Dema Hespên Serxweş -II-

Analîz û Têgehên Sereke

Bêguman di sinemaya kurdî de gelek têgeh hene. Lê li vir em ê tenê li ser çend têgehên sereke rawestin. Ev têgeh ev in; sînor, çiya, jin, rêwingî (veger-çûyîn) û zarok. Em ê di fîlmên navborî da şopa van têgehan bigerin.

Sînor

Di Dema Hespên Serxweş da mijar bi tevahî li ser sînor e. Sînorê ku di navbera Iraq û Îranê de ku mirovên herdu aliyê ber sînor jî kurd in, xwedî metoforeke dewlemend e. Eyub cara pêşî bi karwanê kaçaxvana re ji Îranê derbasî Iraqê dibe. Di vir de di çayxaneya da bi xebatkaran re bi kurdî diaxive. Her çiqas sînorek hebê jî ev mirovên li her dû alîyên sînor jî kurd in û bi heman zimanî diaxivin. Cil û bergên wan jî wek hev in. Ev nîşaneya ku her çiqas sînor di navbera wan de hebin jî ev mirov hê li ser heman kevneşopîyê ne. An ku ji heman netewî ne. Cara dawî Eyub ji bo ameliyata birayê xwe bi Madî re bi qantirê -ku qelenê xweha wî Rojîn e- diçin Iraqê. Ji ber ku derfetên ameliyatê li Iraqê hene. Ji xwe yê qantir ji bo perê ameliyatê li Iraqê bifroşê. Ji bo ku qantir li Iraqê bihatir tê firotin qantirê bi xwe re dibin. Cara dawî barê xweyî kaçaxiye bardikin û didin rê. Li ber sînor dikevin kemînê. Ji neçarî bi paş da direvin. Karwan ji hev belav dibe. Eyub, bi Madî û qantira xwe tenê dimîne. Rêya xwe winda dike lê di dawîye de tê ber sînor. Sînor bi têlan hatiye pêçan. Eyub keliyekê radiweste û duvre di ser têlan ra sînor derbas dike. Ev wek ku tê wateya, her çiqas sînor di navbera me de hebin jî em wan sînoran qebûl nakin û rojekê dê ev sînor ji navbera me rabin.

Behman Qubadî di fîlmê xwe de li ser sînorê ku axa kurdan parvekiriye radiweste. Di fîlmê Dema Hespên Serxweş (2000) da Eyub ji bo ameliyatkirina birayê xweyî seqet ji Kurdistana Îranê diçê Kurdistana Iraqê. Li wir kesê ku wan dibînê bi heman zimanî diaxivin. Van kesan biyanî nahesibîne.

Di fîlmê Stranên Welatê Min (2002) da Mîrza ji bo jina xwe ya ku berî niha bi bîst û sê salan terikandiye bibînê ji Kurdistana Îranê diçê Kurdistana Iraqê. Zimanê ku li herdu terefê sînor tê axaftin yek ziman e. Serpêhatiyên wan wekhev in. Ev her du fîlm bi derbaskirina sînoran diqedin. Di fîlmê Kusî Jî Dikarin Bifirin (2005) da bala mirov dikşênê li ser sînorên Iraq û Tirkiye ku bi têlên dirahî hatiye pêçandin. Qubadî di fîlme xwe ye Nîv Heyv (2006) de navê karakterekî xwe Sînor dideynê.

Çiya

Fîlmê Dema Hespên Serxweş li serê çiyayên bi berf derbas dibe. Gund li derdora çiya ava ne. Rêwingiya kaçaxvana seranser rêwingiyeke çiyayî ye. Ji xwe sînorên ku welatên kurdan ji hev kirine çiyayê kurdan jî ji hev kirine. Karwanê kaçaxvana di serê çiya ve derbasî aliyên dî yên sînor dibin. Di vî fîlmî de tev çiya bi berf in. Wek ku dixwazê jiyaneke paqij û spî pêşkeşî mirovan bikê.

Jin

Dema Hespên Serxweş de jin ne karakterên sereke bin jî Rojîn û Xesûya wê bi taybetmendiyên xwe fîlm dixemilînin. Rojîn dema dibe bûk her cûrêyên toreya kurdî dibe bûk. Bi cil û bergên xwe, li siwarbûna hespî, dema ji malê derdikeve girîyê wê, ev tev li gor toreya kurdî ne. Jixwe berîya ku bibe bûk ji xweh û birayên xwe re di wî temenê piçûk de kevanîye dike.  Wek her keçeke kurd ya gundî tevdigerê. Dema wê didin mêr ji bo ku dê û bavên wê nînin, apê Rojîn, wê dide. Rojîn bi ya mezinê xwe dike. Jinên kurd bi zilamên wan nasnakin re dizewicin. Rojîn jî li ser daxwaza mamê xwe bi kesekî ku wî nasnakê re dizewicê. Lê ev zewac ji mecbûrîyetekê çêdibe ku di encamê de ameliyatkirina Madî wek soz hatiye dayîn. Ev kevneşopiyeke kurdan ya klasîk e ku jinen kurd li ser daxwaza bav an mezinekî malê tên zewicandin. Daxwaza jinan li ber çavan nayê girtin.[1]

