Romana Semerqand – 2 (Amîn Me’lof)

Di dîwana Qazî Efendî ya fireh de, ronahiya ji çirayan diçirisî, rengê rûyê Xeyam kiribû weke şimayê. Heçko dînek har be, du muhafizan herdu milên wî re girtibûn û bi vî awayî li ber dêrî sekinandibûn. Qaziyê ku li wî alê mezelê rûniştî, Xeyam ferq nekiribû. Dozek qedandibû û li dozdaran re niqaş dikirin. Şîret li yekî dikirin û yê din azar dikir. Welê dixweya ku ev, girtinheveke cîranan bû. Rika kevin zîldabû û kitekitên tiroviro derketibûn holê!

Kifşbû ku Ebû Tahir ji wan kerixîbû û ji serokên malbatan dixwest ku hev hembêz bikin û aş bibin. Di cihde yekî gavek avêt lê yê din ê weke dêwekî xwe şûn ve kişandibû. Qazî, şeqamek welê lêda ku yên din di nava xofekê de hiştin. Kesê weke dêwekî, bêhnekî li rûyê qaziyê bihêrs ê ku zele lêdayî nihêrî û paşê, tişta jê re gotî kir.

Piştî her kes derket, Ebû Tahir, ji bo nîzing bibin işaretek da milîsan. Wan jî, rapora xwe dan. Rahiştin vegotina sedema wê qelebalixa li kolanê. Soxînê dor gihat Rûbirin. Di Pêşberî qazî de bejna xwe tewand. Diyarbû ku qazî ew ji zû ve nas dikir. Ebû Tahir, ka çi difikiriya ji rûyê wî diyar nedibû lê guhê wî li wan bû. Çend kêliyekî sekinî, ponijî û paşê ferman da:

—Bila girse belav bibe. Bila herkes, di rêya herî kurt re here mala xwe.

Pey re berê xwe da êrîşkaran û qêriya:

—Hûn jî herin malên xwe. Ji berî sibeyî, biryar nayê dayîn. Yê tewanbar işev li vê derê bimîne. Yê bin çavdêriya zelamên min de be, ne tu kes din!

Rûbirîn, karkir ku îtiraz bike ji vê fermana bilez û bez re, lê dewa xwe da hev û pişta xwe qof kir û selamek da qazî û derket.

Dema Ebû Tahir û zelamên xwe man tenê, li pêşberê Emer de ev gotina şaşmayî got:

—Qebûl kirina Emer Xeyamê Nîşabûrî, di vî meqamê bilind de şerefek e.

Qazî ne bi tinazî bû û ne jî bi kelecan… Ti kelecan lê nedixweya. Dengek nerm, axaftinek sererast, birhên stûr, rihek gevez, rûyek bê simbêl û awirên bi mereq…

Vaye saeteke li bin çavên tinazok de li şpîya hatî sekinandin. Ji Emer re ev rasthatin hê pêtir bû sebebê şaşbûyînê. Ebû Tahir, piştî çend kêliyên bi hostayî borandîn domand:

—Emer, tu ne biyaniyê Semerqendê yî! Temenê te ciwan e lê zandarîya te deng veda ye. Serkeftina te, di dibîstanan de mînak tê nîşandan. Ma ne tu yî, yê pirtûkeka Îbnî Sîna li Îsfaxanê heft caran xwendî û li Nîşabûrê jiber peyv bi peyv dubare kirî?

Xeyam, di Maweraûnnehîrê de bi sehkirîna hunera xwe keyfxweş bû, lê dîsa jî bigumanbû. Ji devê qazîyeke Şafiîyan bihîstina navê Îbnî Sîna, ewlehî nadayê. Jixwe hêca destûra rûniştinê jî derneketibû. Ebû Tahir domand:

-Ji gotinan ne tenê vedîtinên te, çarmalikên te yên zehf xerîp jî hene.

Gotinên bipîvan, ne tewanbar û ne paqkirinî. Bi tenê rêyeke bi tewlûpêncik û bi pirsyarker. Emer, biryara xerakirina bê dengîyê da:

-Rûbaîya Rûbirîn digot, ne ya min e.

Qazî pê destê xwe ew sekinand. Vê carê dengê wî hişk û dijwar bû:

-Ne giringe, te ev an ew nivîsandî. Gotinên welê zindiqî ji min re gotin ku heke ez wan dubare bikim ez ê jî weke nivîskarên wan gunehkar bêm hesibandin. Niyeta min ne ew e ku ez wan li te bidim dubare kirin ku te bidim cezakirin. Tewanbarkirina sîmyageriyê vî guhî re çû û yê din re derket. Niha em tenê ne. Wek du kesên naskirî û min tenê divê ez rastîyê bizanibim.

Dilê Emer ne rehet bû. Ji xapekî ditirsiya û naviya biştexile. Ji niha ve xwe di destê celad de dihesiband. endamên wî jêkirî, bedena wî parçekirî an jî li çarmixê hatî dayîn. Ebû Tahir, dengê xwe bilind kir. Weke qêrînê:

-Kurê Birahîmê konfiroşê Nîşabûrî; Emer! Tu dikarî dostekî nasbikî?

Di van gotinan de, jidiliyek zextikan bide Emer, dihate sehkirin. “naskirina dostekî?” Pirs hilanî û danî, li rûyê qazî temaşe kir, bi baldarî beşişandina wî û recifandina riha wî nihêrî. Hêdî hêdî hesta ewlehîyê, nava wî germ kir. Rûyê wî sist û nerm bû. Ji destên parêzkaran xelas bû. Jixwe li ser işareta qazî, wan jî tengî ne didayê. Qazî jidil beşişî lê dîsa pirsa xwe dubare kir:

—Bi rastî, tu weke gotinan zindiqî?

Ev ji pirsekê wêdetir, qêrîneke bêhêvî bû. Xeyam bersivand:

—Ez ji xîretkêşîya bawerhişkan ditirsim lê qet min ne gotî ye yek dido ye.

—Te negot lê tu fikirî?

—Qet. Xwedê şahidê min e.

—Ji min re ev bes e. zena min de, ji xwedê re jî. Lê ji gel re? Gotin û tevgera te dişopînin. Yên min û hikumdar jî.  Te halê gotî ye: “Carna ez diçim wan mizgeftên, têde sihik a alîkarîya rojê dike heyî…”

—Bi tenê, kesê bi afirînerê xwe re lihevbe, di cihê îbadetî de rehet radize.

Li ser awirên Ebû Tahir ên bi guman, Emer bi kelecan domand:

— Ez ne ji wan kesan im ku yên îmana wan ji tirsa dadê û duayên wan ji secdêne. Ez çawa dua dikim? Ez li gulê dinêrim, li stêran dinêrim, ji delalîya afrîneriyê re heyran dimînim. Berhema wî ya herî mezin û herî spehî ji mirov re, ji mejîyê wî yê ji zandarîyê re birçî, dilê wî yê ji heskirinê re tîn, sehekên wî, sehekên wî yên têr bûyîn an jî hişyarbûyîn, ji hemû sehekên wî re heyran dimînim.

Qazî, nav mitalan re rabû ser xwe û hat li ba Xeyam rûnişt. Nav awirên parêzkaran yên şaşbûyî re destê xwe li ser stûyê wî re avêt û got:

—Binêre dostê ciwan, xwedayê mezin, tişta ku mirov bikaribin bigihijinê ya herî giranbuha daye te: Zeka, rewanbêjî, tendurustî, spehîtahî, daxwazîya hînbûnê, zewq standina ji jîyanê, taqdîra mêran û zena min de heyranbûyîna jinan. Hêvîdarim tu ji zananîniyê bêpar nehiştibî. Ji ber ku zanîniya girtina ziman tinebe, ev tiştên min hejmartîn hemû, ne dibin sebebê  heyranbûyînê û ne jî tên parastin.

—Ma divê ez bimînim hêviya kalbûna xwe, heta ku tiştên ez difikirim bibêjim?

—Tiştên ku tu difikirî, heta nevîçîçirkên te jî kal bibin ancaq bêne gotin. Em, serdema raz û tirsê de dijîn. Divê du rûyê te hebin, tu yê yekî nîşanî gel bidî yê din nîşanî xwe û xwedê. Heke te bivê çav û guh û zimanê te hebin, çav û guh û zimanê xwe jibîr bike.

Qazî bê deng bû. Ev bêdengiyek ji berxwe bû. Bêdengiyek welê bû, jûr mişt dikir, ji yê pêşberê xwe re jî ştexalî nedihişt û derdor tekûz dikir. Çavên Emer li erdê, li benda wî bû. Diviya dorê bide qazî, da ku gotinên di serê xwe de hilbijêre.

Lêbelê Ebû Tahir piştî bêhnek kûr kişand, fermanek tund da zelamên xwe. Piştî parêzkar derketin û derî dadan, qazî rabû. Mehfûrek a dîwêr hilda û devê qutîyeke xeritandî vekir û pirtûkek jê derêxist û bi îhtimam raberî Emer kir. Êdî nerm bûbû û di rûyê wî de îfadeyek piştgir xuya dikir.

Vaye ev pirtûk, ew pirtûka min ango Benjamîn O. Lasege, destê xwe dayiyê û bi destê xwe vekirî, ew bû. Ez bawerim, berê jî dema hinan destê xwe dayîyê ev hest sehkiribûn. Pirtûk, stûr bû û bi qepaxek hişk û xeritandî hatibû ciltkirin. Kevîyên perên wê hatibûn xwarin. Lê wê şeva havînê ya neyê ji bîrkirin de, dema Xeyam pirtûk vekir, du sed û pêcêh rûpelên wê vale dîtin. Li ser rûpelan, ne nivîsek, ne wêneyek, ne nîşeyek, ne li kevîyên rûpelan xêzek, ne li ti derên wê mînyatorek!

Ji ber ku kelecana xwe veşêre Ebû Tahîr, rahişt ştexaliyê:

—Ev jii Kagheza Çînê çêbû ye. Heta îro ji vê kaxizê baştir li Semerqendê nehatiye çêkirin. Ji taxa Matûrîdê cihûyekî, gorî şêweya berê ji dara tû ya spî çêkiriye ev kaxiz. Tenê ji bo min. Binêre, destê xwe bidiyê eynî weke hevrûşim e.

Qirika xwe paqij kir û domand:

—Birayeke min hebû, pazdeh salan ji min mezintir. Dema mirî temenê te de bû. Helbestek nivîsandibû, Ji ber ku xweşê hikumdarê wê demê neçûbû, bi êşkeceyê li bajarê Belhê hat kuştin. Ew bi avakirina mezhebek din tewanbar kirin. Ez nizanim rast bû an na, lê  jiyana xwe bi helbestekî, helbestek ji rûbaîyeke piçekî dirêjtir guherand. Min ev yek ti carî nebexişand.

Dengê wî du çiqil bû û bêhn birhayî rabû şpîya:

—Vê pirtûkê veşêre. Dema serê te de rêzikek çêbû û ji bo derkeve ber tavê hat ser devê te, wê ji xwe re bihêle. Weke razekî li vê pirtûka veşartî binivîse. Dema tu binivîsî jî Ebû Tahir ji bîr neke.

Gelo Qazî, bi vê helwesta xwe û bi van gotinên xwe dizaniya ku di dîroka wêjeyê de dibe sebebê razeke herî parastî? Ji bo vedîtina helbestên Emer Xeyam yên narîn, ji bo hesibandina Rûbaîyatê ya herî resen a hemû serdeman û ji bo têgihiştina çîroka xerîp ya vê destnivîsa Semerqendê, diviya heşt sed sal biborin.  Yê Qazî ji kû bizanibûya?

Derbar Kurdjan Sorî

Check Also

Mîr Dr. Kamîran Bedirxan û 81 Saliya Rojnameya Roja Nû

Îro (3)ê gulana 2024an, 81 sal de di ser weşan û belavkirina rojnameya (Roja Nû) …

Leave a Reply