Forum

Sermawêz, 2022

  • 28 Sermawêz

    Receb Dildar: ”Ziman wek şîrê dayikê ye. Tu bi wî şîrî têr dibî, dayik te mezin dike.”

    Lokman Polat – Pirs : 1 – Birêz Receb Dildar ji kerema xwe, tu dikarî xwe bi xwendevanan bidî nasîn? Receb Dildar- Bersiv: 1-  Ez di sala 1958an de, li Bedulyê hatime dinyê. Bedulî gundekî navçeya Çinarê ya Dîyarbekir e. Kalê min ji navçeya Karazê bar kirîye û hatîye li gundên Çinarê yên wek Bedulî, Hemranî û Quwecixê maye. Ji …

  • 26 Sermawêz

    Romana Semerqand – 6 (Amîn Me’lof)

    Jinek û zelamek… Wênesazek ku navê wî nayê zanîn, ew li ber hev re dirêj kirine û li hev pêçayî xeyal kirin e. Cihikeke ji gulan û cûweke bi rengê zîv li ber lingên wan diherike daniye. Çiçikên xwedawenda Hindê yên girover, ji Cîhanê re layîq dîtine. Di desteke Emer de badînek mey û pê destê din, gulîya dildara xwe …

  • 25 Sermawêz

    Ferhengeke kurdî-erebî ya sala 1881ê

    Ferhengeke kurdî-erebî ya ku ji aliyê Şêx Mihemed Mearûf El-Nodî ve hatiye nivîsan, ku di sala 1838an de wefat kiriye, [rehma Xwedê lê be], pêşkêşî kesên eleqedar tê kirin, destnivîsa pirtûkê ya El-Ehmediye ye.  Dîroka destnivîsê digihîje sala 1881ê. Hûn dikarin bi rêya lînka jêrîn destnivîsê bibînin an daxînin. https://digital.staatsbibliothek-berlin.de/werkansicht?PPN=PPN621246522&PHYSID=PHYS_0004&DMDID=DMDLOG_0001

  • 25 Sermawêz

    Deryayên kûr

    Rabû û çû Ji ber ku neaxivî Û birastî nediaxivî çimkê nedixwest ku here.   Rabû û çû Ji ber ku pir diaxivî Û birastî pir diaxivî Çimkê nedizanî çi bibêje Da ku bimîne û neçe.   Rabû û çû Ji ber ku carnan diaxivî û carnan bêdeng dima diaxivî ji bo ku wê mijûl bike daku neçe Û bêdeng …

  • 25 Sermawêz

    Dr. Mîkaîl Bilbil re li ser mijara “Standardkirina zimanê kurdî” hevpeyvîn

    Hevpeyvîna ARTA – Dr. Mîkaîl Bilbil, koordînatorê Weqfa Mezopotamyayê li Dîyarbekirê Babetên hevpeyvînê: Weqfa Mezopotamyayê û projeyên wê Rewşa zimanê kurdî li Tirkîyê Xebatên ji bo standardkirina zimanê kurdî Sîrwan H. Berko ev hevpeyvîn pêk anî. Kamera û montac: Elend Şêxê Deng: Ehmed Qafûr

  • 23 Sermawêz

    “Seîdê Kurdî û Zimanê Kurdî”

    وَأَنْ لَيْسَ لِلِْنْسَانِ اِلَّ مَا سَعَى “Ji bo însan, Ji bil ked û xebata wî, tiştekî din jê re tune ye.” (Necm:39) Hem jî “cesaret û namûsa millî” ya ku sebeb û hamiyê her camêrî û fezîletê ye, ferman dike ku: Çawa ku we heta niha rê û mecra ji mêjî, ber bi dil ve vekir û wihareng aqil mezc û tevlî …

  • 21 Sermawêz

    Saqoyê M. