lavekar

sêwiyê te me
ji bîr naçê
dema te termê xwe
li ber dilê bêxwedî raxist,
cendekek ji şopa te mabû
li wê erda ji erdheja payeberz mayî.

warên zindî lê diman
veşarî bûn
di nexşeyan de cîhan na xuyê
ji xêzên bîranînên te pê ve

gerokek hebû
lep vekirî,
lal,
ker û lingekulî
li ber dîwarên bejna te stutewandî,
laveya gezikek heskirin dikir

dû re jî li ber xwe diket
kelogirî dibû
lê hêsir ne diverişiya
zirav ji nav lêvan diherikî
li şuna wê

Kewçêr 2002
Salih Turan
Dayik Bê Roj in
Weşanên Noş
Hezîran 2014

About Rêvebir

Check Also

8 rêbaz ji bo ku hûn xwe piştî veqetînê ji nû ve nas bikin

Gelo piştî veqetînek an guhertinek mezin a di jiyanê de, hûn xwe winda hîs dikin? …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *