Forum

Sermawêz, 2022

  • 2 Sermawêz

    Ziman Şîrîn e

    Ziman şîrîn e, bi hilm û bîn e Wî bihebîne, lew nazenîn e Ez im evîndar, ji dil birîndar Zarêm evîn e, xîr, cehd û vîn e Ji wî dikim hez, bi wî dijîm ez, Bo wî dikim lez, pirê caran bez Li her derê wî dişopînim û Li çolê ber pez, tew wî dikim gez. Bê zar, bê heş …

  • 1 Sermawêz

    Îkram Oguz: ”Di 5 salîya xwe da min dest bi xwendina kurdî, 45 salîya xwe da jî dest bi nivîsandina kurdî kir.”

    Lokman Polat – Pirs: 1 – Birêz Îkram Oguz ji kerema xwe, tu dikarî xwe bi xwendevanan bidî nasîn? İkram Oguz – Her kurdê ku li gund hatîye dunyayê xwedî du rojbûnan e. Ji wan yek ya rastî ya din jî ya fermî ye. Rojbûyîna wan a rastî nedîyar, ya fermî jî bi piranî 1ê Çile ye. Lêbelê rojbûyîna min …

Cotmeh, 2022

  • 28 Cotmeh

    Dilo, hilo; êdî bes e!

    Dilo, hilo; êdî bes e! Dilo, hilo! Hey haviyê havînan, tolaz û sawiyê zivistanan, êdî bes e! Biharê geş, havînê terixî, payîzê westiyayî yî û zivistana te refes e. Seba tayek porê yarê heft pûtan bi carekê dihebînî mey li dêst; te yar kiriye keybanû, dayika qijik li ba te bûye bihuk û teres e. Dilê dayikê li Mizgefta Qûbayê …

  • 28 Cotmeh

    Romana Semerqand – 3 (Amîn Me’lof)

    Emer wê şevê, di nava koşka havîngeha Ebû Tahir ya li serê girekî, di nava bexçeyê fireh û jê re hatî veqetandin de, ji bo razanê xwe hir de wê de zivirand. Li ber serê wî, li ser sêpayeke nivz, pênûs, hoqa, çiraya vemirî û pirtûka wî ya vekirî û vale hebû. Pirtûka rûpelê ewil vekirî û ti tişt tê …

  • 23 Cotmeh

    Mihemed Seîd Temel: ”Ez evîndarê zimanê Kurdî me”

    Lokman Polat – Pirs : 1 – Birêz Mihemed Seîd Temel ji kerema xwe, tu dikarî xwe bi xwendevanan bidî nasîn? S: TEMEL– BERSIV 1– Navê min Mihemed Seid paşnav jî Temel dane min. Malbata min 150 sal berî îro navça Midyadê ji Gundê Helexê koçî Batmanê Gundê Tilmercê kirine. Ez di sala 1952 yan da li vî gundî hatime …

  • 21 Cotmeh

    Romana Semerqand – 2 (Amîn Me’lof)

    Di dîwana Qazî Efendî ya fireh de, ronahiya ji çirayan diçirisî, rengê rûyê Xeyam kiribû weke şimayê. Heçko dînek har be, du muhafizan herdu milên wî re girtibûn û bi vî awayî li ber dêrî sekinandibûn. Qaziyê ku li wî alê mezelê rûniştî, Xeyam ferq nekiribû. Dozek qedandibû û li dozdaran re niqaş dikirin. Şîret li yekî dikirin û yê …

  • 16 Cotmeh

    Romana Semerqand – 1 (Amîn Me’lof)

    Di vî kuncikî de dê êdî romana ”Semerqandê yê Amîn Me’lof” wê werê weşandin.   PIRTÛKA YEKEMÎN HELBESTVAN Û DILDAR   Bêje, ka kê zagona te binpê nekirî ye? Bêje, ka tama temeneke bêguneh çi ye? Heke neqenciya min kirî, tu bi neqenciyê li min bidî sencandin Ka bêje, ferqa min û te çiye? Emer Xeyam   Carna li Semerqendê, …

  • 13 Cotmeh

    Gerek Di Nav Du Rojên Xweş De Li Festîvala Duhokê Ya Rewşenbîrî/5

    Her ku ez diçim festîvalekê, wê çûna xwe ji destpêkê ve dinivîsînim; festivala çi ye.. li kû ye.. kê şandiye pey min û kî bi min re ye, dinivîsînim.. Di vê nivîsê de jî, bi min xweş e ku li dor çûna xwe û hevalên xwe, wek şanda nivîskarên Kurd li Rojava ji bo Festîvala Duhokê ya Rewşenbîrî-5 binivîsim û …

  • 12 Cotmeh

    Mîratxûr

    Ez nanê edebiyata gelêrî dixwim. Ew kilam wêrgerê hestên min in. Bi xêra wan ez ya dilê xwe dibêjim. Dibe ku ew mêrên berê bi saya wan şerên berê vegerin nav me. Hingî ez bûme biyanîyê vî welatî, ez hêvîdar im ku bi wan dîlokan bême nav civatê. Weke zilaman çarmêrkî li nav we rûnim. Ez li we dihisînim, dibe …

  • 12 Cotmeh

    Fêrgîn Melîk Aykoç: ‘Di her zimanî de bîra gel, azmûnê gel, anane û kevneşopiyên gel, têgîhîştina gel heye.’

    Lokman Polat – Pirs : 1 – Birêz  Fêrgîn Melîk Aykoç ji kerema xwe, tu dikarî xwe bi xwendevanan bidî nasîn?  Fêrgîn Melîk Aykoç – Rojbûnên me Kurdan yek li jêr yek li jor dişibin hev. Ez anegorî agahiya dê û bavê xwe teqrîben çel – pêncî roj li pey beranberdana sala 1951 an li gundê Baskan /Gimgimê hatime dunê. …