qenc kirin û li ser heqî û sebrê hev şîret kirin.”
(‘Esir, 1-3)
Hedîsa Rojê
“Ji we yekê li pêşîya mirovan nimêj kir bila kin (sivik)nimêj bike. Lewra di nav wan de ên zeîf û pîr hene. Gava bi serê xwe tenê kir çawa dixwaze bila wusa dirêj bike.”
(Bûxarî, Salatu’l –Cemaah, 2/168)
Gotina Rojê
Î’lem eyyuhel ezîz!
Nîmetekî ku gava umûmî û ji bo her kesî be, ev nabe delîl ji kêmqiymetî û bêgirîngiya wî re. Û nabe elamet ku ew nîmet, bi qest û îrade nîne. Mesela, nîmetê çav ku di hemû heywanan de ye; ev yeka, çawa îhtiyaca te ya zêde ya ji çav re, kêm nake; her wusa çav jî, ji qîmetê de naxe. Û dîsa, yek nîmetekî tenê û xusûsî, dibe ku hewaleyê tesadufê be, lê nîmetekî umûmî, bivênevê eserê qesd û îradeya nîmetbexşekî ye.
(Bedîûzzeman Seîdê Nursî)