Ew

guherîn divê
veguherîn divê
jîn divê
vejîn divê

hestên min bi peyvên bêdeng
digevizin di nav hev de
gotinên jorîn carna dibin hêvî
derman dikin birînên min
carnan jî min dixin mitalan
û dibin ber asoya xumam ve

ligel ku kesek im
tenê me bi serê xwe
ji awirên hinavkê
sergirtî be jî ew dibe ez
ku ne şaş bim ez jî dibim ew

25 Sibat 2001
Salih Turan
Dayik Bê Roj in
Weşanên Noş
Hezîran 2014

About Rêvebir

Check Also

8 rêbaz ji bo ku hûn xwe piştî veqetînê ji nû ve nas bikin

Gelo piştî veqetînek an guhertinek mezin a di jiyanê de, hûn xwe winda hîs dikin? …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *