Pincarên Me

Pincarên me yek bi yek in;

Çakindêl û çavbelek in

Çavê kewê û bendik in

Kerxinîq û merbendik in

 

Kerbeşik û kundirok in

Sersîvok û xatûnok in

Çawîşçûxikgangilok in

Sîrimsitrok û zengilok in

 

Binê gulê û adirok in

Eynselîtk û dûvhespok in

Kankevîrk û gaperçok in

Nehnepirpar û pîvok in

 

Zengilzava û tolik in

Qinêberk û qanqilok in

Cehtirî û hefsîdank in

Nanê çûçê û qûnsork in

 

Edikza û mismisok in

Pirpizêk û nawirzêk in

Zûlên yektirî û tirşik in

Xerdelşebreq û tûzik in

 

Kardûgoriz û kereng in

Porçê pîrêpîromerg in

Nikula dîko û pûng in

Pincarê spîzêxindûr in

 

Ên min hew bûn, lê zede kin

Pincarên xwe ji bîr nekin

Zimanê xwe dewlemend kin

Hemîd çi got, guh lê nekin!

 

Hemîd Hewrewî -Zazaki.net

Derbar ziman

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply