Mirina Çar Roman û Nivîskarekî

Naveroka romanan derheqê nivîskêr de gelek daneyan dide meriv. Herwiha ya girîng derheqê bîreweriya nivîskarê xwe de dide tevî ku metn ango naveroka metnê nivîskar bi xwe ye. Lewra berhem girîng e herwiha divê tenê berhem bê nirxandin.

Jiyana lehengên Firat Cewerî jî mîna lehengên wî bi penaberî derbas bûye. Di salên 80-90î wan ji ber pêpesiya siyasî ya Kurdistanê gelek nivîskar û helbestkarên kurd mecbûr mane ku herine dîasporayê ango Ewropayê. Firat Cewerî jî yek ji wan e ku ji Dêrika Çiyayê Mazî koç dike Ewropayê. Ji ber van sedeman di metnên kesên weke Cewerî deqên penaberî û mişextiyê têra xwe hene. Lewre jiyaneke perçebûyî û têkçûyî li ser hemû lehengan xuya dibe. Lê ev sedem ser çavan, dema romanên xwe dihonîne û li ser vana lehengan ava dike lehengên wî yên sereke hema hema nivîskêr bi xwe ne û ev jî ser seran û ser çavan, lê tiştekî beloqtir li ber çavên mirov dikeve ku van çar romanên ku em ê destnîşan bikin, Cewerî, bi awayekî ecêbmayî pesn û senayên xwe dide ku lehengên xwe ji halekî dixe halekî û tiştekî din, weke biyanîyekî rojhilatnas henekên xwe bi gelê xwe dike. Li ser van babetan em ê qala çar romanên nivîskêr bikin. Van romanan: Payiza Dereng (2005), Ez û yekî bikujim (2008), Lehî (2011) û Maria melekek bû (2013). Pêşiyê em ji romana bi navê Payiza Dereng (2005) dest pê bikin ku serpêhatiya Ferda ye ku di temenê xwe yê ciwan de ji ber çalakiyên xwe yên siyasî mecbûr dimîne bireve here Swêdê û piştî  28 salan bi armanca ku heya dawiya temenê xwe bijî, vedigere Kurdistanê. Ferîd lehengê din ê romanê ye. Ji ber ku dê Ferda vegere Kurdistanê tevî wî, hevalên din jî vedixwîne şîveke nûjen a Ewropayê da ku vê şevê bi hev re derbas bikin. Ferîdê ku ji Goteborgê hatiye, sibehê dihere mala kurê xwe Cengo û xatir jê dixwaze. Ev xatirxwestinek e ku 125 rûpelan didome lewma jiyana xwe  wilo bi hûrgilî ji kurê xwe Cengo re vedibêje. Ev ji diyalogekê bêtir bi monologekê didome. Vegera xwe ya welêt bi saya nameyên ku ji hevalê xwe Ferîd re dişîne, behsê dike. Ferda anku nivîskêr (Cewerî) dema vedigere welêt wilo tinazên xwe bi xelkê xwe re dike:

‘Lê tevgera wan, şiklê rûniştina wan, celebê çayvexwarin û kişandina wan ya cigarê, awayê axaftinên wan bi min zêde maqûl nehat. Hinan bi çend gotinan bixêrhatinî dan min, hinan meraq kirin, bê ez zewicî me an na, hinan gotin ka min çiqas pere bi xwe re anîne, kalekî diranketî jî bi henekan got ka bê min jê re keçikeke porzer aniye an na’. r. 149

Ji vira û pê ve Cewerî li wê hêviyê ye ku gundî yan jî merivên wî, wî li ser serên xwe bikin:

‘Piştî kêliyekê civatê ez ji bîr kirim. Mîna pismam û birayê wan ê ku bîst û heşt salan li xerîbiyê mabe ne ez bim. Mîna yê din av wan de xwendibe, di dema xwe de siyaset kiribe, gelek ji wan bi siyasete hesibandibe, hatibe girtin, li gelek welatan geriyabe ne ez bim’. r. 149-150

Di nivîsa jorê de gelek heqaret û tinazî dewam dikin ku di rûpelên paş de jî didomin. Keza yekî oryantalîst bi vî hawî tevnagere. Fransiz Fanon di pirtûka xwe ya bi navê Çermê Reş Maskeya Spî’yê de dibêje: ‘Di milletên bindest de nivîskêr an rewşenbîr xwe dikin efendiyên gelê xwe û têne li serê odeyê rûdinin û şîretan li wan dikin’. Herwiha dibe ku xelkê te wilo bin û tu di romanê de behsa rastiya wan a jiyanê bikî. Lê tişta ku beloq e, ne lehengê ji derî wî ye, ew bi xwe leheng e. Gelek nivîskar di berhema xwe ya yekem de bike-neke xwe dinivîse. Lê di çar romanan de, Cewerî, wilo hingê pesnê xwe dide merêv metelmayî dimîne. Herwiha di beşa dawî de ew bi xwe mukir tê ku xwe nikare ji karakterê xwe veşêre, wilo dibêje:

‘Min ji Ferda re kartek şandibû, behsa nivîsandina romaneke li ser vegerê kiribû, gotibû ez dixwazim herim welêt, wî bibînim û li ser hin tiştan pê re bipeyivim. Ji ber ku ez nikarîbûm bi navê Firat Cewerî biçûma, loma min navê xwe guhertibû û navê Martin Ericsson li xwe kiribû’. r. 355

 Romana duyem a Firat Cewerî Ez ê yekî bikujim (2008) serboriya du lehengên têkçûyî, Temo û Dianayê ye. Temo piştî 15 salan ji girtîgehê derketiye û bi diya xwe re dijî. Li her kesî û bajarê ku lê dijî bi hêrs e; ji ber ku tu kes lê xwedî derneketiye. Bi vî girrî dixwaze yekî bikuje. Ji ber hindê tu mebest û armanceke wî nemaye ku bi aramî bijî. Diana jî berê gerîlayek bûye ku wexta ji aliyê leşkerên dewletê ve tê girtin ji wê dixwazin ku li hevalên xwe bide yan jî laşfiroşiyê bike. Diana ji ber henûniya xwe ya rêxistinê laşfiroşiyê dike. Pêşiyê nivîskêr Diana ji halekî dixe halekî din, dûre hêzên dewleta serdest ku hema pêrgî kê tê dest davêjinê (tecawiz). Loma ev tiştekî din, di rûpelên pêş de wexta wê di êxur de dîl digirin qoruciyek tê û dest davêje Dienayê:

‘Ew fîgurê ku bi hilatina rojê re bi dizî di deriye êxur re ketibû hundir û wek singekî di ser serê min re jipiya rawestiyabû, peyivî:…r. 176…dûre wî çakêtê xwe ji xwe kir û nêzîkî min bû’. r. 177

Li jorê ji dilê meriv nayê ku meriv binivîse. Ev rastî ye û ji bo şayesandinê asayî ye. Lê tam di vê atmosfera kambax de nivîskêr dest werdide herka rasteqîn û leşkerên tirk û qoruciyan dike xwedî namûs, xwedî wijdan û mirovperwer:

‘Ez li erdê jî diperpitîm, min ji aliyekî ve xwe bi destan diparast, ji aliyekî jî heta deng di min de hebû ez diqîriyam. Tam wî pantorê xwe ji xwe şeqitand, deriyê êxur bi şidet ve bû û berpirsiyarê wan ê ku ez do derketibûm hizûra wî, bi hêrs ket hundir. Ez li ser piştê li erdê dirêjkirî bûm, ê din jî di ser min re herdu destên xwe spartibûn erdê. Em herdu bi wê pozîsyonê bê tevger man. Paşê min dest bi girî kir,  lê zilamê li ser min, bû wek hêlekî, xwe tevnelivand û bi çavên beloq li mêrikê berpirsiyar nêrî. Mêrik jî bi wê hêrsê nêzîkî me bû û heta jê hat pehînek bi şidet li rûyê wî da. Mêrik bi du gavan pengizî aliyê din…lingê xwe danî ser serê wî û jê re got:

-Me rahiştiye sîlehan, lê heqê me nîne ku em bênamûsiyê bikin, dest bavêjin namûsa xelkê. Eva tu dikî rezîlî ye, nayê efûkirin. Eva tu dikî bênamûsî ye, ev bênamûsî divê li ser vê erdê neyê kirin. Cihê vê bênamûsûyê ne di adetên me de heye, ne jî di dînê me de’. r. 178-179

Wek em giştik dizanin ku wexta gerîla dikevin destên hêzên dewletê bê çi tînîn serên wan çi bi saxî yan jî çi bi mirîtî be, bedenên gerîlayên jin teşhîr dikin. Hin kes destavêtina jinê weke destavêtina welêt şîrove dikin ku êdî ew rêbaz û şêwaz jirêzê û têkçûyî ye bi min.

Dûre Dianayê pêrgî Temo tê. Di herka romanê de zêde têkiliyeke wan a dûvdirêj çênabe ku esas, ji vira û pê ve, mebest ew e ku têkiliya Diana û nivîskêr ango Firat Cewerî çê bibe. Di beşa duyem a romanê de ji ber ku Temo qeza derbas dike, ji xwe, ji romanê vedikişe,  di ya duyem de dîsa nivîskêr bi xwe ye. Û di dawiya romanê de merêv têdigihêje ku yê ku ji Swêdê tê Kurdistanê, ku dê semînerekê bide li ser romana xwe ya nû, Firat Cewerî ye.

Di romana sêyem de ku dewama Ez ê yekî bikujimê ye, romana Lehî ye. Ev roman bi kurdî hatiye nivîsîn lê ne şaş bim, tirkiya wê beriya kurdiya wê derket. Ji ber xwendevanên tirk bêhtir in, wek hawê pêşkêşî wan kiriye. Çinkî di romanên ewilî de rewaceke wilo baş nedît. Ji ber wilo pêşî tirkiya wê çap bû. Heta dema merêv bala xwe didiyê, mesela, navê bajarên kurdan û Kurdistanê derbas nabe. Ji xwe, van sedemên jorê bi hêsanî destnîşan dikin ku divê dilê xwendevanên tirk nemînin da ku van romanan wek romanên tirkî bixwînin. Nîşaneya sînorên çandî û siyasî yên di hişê nivîskar de jî xuya dike ku ew Tirkiye ye, ne Kurdistan e. Di Payiza Dereng û Ez ê yekî bikujim ( yekî nakuje, yekê dikuje!) de çend caran behsa zimanê kurdî tê kirin ser çavan, lê wilo bi şêwazeke wek hawê ji devê yekî biyanî ve hatiye vegotin. (Adsay, 2014, r. 159)

Temo di vê romanê dîsa derdikeve holê. Di vira de lehend Temo, Diana, nivîskêr (Firat Cewerî) û Alan e. Vebêjer Temo û Dianayê ne. Di vira de jî nivîskêr (Cewerî) bi kelecana ku wê bê Kurdistanê semînerekê bide li ser romana xwe. Ew û Dianayê ji hev re payam şandine û bi şêwr li benda hevdîtina hevdû ne. Lewma di vira de jî bi pesn û senayan bi awayekî paşxaneyî ve xwe dide nîşan.

Maria melekek bû, romana çarem a Firat Cewerî ye ku lehengê wê terka welêt kiriye û çûye Swêdê. Piştî mirina Daniel ku lehengê romanê ye, di lêpirsîna polis de hevalên wî wek sedema rewşa wî ya xerab qala êşkenceyên li welêt dîtine, dikin. Herwiha xulase wilo didome. Dema em têne dawiya romanê nivîskêr bi serenavê beşa dawî ku bi navê Firat Cewerî ye wilo pesn û senayên xwe dide:

‘-Tu çi karî dikî?

Ez nivîskar im, min got.

Leif GW Persson vê carê pişta xwe tam spart pişteka kursiyê, lingên xwe avêtin ser hev û awira xwe bera ser min da.

-Tu nivîskar î?

-Erê, min got.

Min di ber xwe de hinekî bi şermokî got:

-Ez romanan dinivîsim.

Ez li bendê bûm ku ew mijara romanên min bipirse, lê nepirsî’. r. 130

 

Çavkanî

Adsay, Fexriya, Bîreweriyeke Brîndar Bênaviya Welatekî û Bajarên Wî Di Romanên Firat Cewerî de Bîreweriya Nivîskar û Rewşenbîriyê, Kovara Wêje û Rexneyê, hej. 1. 2014.

Cewerî, Firat, Maria melekek bû, Weşanên Avestayê, 2013.

Cewerî, Firat, Payiza Dereng, Weşanên Avestayê, 2005.

Cewerî, Firat, Ez ê yekî bikujim, Weşanên Nûdemê, 2008.

Cewerî, Firat, Lehî, Everest Yayınları, 2013.

Fanon, Frantz, Siyah Deri Beyaz Maske, Versus Yayınları, 2017.

 

Nivîskar: Mehmet Emîn Cirik

Derbar Çand Name

Check Also

Folklor û Helbesta Modern

Dr. Roger ACUN Di edebîyata modern da sûdwergirtina ji folklorê her tim bûye sedemên nîqaşan. …

3 Şîrove

  1. hekîm meretoyar

    J i ber ku nivîskarên kurd bi nûxwirê romana kurdî re mijûl in helbet karê wan giran e û rewşa qadê jî leylan e, lê nayê wê wateyê ku rexneya li berhemên wan tiştekî erzan e. Rexne hinek jî vekolîn e ku ev metna jor jî vê rewşê dilorîne.

    Spas bo keda nivîskêr û rexnegir…

  2. hekîm meretoyar

    J i ber ku nivîskarên kurd bi nûxwirê romana kurdî re mijûl in helbet karê wan giran e û rewşa qadê jî leylan e, lê nayê wê wateyê ku rexneya li berhemên wan tiştekî erzan e. Rexne hinek jî vekolîn e ku ev metna jor jî vê rewşê dilorîne.

    Spas bo keda nivîskêr û rexnegir…

  3. Mala te ava mamoste. Nivîsek pir baş buye.te qenc kiriye ku nivisek vî teherî nivis ye. Kêm zêde edî em dikarin bêjin qada romannûsê de edî em jî vaye hene. Ger nivis hebe , bê guman divê rexne jî hebe. Ger em miriyê xwe bibinîn. Emê bikin ku en zindî biparêzin. Bi heviya romannûs û rexnegitiyek baştir.

Leave a Reply