Romana ‘Du cîhan û yek jan’ ek

Bê şik wêje yek ji wan qadan e ku mirov bi hest û helwesteke afirîner helwesta xwe ya li hember jiyanê derdixe holê. Yek ji celebên herî girîng ên ku di gerdûna edebî de refleksên jiyana mirovahî bi sepandina rêbazên cuda yên vegotinê xeyalî dike û derdixe holê roman e. Rastiya ku roman behsa rewş û tiştên li ser mirovan dike ji ber ku her kes karakterek e. Bi rastî jî jiyana her mirovî romanek e û karakterê sereke yê wê romanê bi xwe ye. Di vî warî de yek ji hêmanên herî girîng ên pêkhatî yên romanê karakter-leheng in. Wek mînak; nivîskar Serkan Birûsk di jiyana xwe ya rasteqîn de ji bakurê Kurdistanê hatiye Almanyayê û ji Almanyayê hatiye Swêdê. Ev agahdarî di jînegeriya wî de jî cih girtiye. Dema mirov romana wî ya bi navê ”Du cîhan û yek jan” dixwîne dibîne ku nexşên jînegeriya wî di nav rûpelên romanê de bi cih bûye. Di romanê de jî lehengê romanê pêşî diçe Almanyayê û ji wir diçe Swêdê. Ev rastiyên jînegeriya nivîskar û mijara naveroka romanê di romanên girêdayê ekola sosyal realîzmê-realîzma civakî de hene. Ji xwe ev rastî ango rastiya jiyanê, jînegeriyê û naveroka romanê di berhemên realîzma civakî de li hevûdu dikuncin.

Lehengên romanê hêmanên sereke ne ku rêwerziya çîroka efsûnî û kiryara dramatîk dikin, ku ji cîhana rastîn hatine deynkirin û ber bi cîhana “fîktîf” ve têne şandin. Erk û kirinên mirovan di romanê de fonksiyonên xwe yên vegotinê nîşan didin. Lehengên romanê, li gorî fonksiyonên ku di vegotinê de digirin ser xwe; karaktera normê, karakterên piştgirî û karakterên romanê yên pileya duyemîn; karaktera qertê, hêza dijber a wêranker; paşperde û karakterê fîgurî ji aliyê fizîkî, derûnî û sosyolojîk ve bi kûrahî di romanê de tê rave kirin.

Bi rastî, heta ku mirov çîroka xwe ya bêhempa ava bikin, roman dê her hebe û heya ku roman hebe, karakterên vegotinê dê di gerdûna xeyalî de jiyana xwe ya bêhempa nîşan bidin. Rastiya jînegeriya nivîskar Serkan Birûsk û serpêhatî û serboriyên lehengê romana ”Du cîhan û yek jan” Janpîr cîhana rastîn û ya xeyalî li hevûdu diquncîne û di encamê de berhemeke edebî tê afirandin. Ev cure berhem berhemên serketî ne.

Her roman ji nû ve şîrovekirina jiyanê ye ku ji pênûsên cuda bi çavên cuda tê dîtin. Her romannivîsek bi neçarî dikare jiyana ku têbigihêje, bihesibîne û bihewîne bîne ser berhema xwe. Bi vî rengîveguherandina jiyanê tê wê wateyê ku dewlemendî, kombûn û serpêhatiyên jiyanên ku bi xwendinê di jiyana xwîner de hatine bidestxistin jî peyda dibin. Ev guherîn e, metamorfoz e.

Romana Serkan Birûsk ”Du cîhan û yek jan” romana jana du jiyanan,  du cîhanên cuda ye. Roman di nav weşanên “Kurdped/Ronya” de li bajarê Wanê derketiye û 419 rûpel e. Edîtoriya wê birêz mamoste Haqî Balta kiriye. Gerînendeyê weşanê jî Dr. Îbrahîm Mîrza ye. Berg, mîzanpaj/rûpelsazî jî ji alî Ronya ve hatiye amade kirin.

Min di dema berê de du romanên Serkan Birûsk xwendibû. Min pirtûka wî a bi navê  “Mextel” jî xwendibû, lê min ew neecibandibû. Navê wê jî li xweşa min neçûbû. Lêbelê romana wî a bi navê ”Evîna Bêcirekî” romanek gelek baş bû, serketî bû min wê ecibandibû. Ev romana wî ya ku ez ê di vê gotara xwe de behsa wê bikim, ev jî romanek baş û serketiye. Bi navê ”Xwezî” romanek wî a din jî heye, lê min ew nexwendiye. Romana wî a bi navê ”Sê Terî” jî baş bû, min wê jî xwendibû.

Romana ”Du Cîhan û Yek Jan” ji romanên wî yên berê cudatir e. Ev bi cureyek din, bi teknîkek din hatiye afirandin. Di şêweya ravekirina naveroka romanê de, li hevûdu hunandina wê, qalkirina bûyerên ku di nav cîhana romanê de rû dane û di pêşvazîkirin û ravekirina karekterên di romanê de nûjentiyek, xwenûkirin heye. Ji xwe divê romannivîser xwe dubare nekin, xwe nû bikin û bi şêweyên nû, bi teknîkên modern û postmodern berhem biafirînin.

Naveroka romanê bi çîrokên folklorîk, gelêrî ku di nav gelê kurd de tê qal kirin hatiye dewlemend kirin. Di nav cîhana romanê de pirs û pirsgirêkên jiyanê, rexneyên balkêş yên jiyana sosyal, evîn û berxwedan tê rave kirin. Herweha xweşî û êşa evînê, cudahiya tore û tradîsyonên gelêrî û cudahiyên çandî, rastî û xeyal li hevûdu hatine hunandin û berhemeke edebî/wêjeyî hatiye afirandin.

Di destpêka romanê de Janpîr li Almanyayê ye. Defterek wî ya lênivîskê heye û ew di wê defterê de dinivîse. Gelo ew di defterê de çi dinivîse? Ev meraq xwendevan dikşîne nav cîhana romanê û herweha mirov/xwendevan xwendinê didomîne. Di encama xwendinê de diyar dibe ku: Ew notên ku Janpîr li rojnivîska xwe dinivîse, û tiştên ku Rastim li ser wê şeva xwazgîniyê jê re dibêje û nameyên ku Sara jê re dinivîse hemû ji bo nivîsandina çîroka trajîk a meta wî Nûra û Badîn e. Ez ê paşê dîsa behsa evîna Nûra û Badîn bikim ku şeva xwestina Nûra de Ehmedê Zîrço bi çi şêweyî pêşî li xwazgîniyan digre û çawa dibe asteng û nahêle ku Nûrayê bidine zilamekî dewlemend ê ku Nûra jê hez nake.

Evîn hem jan e hem jiyan e. Ji bo hinekan jan e û ji bo hinekan jiyan e. Di romana ”du cîhan yek jan”ek de jan û jiyana evînê tê qal kirin. Vebêjê romanê bi forma ”Ez” behsa xwe û hevalê xwe î dibîstanê dike ku çawa bi hevre çûne Berlînê/Almanyayê.

Janpîr û hevalê wî Celal pêşî bi riya şebekeya ku zilaman dişîne Ewropayê, diçine Pragê. Li Pragê zahmetiyên ku dikşînin, nerehetiya ku dibînin û û herweha gelek tişt tê qal kirin. Li wir bi navê Çiyager kesekî ji rojavayê Kurdistanê nas dikin. Çiyager ji wan re qala bûyerên ku bi serê malbata wî de hatibû rave dike.

Çiyager çekdarekî şervan bûye, li çiya maye, di nav hêza çekdaran de li hemberê artêşa dagirker şer kiriye, paşê li ber gundek bi du hevalên xwe ve ketiye kemînê, birîndar hatiye girtin, di zîndanê/hepisxaneyê de maye û niha bi riya şebekeyeke qaçaxçî dihere Almanyayê. Lê, çima diçe? Janpîr û hevalên wî Celal jî çima diçine Almanyayê? Sedemên çûyina wan di romanê de nediyar e.

Ji Pragê çûyina Almanyayê, girtina wan ji alî polîsan ve, paşve vegerandina wan a Pragê, carek din çûyina Almanyayê, di çûyinê de, di rê de zahmetiyên ku dikşînin yekoyek tê qal kirin.

Janpîr demeke dirêj li Almanyayê dimîne. Ew dibihîse ku pirsgirêka Celal û keça Apê wî ku navê wê Leyla ye problemeke navmalbatî di nav malbata Celal û apê wî de ye. Dema ku hêj Celal û Leyla biçûk bûne, dapîra Celal ji herdu kurên xwe re gotiye ku ew keç û kurên xwe li hevûdu mar bikin, bizewicînin. Ev mijara di biçûkiyê de zarokan bi hevûdu re dikine dergistî, adet û toreyeke ji tradîsyona kevnar e û adetekî mongolan e ku jê re bi tirkî dibêjin ”Beşîk kertmesî” ku toreyeke nebaş e ku weke kevneşopî ketiye nav kurdan jî. Herçiqas ev tore, toreya mongolan di nav kurdan de ewqas tunebe jî, dîsa jî cih bi cih di nav civaka nezan de heye.

