Nizanim di kevera dile kê ve daliqandî ma me Ew kê ye dest tavêje destê min da min ji keverê bifirîne Firîneke, mîna beybûneke bi per û bask.. Kî ye ew min ji erafa hebûn û nebûnê rizgar bike Kî ye ew mil dide milê min ê ji hev ketî Nizanim hêvî û diayên kê min ji dojeha xwedawendan rizgar …
Îlon, 2018
-
20 Îlon
diponijim
li ser pirtûkên ji hevîrê darê payizê li pêşiya zivistaneke reş bi bêrîkirina du demsalên borî bi peşwaziya ronahiya bihara jîndar bê av tême strandin bêyî tevlêbûna hevîrtirş li benda nanpêjên hosta di sarincên dorgirtî de dibin sir û seqama quflokî de hatime ji bîr kirin 26 Îlon 2001 Salih Turan Dayik Bê Roj in Weşanên Noş Hezîran 2014
-
15 Îlon
ew neçû hat
her ku ber bi te ve dihatim hiş diçû diketim dibûm dînê ber kirasê te te ez ber xwe ve dibirim mîna toza li erdê dihatim maliştin ez bi serê xwe dimam dema li bal te bûm jî te bi pozbilindî xwe ji çiyayên me jî bilindtir dikir ma nizanim ew tiştê ji min hatibû dizîn te li cem xwe …
-
10 Îlon
difikirim
bê mane ji te dûr li ber te ji xwe diçim ax û wax çi bibêjim tenê Difikirim… 25 Gulan 2000 Salih Turan Dayik Bê Roj in Weşanên Noş Hezîran 2014
-
5 Îlon
bûme tune li bal te
ez dilekî bi tenê û vemirî fera windabûyî li ser deryaya pêlgirtî keştiyeke noqavbûyî me were lê were ma ne bes e bawer be firmêsk hew diweşin ziwa me grîneke mirî termekî windabûyî lorîna mendalekî lavekarê te me bes ax lê ax ma min ne gotibû çîrokeke nîvco lê têrhêvî hebû ma wilo bû bê bext te pala xwe da …
Tebax, 2018
-
30 Tebax
taybetiya te
te nabînim tu ji min dûrî li te digerim li cihên nenas li warên bejî lê tu naxuyî ez te nabînim zêrekî binerd di ser de jî bend dor girêdayî ji ferşên asê hişkî polayî çima nikarim bikolim bal te nagihim cem te ji ber miriyî ez ne zindî me li tenîşta te palhevrîşima te li xwe dipêçim ne ku …
-
25 Tebax
lavekar
sêwiyê te me ji bîr naçê dema te termê xwe li ber dilê bêxwedî raxist, cendekek ji şopa te mabû li wê erda ji erdheja payeberz mayî. warên zindî lê diman veşarî bûn di nexşeyan de cîhan na xuyê ji xêzên bîranînên te pê ve gerokek hebû lep vekirî, lal, ker û lingekulî li ber dîwarên bejna te stutewandî, laveya …
-
20 Tebax
Ez ê
ez ê îro bibim mêvan li hembêza te tiliyên tîran jixwe direvînin bixim nav lepên xwe pêşî bi ser lêvên xwe ve bigerînim ezê dû re tiliyên cotdestan bihev bipêçim bibim ser sînga xwe deynim çirûska pêşîn li çirayên me vedim germahiya hembêzan bihev de bişewitînim ezê li ber pêsîra hingivîn bibim lavekar te bikim çiyayê sparteka xwe hemû çek …
-
20 Tebax
Pincarên Me
Pincarên me yek bi yek in; Çakindêl û çavbelek in Çavê kewê û bendik in Kerxinîq û merbendik in Kerbeşik û kundirok in Sersîvok û xatûnok in Çawîş, çûxik, gangilok in Sîrim, sitrok û zengilok in Binê gulê û adirok in Eynselîtk û dûvhespok in Kankevîrk û gaperçok in Nehne, pirpar û pîvok in Zengilzava û tolik in Qinêberk û qanqilok in Cehtirî û hefsîdank in Nanê çûçê û qûnsork in Edikza û mismisok in Pirpizêk û nawirzêk in Zûlên yektirî û tirşik in Xerdel, şebreq û tûzik in Kardû, goriz û kereng in Porçê pîrê, pîromerg in Nikula dîko û pûng in Pincarê spî, zêxindûr in Ên min hew bûn, lê zede kin Pincarên xwe ji bîr nekin Zimanê xwe dewlemend kin Hemîd çi …
-
15 Tebax
Ew
guherîn divê veguherîn divê jîn divê vejîn divê hestên min bi peyvên bêdeng digevizin di nav hev de gotinên jorîn carna dibin hêvî derman dikin birînên min carnan jî min dixin mitalan û dibin ber asoya xumam ve ligel ku kesek im tenê me bi serê xwe ji awirên hinavkê sergirtî be jî ew dibe ez ku ne şaş bim …