Ji Helbest û Stranên Newrozê Kolajek

Ceribandinek Li Ser Helbest û Stranên Newrozê ango Ji Helbest û Stranên Newrozê Kolajek*

’21’ê adarê, şev û roj têne qedarê’’ ango vê rojê dirêjahiya şev û rojê dibine wek hev; ne şev ji rojê dixwe, ne roj jî şevê. Dîsa weke tê zanîn ev roj, roja ewil a ekînoksa biharî ye. Gel vê rojê weke ‘sersal’, ‘nûroj’, ‘rojanû’ ango ‘newroz’ê binav dike. Di gelek çandên qedîm de 21’ê adarê sersal bû û heta îro jî, li Îran, Afxanîstan û Azerbaycanê destpêka sersalê ye. Bi munasebeta cejna newrozê me xwest em ji helbest û stranên newrozê kolajekê çê bikin. Çimkî kêm cejn û bûyer an jî şexsiyet hene ku bi qasî newrozê li ser wan helbest hatine nivîsîn û stran hatine çêkirin.

Hema tu bê her şa‘irê Kurd bo Newrozê helbestek, qe’nebe ristek; her stranbêjî stranek çêkiriye. Di ferhenga înteraktîf a kurdî Tirşik.netê de, bi sernavê ‘Stranên Newrozê’ nêzî 40 stranî hatiye nivîsîn lê em dizanin ku bi sedan stran û îcrayên cûrbecûr ên newrozê hene. Em ê nikaribim li vir gişan bi hejmêrin lewma em ê çend xebatên baş û sereke binivîsin.

***

Newrozê, pêşî bala helbestkarên klasîk kişandiye. Meleyê CIZÎRÎ, newrozê bi vî şeklî dike mijara beyteke xwe: “Ev narê siqalê dil e daîm li wî qala dil e/Newroz û sersala dile wextê hilêtin ew sîrac.” 

Ehmedê XANÎ di Mem û Zînê de behsa newrozê dike û dibê newroz, adeteke pîroz e di nav kurdan de: ‘’Dewra felekê ji bextê feyroz/Dîsan ku numa ji nûve newroz//Mebnî li wî ‘adetê mubarek/ Şehrî û sipahiyan bi carek’’ Dîsa Seydayê Xanî dibêje newroz din ava kurdan jî piçûkan ta mezinan dihate pîroz kirin:  “Bîlcumle diçûne der ji malan/Hetta digehişte pîr û kalan//Roja ku dibûye ‘îdê Newrûz/Te’zîmi ji bo dema dilefrûz”

Mele Beşîrê BEDEWÎ ku bi maxlasa BÊXEW tê nasîn tesdîq dike ku newroz cejna kurdan e: ‘’Bihara şox û şeng û naz û rengî/Hebû tê da Newroz cejna Kurdan’’

***

Di helbesta CEGERXWÎN ya ‘Kîne Em?’ ku di serî de Şivan PERWER, Şehrîban û gelek hunermendên din xwendine behsa newrozê wiha ye: ‘’Kîme ez?/Kawayê hesinkar bav û kalê min/Perçiqand serê Dehaqê dijmin/Ji gerdana Kurd/Wî şikand zencir/Serê me parast/Ji birîn û şûr’’

Sebrî BOTANÎ yê ku hemdemê CEGERXWÎN e şayeseya biharê dike û dibê ne tenê mirov; her wiha mehên salê, nemaze newroz û nîsan jî dîlanê digirin: ‘’Dinya me kesk û şîn e/Bihar e, dema jîn e//Bi dilşadî dikin dîlan/Nemaze Newroz û nîsan’’

***

Helbestkarên nifşê TÎRÊJ’ê jî bi newrozê re eleqedar bûne û helbest li ser newrozê nivîsîne. Bo nimûne, berhemeke mustaqil a rehmetiyê Arjen ARÎ heye bi navê Destana Kawa û Azhî Dehaq. Arjen ARÎ, ev berhema xwe de bi şêwaza mesnewiyê nivîsî ye. Wisa destpê dike:‘’çîroka Kawa û ê Babîlî/arek gewez e hê li vî milî//qetek jiyan e b’peyv û çîrokî/wejiya b’ar re dema dîrokî’’

Dîsa, Îrfan AMÎDA di şi’reke xwe de bi vî şeklî behsa newrozê dike: ‘’Newroz bû./Li paytexta dilê min roj coş bû./Bajar seranser dengbêj bû./Asîka te li qiraxa emrê min berberojk bû’’ 

***

Bi ya min, yek ji xweştirîn strana newrozê Hesen ZÎREK dibêje ku gotinên wê PÎREMÊRD nivîsiye: ‘’Em rojî salî taze ye newroz e hatewe/Cejnêkî konî kurd e be xweşî û be hatewe.’’

Wekî din, dueteke xweş a Adnan KERÎM û KANÎ heye ku divê neyê ji bîr kirin:‘’Refîqan, rojî kurda ne, nevbihar e, cejnî newroz e/Bi dil li te dikem, lew roje da min, cejn e pîroz e’’

Stranek din a xweş jî, bi dengê Meryem ÎBRAHÎMPUR ‘Newroz Nakem e’ Gotinên stranê ên Evdila PEŞÊW in. PEŞÊW, bo newroza 79’an nivîsiye lê ji ber şer û pevçûn, teqîn û kuştinên dawî, çiqas li îsal(2016 tê), wisa rojane ye tu dibê qey PEŞÊW bo îsal nivîsî ye: ‘’Îsal bê çiya Newroz nakim/Bê bêhna giya Newroz nakim/Newroz nakim bê rivîna sorahiya agir/Newroz nakim eger reşbelek tozê raneke/Û ez nebim serekvan’’

***

Nasir REZAZÎ, Necmedîn XULAMÎ, Eyaz YUSIV, Tîpa Duhok ya MUZÎKÊ, Hanî MUCTEHÎDÎ, Chopy FATAh, Grupa RASTAK û Koma Dengê AZADÎ jî stranên Newrozê ên hejayî guhdarîkirinê çêkirine. 

Her wiha Koma BERXWEDAN, KAWA, Hozan AYDIN, Agirê JİYAN, Koma Zerdeştê KAL, Aram TÎGRAN, Xelîl XEMGÎN, Şehîd MİZGÎN, Xêro ABBAS, Silbis û TARÎ, Ahmet KAYA, Kardeş TURKULER û hwd. Gelek muzîkjenên din jî li ser newrozê strîne.

***

Bi hêviya aştî û aramiyê, bi hêviya ku helbestên çêtir werine nivîsin û stranên xweştir bêne çêkirin. Newroz pîroz be…

*Mewlûd OGUZ
www.candname.com
Nîşe: Ev Nivîs di candname.comê de cara pêşî di 21ê Adara 2016an de hatiye weşandin.

Derbar Çand Name

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply