her ku ber bi te ve dihatim
hiş diçû diketim
dibûm dînê ber kirasê te
te ez ber xwe ve dibirim
mîna toza li erdê dihatim maliştin
ez bi serê xwe dimam
dema li bal te bûm jî
te bi pozbilindî
xwe ji çiyayên me jî bilindtir dikir
ma nizanim
ew tiştê ji min hatibû dizîn
te li cem xwe dihewand
û jiyan jî hatibû nixumandin
li piştperdeyan
zimanê ku peyv li hewayê digirt
hestên min bi dîtina coteçavan jîndar dikir
û ez dikişandim
ser wê rûniştgeha me ya pîroz
yan tu nizanî çi dikî
yan jî ez xwe li nezanîna derewîn dixim
ji hinavê dişewitim rast e
lê tu jî dişewitî bi wî arî
û her roj piçek ji wê rûdêna ku her dibişirî
dixî şûna madê sarî sarincî
tu dimirî dema ji bîr dikî
pekandina awirên vejînî
ez dihelim
tême meyandin bi sed salan
û roj tê ku xwe didim der
ji wê kozika dojehî ya ji bihuştan xweştir
bi tama xwe ya bêçûyîn tu li min dihatî pêçan
lewma min mirina xwe jî nêztir dikir
û ez mirim te nedît
axa li ser min kirin
ji nermahiya laşê te bû te pê nezanî
demê ez avdam û şîn hatim
gul, beybûn, rihan, nêrgiz
û yên din…
gora min li nav bîn û dîmenên zindî bû
qelaştin ax ji ser hilanîn
ez bûm jiyan ji nû ve
bextewarî li min vegeriya
hemû xweşî bûn ê min ji xeynî te
tu jî difetisî
di wê sarbûna nav nivînê de
ez bûm çar demsal
di hemû demên jiyînê de
çawa ku tu mirî ez şîn hatim
lê dîsa jî neçû ji bîrê ew rojên çûyî
3 Tebax 2001
Salih Turan
Dayik Bê Roj in
Weşanên Noş
Hezîran 2014