‘Xezal’a Sîma Semend

Ev berhem cara ewil di sala 1961ê de li Êrîvanê, cara diduyê 1996ê li Stocholmê û cara sisê jî 2015an de li Stenbul hatîye çapkirin. Gelo ji berî Sîma Semend jininên din hin berhemên wek vê pexşan nivîsîne? Heke nivîsîbin kî ne, navê wa û berhemên wan çi ne?

Bila ev pirs vêqasî li vir bin.

Bingeha cureyê çîrokê weke tê zanîn ji çîrokên gelêrî destpê dike. Her milletî li gorî tecrûbe û serpêhatîyên xwe çîrok honandine û ji hev re gotine. Çîrokên efsûnî bigre heta çîrokên şer û serpêhatîyên evîndara bi devkî nifş bi nifş hatine heta îro. Dema em li dîroka bêjeya nivîskî dinêrin cara ewil çîrokên Decameron balê dikişînin. Ji hingê û pê de her çûye cureyê çîrok bêjîyê şax vedaye û ber bi tekamulê ve çûye. Li gorî teorîyên bêjeyê çîrok ji van cureyan pêk tên:

  1. Çîrokên Dirêj
  2. Çîrokên Kurt
  3. Çîrokên Klasîk (Maupassant)
  4. Çîrokên Modern (Çexov)
  5. Çîrokên Bê Bûyer
  6. Çîrokên Fantastîk

Dema em bala xwe didin “Xezal”ê li gorî awayê honandina vê çîrokê bivênevê dê bikeve nav yek ji van şêweya. Ew jî şêwaza Çîrokên Dirêj e. Çîrokên Dirêj xwedî van teybetîyan in:

Ev cure çîrok, bi dirêjîya xwe gelekî dişibin romanê. Kadroya lehenga hejmarek gelekî qelebalixe. Nivîskar bi dile xwe dikare hejmara wan dîyar bike. Di van çîrokan de gelek bûyerên curbecur li hev tên alandin û bi vî awayî xeleka bûyera ava dibe. Kesayeta lehengî bi demê dirêj re pêkane bikemile û were guhertin. Mekanê çîrokê li gor dilê nivîskarî tê teswîrkirin û xemilandin. Peywendîya bûyeran bi hûrgilî tê vegotin. Bi saya vê vegotinê tu şik û guman namîne serê xwendeyî de.

Em ê hinekî berê xwe bidin berhema di destê xwe de. Berhem ji sê çîrokan pêk tê. Çîroka ewil navê wê “Xezal”e ya diduyê “Reva Rihanê” ya sisê jî navê wê “Mizgîn”e. Xezal û Reva Rihanê û Mizgîn bi tu awaya bi hev ve ne girêdayî û peywendîdar in. Her yek ji wan çîrokên serbixwe ne. Çîroka herî dirêj Xezal e. Mizgîn jî mirov dibêje qey nîvco maye. Çiku çîroka “Xezal”ê ji alê naverok û honandina bûyeran ve diruvên romanekî lê dikeve. Ezê jî sebe vê teybetîya çîroka Xezalê hewl bidin hinekî li ser wê bifikirim.

Bûyera çîroka Xezalê, wek çawe ji navê çîrokê jî dîyar e, serpêhatîyên keçeke bi navê Xezalê ye. Ev serpêhatî bi zimanekî realîst û honandineke kronolojîk hatîye vegotin. Çîrok behsa keçikek vîndarê xwendinê û xwedî nêrînek pêşverû dike. Behsa ji berî destpêka xwendina zaningehê bigre heta kuta kirina zaningehê û herî dawî daweta vê keçê tê kirin. Stûnê çîrokê sekna Xezalê ya li hember nehiştina xwendina keçan a gundîyên feodal e. Ew bi wê sekna xwe, çawe diçe dikeve azmûnên zaningehê û dawîyê de dibe bijîşkê gund, dibe rol-model. Lê ew ne tenê di vî warî de pêşeng e. Herwiha li dijî zewaca bê dil û bi qelen e jî. Çawe di serê çîrokê de bi zimanekî romantîk destpê kiribe heman rengî çîrok bi dawî jî dibe. Çîrok bi daweta Xezalê yanî bi gihiştina du evîndaran diqede. Ev jî tama çîrokên gelêrî dide.

Çîroka Xezalê bi teswîra cî û warên bûyer lê biqewime ango şayesandina gundê Elegezê destpê dike. Ev teswîrkirin jî bi zimanekî romantîk û hestyar û gelemperî tête kirin. “ … xulexula ava kanîyên sar, ku li deşt û mêrgan belav dibe û heta digihîje ber perrê çiya û banîyan”r.9  Gund û derdora gund wek quncikek ji quncikên bihiştê ye. Her der şîn, her der gul û kulîlkin. Ji bilî gundê Elegezê çend cî û warên din jî hene. Hin ji wan tenê navê wan derbas dibe hin cî jî wek fakulta bijîşkîyê ya li Êrîvanê hinekî kêm jî be tê teswîrkirin. Mekan bi kurtasî ev in gundê Elegezê, mala Xezalê, mala Karê, kolxozxane, zevî, enstîtûya doktorîyê, rawestgeha otobosê, bajarê Êrîvanê, dersxana beşa doxtorîyê, salona operayê, razanxane, Artaşat, mala Sêvê,gundê  Çamuşvan, nexweşxana Êrîvanê, mala Hemîd, nexweşxana Elegezê. Lê ji van cîyan tu mekan bi hûrgilî nehatîye şayesandin. Yanî em dikarin bibêjin mekan hene, lê em nikarin behsa mekanekî dîyar û zelal ê di hişê mirov de bimîne bike.

Mijara “zeman”ê çîrokê jî balkêş e. Çawe mekan bi awayekî romantîk hatibe vegotin eynî welê zeman jî bi zimanekî romantîk hatîye destpêkirin. “Bihar bû …” r.9 Mirov welê dizane çîrok ji bihara Xezal diçe dibistana seretayî  û pola dawî destpê dike. Bi vê vegotinê nivîskar balê dikişîne ser temenê Xezalê jî. Çiku Xezal jî di destpêka bihara temenê xwe de ye. Her wiha bihar, xam e, negihiştî ye, hêvî ye jî.  Dema havînê meha tebaxê dikeve azmûnên xwendingehên bilind (Yûnîversîte) “Meha tebaxê bû … Yên hatine ku îmtihanan bidin; di wan xwendingehên bilind da bixwînin.” R.18 Demekî gelek dirêj di çîrokê de dibore. Herwiha mirov dibêje qey demê romanekî ye. “Pênc sal bi vî awayî derbas bûn.”r.34. “ Ev herdu ciwan di kursa şeşan da bûn.” R.34 yanî ji bilî bihar û havîna ji berîya destpêkirina Xezalê ya zaningehê ve şeş salên din jî derbas bûye. Û piştî kuta kirina zaningehê jî  Xezal li gundê xwe Elegezê bijîşkîya gund dike. Demek ser re derbas dibe lê em nizanin çiqas wext derbas bûye. Ahmo tê xwazgînî. Piştî xwestina Xezalê re jî em nizanin çiqas wext derbas bûye. Lê “rojeke havînê yî xweş bû” r.40 de daweta Xezalê tê kirin. Ev jî amaje ser kemilandinê ve dike. Êdî Xezal ne keça xama ye, wê xwendîye û di nav salan re derbas bûye. Bûye xwey kar û berpirsîyarî jî. Tişta mirov ji van hûrgilîyan fêm dike, bi texmînî mirov dikare bêje “demê” vê çîrokê ne kêmî heft sala ye.

Kesên di çîrokê de navên wan derbas dibin zehf in. Ez li vê derê tehlîl û şiroveyên derbarê kesên di çîrokê de dûve dirêj nakim. Tenê dixwazim balê bikişînim ser zêdebûna kesên di vê çîrokê de. Lê ez vê jî nebêjim nabe; kesên di çîrokê de li gorî çarçeva peyama encama çîrokê de hatine îdealîzekirin û kesên di çîrokê de navên wan derbas dibe derûnîya wan bi kûrahî nehatîye teswîrkirin. Wek gelek berhemên kurdên Kafkasê de kesên di vê çîrokê de jî tenê du alî ne. Ên “baş/genc” her tim baş in, ên “xerab/neqenc” jî her tim neqenc in. Hin ji wan bi qasî navê serlehenga çîrokê “Xezal”ê zehf cara navê wan derbas dibin. Karê, Zeyneba dîya Xezalê û Ahmo.  Ji bilî van navan navên van kesên he jî di çîrokê de derbas dibin. Hin ji wan xwedî rol in hin jî ne zehf xwedî rol in.

Qaçax,        

Baxço,      

Sînem,      

Meyro,       

Bavê Ahmo,       

Mecîd,            

Broyê Şemo,      

Sêvê,          

Anîka,        

Şûşan,        

Erfût,                   

Şêx Werdê,  

Hemîd,              

Surmê,         

Kolya.

Bi van perspektîfan bi dilekî rehet em dikarin bêjin çîroka Xezalê çîrokek dirêj e û ji bandora çîrokên gelêrî rizgar nebûye.

 

M.Emîn Botî

Çavkanî: wejexan.blogspot.com

Derbar Çand Name

Check Also

Folklor û Helbesta Modern

Dr. Roger ACUN Di edebîyata modern da sûdwergirtina ji folklorê her tim bûye sedemên nîqaşan. …

Leave a Reply