Leyla li Almanyayê mezin bûye û Celal li gundeke Kurdistanê, herdu di nav kulturên cuda de mezin bûne, fêr bûne, ji xwe nemimkûne ku keçik qaîlê vê zewaca gotindayinê bike. Diya Leylayê Alman e û dema bavê Leylayê (navê wî Rastim e. Çi navekî ecêb, min qet navek weha di jiyana xwe de nebihîstiye.) pirsgirêkê jê re vedike, dibêje, jina wî dibêje ”bi Celal re biaxife û jê re bibêje ku ev zewac qet nabe.”

Di beşa sernavê wê ”Evînek Bêdawî” de dram û trajediya du evîndaran, ku bûne qurbana adetên toreya dîrokê û olî tê qal kirin. Ev herdu evîndar Nûra û Badîn bûne. Nûra meta Janpîr bû. Çîroka evîna wan, tiştên ku têne serê wan weke neynika gelek bûyerên ku di nav civaka kurd de diqewimin û hatine pêkanîn in. Civakek paşvemayî û di nav de hebûna adetên/toreyên tradîsyonên nebaş dibe sedemên pêkanîna bûyerên dramatîk.

Di welatên paşvemayî û bi taybetî jî di welatên misilmanan de, herweha li Kurdistanê jî çîrok û xebroşkên gelêrî yên durê eqil gelek in. Herî pir jî çîrok û xebroşkên cin û periyan hene. Ev jî ji ber bandore ola îslamê ye. Li Kurdistanê di nav gel de bi sedan, hezaran çîrok û xebroşkên cin û periyan hene. Di romana Serkan Birûsk de jî Ehmedê Zirço ji gundiyan re çîroka cin û periyan dibêje. Romannivîser di romanê de rola Ehmedê Zirço ku sembola çîrobêjî û toreya wêjeya devkî dike rave dike, bi çîrokbêjiya wî gohdarvanên gundî û herweha xwendevanên romanê dibe nav cîhana cin û periyan.

Çîroka cin û periyan ku Ehmedê Zirço ji gundiyan re qal dike, wisa tesîr li gundiyan û malbata Janpîr dike, wisa bandor li ser wan datîne ku bi saya çîrokê qedera/çarenûsiya Nûrayê tê guhertin. Badîn û Nûra evîndarên hev in, lê Badîn sêwî ye, feqîr e, malbata Nûrayê naxwazin Nûra bidine Badîn, dixwazin bidine yekî dewlemend. Dema ku xwazgîniyên yê dewlemend tên, Ehmedê Zîrço bi qalkirina çîrokê xwazginiyê xerab dike, ew bi çîroka Mîrê Cinan peyam dide gundiyan û xwazgîniyên zilamê dewlemend. Di encama qalkirina çîrokê û provakasyona Ehmedê Zîrço civat û xwazgînî pev diçin, pevçûn çêdibe, şerê hevûdu dikin. Di romanê de ravekirina vî tiştî, qalkirina çîroka Mîrê Cinan, mirov hêz û tesîra wê ya li ser civata kurd ya çîrokbêjiyê dibîne.

 

Janpîr demek li Almanyayê dimîne û ji wir diçe Swêdê. Ew ji bo çi li Almanyayê nabe penaber û bo çi dixwaze here Swêdê? Armanca wî a çûyina Swêdê çiye? Janpîr bi nav û nasnameya kurdekî ji başurê Kurdistanê diçe Swêdê.

Belê, Janpîr diçe Swêdê, demeke li kampa penaberan dimîne. Li Swêdê kurdên ji çar parçeyên kurdistanê, kurdên kakeyî, êzîdî, elewî, kelhorî, feylî dinase. (Li Swêdê kurdên Afganîstanê, Tunusê, Misrê û kurdên Somalîyê jî hene.) Li parkê jinebiyek azerî dinase û ew bi hevre dibine heval.

Romannivîserê kurd Serkan Birûsk di qalkirina pevşabûna Janpîr û Eceya azerî de wek berhemên xwe yên berê de şerm nekiriye, berevajê wê şermê daye alî û bi şêweyeke hunerî sahneya erotîk a pevşabûna wan qal kiriye, raveyê xwendevanan kiriye. Di romanê de gotinên xweşik û ji hêla hunera erotîzmê ve payebilind hene.

Janpîr pîştî ku têkiliya xwe bi keçika azerî Ece re dibre, vêca dil berdide keçeka Afrîkî. Vebêjê romanê hem serpêhatiyên penaberiyê û hem jî serboriyên dema biçûkiyê, li gund bûyerên ku qewimîne û jiyana gundîtiyê rave dike. Digel ravekirina jiyana li gund, rewşa malbata Janpîr, dostanî, têkilî û nakokiyên bavê Janpîr û Ehmedê Zirço, çîrokên ku Ehmedê Zirço ji gundiyan re qal dike jî di nav rûpelên romanê de cih girtine û van çîrokan naveroka romanê xemilandiye, dewlemend kiriye.

Du demên jiyan, serpêhatî û serboriyên Janpîr, biçûkiya wî ya li gund û xortaniya wî ya li Ewropayê weke du beşên romanê li hevûdu hatiye hunandin û ev romana ”du cîhan û yek jan” hatiye afirandin.

Dilê Janpîr bi evînê dixemile û bi xweşiya evînê dikele. Piştî veqetandina ji Eceya azerî vêca Alma ya Afrîkî di dilê wî de hêlîna xwe çê dike.

Di vê romanê de jî bala min kişand û di gelek romanên kurdî yên din de jî hene û heta di du romanên min de jî ev tişt hene, lehengê romanan yên kurd dilê xwe dixin keçên nekurd, keçên ji neteweyên din. Diyare ev jî ji xisûsiyeteke/taybetmendiyeke karekterê kurdan e. Kurd nîjadperest nîn in, li hemberê gel û neteweyên din şoventî nakin, herçiqas ji hevûdu hez nekin jî, ji miletên din hez dikin. Gelek keç û xortên kurd, heta kesên navsal û kal jî bi tirkan, areban, farisan, azeriyan, çerkezan û ewropiyan re zewicîne. Digel vana jî hinek jê bi afrîkî, amerîkî û kubayiyan re zewicîne. Ji Amerîka, Afrîka heta Asyayê, bi japon û hîndîstaniyan re jî zewicîne. Kurdên ku bi kesên wan welatan re, bi kesên gel û neteweyên din re nezewicîne piranî kurdên êzîdî ne. Dibêjin kurdên êzîdî ne niha ji dîrokê ve hebûna xwe û orîjînalîteya xwe parastine. Lêbelê niha wan jî dest pê kiriye bi kesên biyaniyan re dizewicin. Netenê xort û mêrên kurd, keç û jinên kurd jî bi xerîban re, bi kesên gel û neteweyên din re dizewicin. Yanî di vê hêlê de kurd tam û temam enternasyonalîst in(!). Ji xwe enternasyonalîzm û parastina biratiya gelan di stuyê kurdan de maye û ji bo xatirê biratiya gelan beşeke kurdan ji bo kurdan dewletbûyinê jî pêwîst nabînin.

Di beşa sernivîsa ”Dil bi evînê dixemile” de evîna Janpîr û Almayê baş û xweş tê qal kirin. Vebijê romanê ji devê Janpîr van gotinan pêşkêş dike : ”…dilê min di nav qefesa sînga min de bi evîneke hêvîbeş şa dibû….ez bi xweşiya evînê dikeliyam…ez bi hebûna wê şa dibûm…evîna me şopa xwe di navika wan de wek dendikê jiyanê diçand..em bi rengên evînê mîna keskesorê li ezmanê bajêr dibûn pirek xweşiyê û li serê me tacegulên xemilandî di himbêza ewrên reş û spî de bi evînê hêwî dibûn…..Alma keniya. Wê li çavên min nêrî. Dema ew xweşdiviya di dilê min de dikeliya dît, wê ez ber bi xwe ve kişandim û dilopek hingiv ji lêvên xwe diyarî lêvên min kir. Min jî ew di himbêza xwe de hilanî û bi awaza bilûra dilê xwe mest kir…” Rûpel: 346.

Lêbelê çi heyf ku dawiya evîna Janpîr û Almaya Afrîkî bi şêweyeke dramatîk dawî dibe. Tiştê ku tê serê Almayê trajediyeke ku dil û kezeba mirov dişewitîne. Ez gelek li ber Almayê ketim, dilê min pê şewitî.

Drama encama evîna Janpîr û Almayê çibû? Çi bi serê Almayê de hat? Ez ê nenivîsim. Ji xwe dilê min nagre ku ez binivîsim. Drameke ku mirov diêşîne, mirov li ber dikeve û nalet li hinek tiştan tîne. Xwendevanên ku vê nivîsa min dixwînin û bixwînin. Heger meraq dikin, bila vê romana hêja ”du cîhan û yek jan” bixwînin.

Wek gotina dawî ez dixwazim vê bibêjim; Janpîr, xortekî kurd, li bakurê Kurdistanê ye, ji wir bi riya şebekeyê tê Pragê, ji wir diçe Almanyayê û ji wir jî paşê diçe Swêdê. Ev hevoka du rêz dibe romaneke 419 rûpel. Sihra/efsûna nivîsê, hunera romanê ev e. Ji ber serborî û serpêhatiyên kurdekî romaneke edebî/wêjeyî tê afirandin. Ev jî serketina nivîskar û hunera romanê ye.

Lokman Polat

 

Derbar Lokman Polat

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply