În , Berfanbar 14 2018
Home / Tag Archives: rexne

Tag Archives: rexne

Di Munaqeşe û Rexnegiriyê de Pêngavek: Kovara Helwest

Kovara çand û edebîyata Kurdî Helwest, li ser bingeha mineqeşeyên çandî û edebî û rexnegirîya zanîstî û edebî weşana xwe meşand. Di nav weşanên Kurdî yên heyî de beşa herî qels tûnebûn an jî nekirina rexne û mineqeşeyên edebî ye. Di nav Kurdan de rexnegiriya edebî qet pêş neketiye. Li ser cure, cure babetên çandî û edebî mineqeşe nayên kirin. …

Read More »

Ji Helbest û Stranên Newrozê Kolajek

Ceribandinek Li Ser Helbest û Stranên Newrozê ango Ji Helbest û Stranên Newrozê Kolajek* ’21’ê adarê, şev û roj têne qedarê’’ ango vê rojê dirêjahiya şev û rojê dibine wek hev; ne şev ji rojê dixwe, ne roj jî şevê. Dîsa weke tê zanîn ev roj, roja ewil a ekînoksa biharî ye. Gel vê rojê weke ‘sersal’, ‘nûroj’, ‘rojanû’ ango …

Read More »

Zarema Jimara 8em Weşiya

Kovara Zarema di Gulana 2014a de li Amedê dest bi weşanê kiriye. Her sal di meha îlonê, çile û gulanê de derdikeve; niha hejmara 8mîn jî derket.

Read More »

Çav him bar e, him nebar e

“Çavne(ba)bar” a ERDAL AKTAŞ, konê xwe di nava xeyalê û rasteqîniyê de vegirtiye. Bala me kişandiye ser çav. Çav; him bar e, him nebar e. Nivîskêr rasteqînî daye alî û sêwirînê cihê rasteqîniyê zeft kiriye. Loma jî em li xwe vedigerin, perdeya dîmenên (qaşo) rastiya me, xwe ji navbera awira me û rastiya ku tim xwe ji çavên me vedizî …

Read More »

Analîza Berhemên Edebî -5-

Wek min di rêzên jorîn de anî zimên, Edebiyat bi rexnegiriyê pêş dikeve, dewlemend dibe. Rexnegiriya edebî ji bo nivîskarên berhemên edebî rênîşandane, balkêşiye, xwe ji şaşî û çewtiyan xilaskirine. Rexneyên çêker ji bo nivîskaran alîkariya herî giranbiha ye. Di nav edebiyata kurdî de şaxa rexnegiriyê qels maye. Berhemên edebî nehatine rexnekirin, analîza pirtûkên kurdî nehatine kirin. Hinek nirxandinên ku …

Read More »

Danasîn û Rexne -4-

Danasîn û rexne du tiştên cuda ne. Çerçeva nivîseke danasînê diyar e. Danasîna pirtûkê, analîza pirtûkê nîn e. Di nivîsên analîza pirtûkan de mirov dikare bi berfirehî pirtûkê binirxîne û rexne bike. Ez zanim ku edebiyat/wêje bi rexneyê pêş dikeve, dikemile, dewlemend dibe. Lêbelê rexne divê rexneyeke çêker be, nekû xirabker be. Rexneyên rexnekujan, pênûsşoran tu feydeyeke nade edebiyata kurdî. …

Read More »

Ji XWE’da û wê de

Çorê Arda, di çîroka XWE’DA de, xwestiye kanonan red bike û bi qethî ji bin nîrê wan derkeve; bes redkirina kanonan ew biriye li kanoneke dîtir hesilandiye. Piştî biryarekê xwestiye bivê, “Gere nivîskar di lîstika nivîsînê de miqîm rola kesê/a mirî bilîze. (Foucault a.g.y. rp.54) Bes ji dêvla “nivîs”, “meqsed”a nivîskêr veguhêzîne, “meqsedê” “nivîs” veguhêztiye û “şanîdanî [tiştê xwestiye şanî …

Read More »

Pesin û Rexne -3-

Rexne û pesin du aliyê madalyonê ne. Bi hevdu re girêdayî ne, hevdu teman dikin. Çawan ku di jiyana civakan de, ya kesayetiyê de tiştên baş û xirab hene. Gelek tişt jî hene ku li aliyek ve rexne lê tê girtin, li alîyê din jî pesnê wê tête dayin. Hinek tişt hene ku hêjayê pesnê ne. Mirov li tiştekî rexne …

Read More »

Rexneya Pirtûka Hopo – 4

             Di Romanê de Dem             Roman bi giştî salên 1940 î û şûn de jiyana ku hatiye jiyîn parve dike. Beriya şerê Weteniyê û berfirehtir piştî şerê weteniyê(1941-1945) bûyer tê vegotin. Dem carinan dibe bihar, carinan dibe payîz, carinan dibe zivistan û dikeve nav kelekela havînê. Roj berbangê dest pê dike heta zivistanê.             …

Read More »

Rexneya Pirtûka Hopo – 3

Kurtasiya Romanê             Hopo             Apê Cimo tê bal Rizgo. Rizgo kurê Salihê urê Bekirê wîtî ye. Di şerê weteniyê de Salih û Cimo hev nas dikirin. Cimo şofêrê otoyê bû di sala 1943 an de. Salih di wî şerî de dimire. Teyarên faşîstan otoya cebirxanan bombe dike Cimo birîndar dibe. Dema ku qenc dibe Qumandar Fêdosêv ji Cimo dixwaze …

Read More »