Xesûya Rojîn karaktereke bihêz e. Dema Rojîn bi Madî re tê xesû qebûl nake. Her çiqas apê Rojîn israr dikê jî, xesû ya xwe bi ser dixê û di dawîyê de bi ya xesûye tê kirin. Di vir de serdestîya xesûyê ber biçav e. Rojîn û jinên dî yen fîlm bi cil û bergên xwe û bi sergirêdana xwe rastiya kurdên ku li gundan dijîn derdixê holê. Amaneh bi zarokên dî re ji bo debara malbata xwe qedehan di nav rojnameyan de dipêçê. De ma ku sînor derbasdikin, zarok wek navgîneke kaçaxvaniyê têne bikaranîn ku defteran di nav cilên wan de têne girtin. Jinên kurd hê ji dema zaroktiya xwe de ji bo debara malê dixebitin. Ev xebat carna bi dirava ne carna jî kar û barê nav malê ye.

Rêwingî/Veger

Dema Hespên Serxweş rêwingiyeke kaçaxvaniyê ye ku dawiya wê nayê. Bi hezaran mirov di vê rê û rêwingiyê de hatine kuştin  dîsa jî karwanên kaçaxvanîye naqedin. Kurdên Îranê ji bo aborîya xwe bi rêyên kaçax diçin Iraqê. Ji bo ku bi awayekî kaçax diçin jiyaneke bi tehlûke dijîn. Mirov bi qantiran sînor derbas dikin. Di vê rêwingiyê de li ser sînor tirsa kemînên leşkeran heye. Car caran leşker karwanê kaçaxvana digrin û bi çekan erişî mirovên ku bar barkirine dikin. Rêwingiya dawî ji bo firotina qantir û ameliyatkirina Madî ye. Lê karwanê kaçaxvanan rastî kemînê te. Karwan ji hev belav dibe. Lê dîsa jî Eyub rêyeke dibînê û sînor derbas dike. Rêwingiya xwe bi vî awayî didomînê.

Zarok

Di fîlmê Dema Hespên Serxweş de fîlm tev li ser jiyana pênç zarokên ku xweh û birayê hev in diçe û tê. Dayika wan di ber welidandinê de, bavên wan di rêya kaçaxvanîye de dimirin. Madî zarokekî panzdeh salî ye lê ji ber nexweşîyê wek zarokekî sê salî dixûye. Eyub wek zarokekî duwazdeh salî xuya dike. Hemû barê malê li ser pişta wî dimînê. Armanca wî ya sereke ew e ku ji bo ameliyata Madî pereyan bide hev. Lê di vê armancê de bi ser nakevê. Amaneh ya ku çar-pênç sali ye wek alîkarê Eyub û berdestkê Madî xuya dike. Rojîn, wek şazdeh sali ye ku piştî mirina dêya xwe dibe kevanîya malê. Di dawiye de ji bo ku Madî ameliyat bikin zewacê qebûl dike. Zaroka piçûk hê pitik e. Rêwingiya Eyub ya kaçaxvanîye û zahmetîyên kaçaxvanîye mijara fîlm ya sereke ye. Eyub û Madî ji bo ameliyata Madî derdikevin rê. Tev tirajedîya zarokan e. Di vî fîlmî de Eyub û Emaneh serleheng in.

Encam

Di vê xebatê de hate dîtin ku derhênerê Kurd Behman Qubadî di fîlme xwe yê bi navê Dema Hespên Serxweş de têgehên ku jiyana civakî ya Kurdan re tekildarin aniye ser perdeya sînemayê. Ev têgeh bi taybeti di her fîlmê kurdî de kêm zêde hene. Trajediya Kurdan bi sînor, çiya, jin, veger û zarokan ve didome.

Mêrdin-Batman 2020

DILAZAD A.R.T

dilazadart@gmail.com

Derbar Dilazad ART

Berpirsyarê Giştî ê Zanîngeh Akademî Li ser çand û hûner, weje û sînemayê dixebitê. Nivîs û helbest û lêkolînen nivîskar di kovarên Kurdî û Tirkî de hatine weşandin. Wek dî lêkolînên nivîskar di gelek malperên înternetê te hatine weşandin. Bi zimanê zikmakî re (Kurdî) zimanê Tirkî û hinekî Îngilîzî jî dizanê.

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply