Ez ê

ez ê îro bibim mêvan li hembêza te
tiliyên tîran jixwe direvînin
bixim nav lepên xwe
pêşî bi ser lêvên xwe ve bigerînim

ezê dû re tiliyên cotdestan bihev bipêçim
bibim ser sînga xwe deynim
çirûska pêşîn li çirayên me vedim
germahiya hembêzan bihev de bişewitînim

ezê li ber pêsîra hingivîn bibim lavekar
te bikim çiyayê sparteka xwe
hemû çek û mirtalan ji bîranînan re bi rê kim
xewa şêrîn bi ewlehî li ser çîmên te vejdar bikim

11 Adar 2002
Salih Turan
Dayik Bê Roj in
Weşanên Noş
Hezîran 2014

About Rêvebir

Check Also

Edebiyata Goranî Ya Klasîk

Edebiyata Kurdiya Goranî ya nivîskî ya klasîk li herêma Hewramanê û bi taybetî jî li …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *