Nizanim di kevera dile kê ve daliqandî ma me
Ew kê ye dest tavêje destê min da min ji keverê bifirîne
Firîneke, mîna beybûneke bi per û bask..
Kî ye ew min ji erafa hebûn û nebûnê rizgar bike
Kî ye ew mil dide milê min ê ji hev ketî
Nizanim hêvî û diayên kê min ji dojeha xwedawendan rizgar dike
Nizanim kîjan xalxalok daxwazên min digihîne xwezawendan
Di olana awazan de denge kê ye ji min re dibe mertal
Gelo ma ez di xewn û xeyalên kîjan nêrgizê de me
Nêrgiza delal, ma ev çakbînî ji delaliya çavên te tevlî min bû ye?
Ne ji te be ez reş im
Ez qetran im
Ne ji te be ez tarîtiya binê goran im
Destê min pê bêhna xwe girê bide nêrgizê
Nehêle ez birevim
Ez ê bi zer û spîtiya te zelal bibim
paqij bibim
geş bibim…
wê xewna reş bike dîroka kevnare
Min ji nû ve biafirîne li ser niştamana xeyalên sor
Xeyalên xemrî…
Min xilas bike, ez muridê xemla te me…
Mustafa Dündar
Lehî
3.9.18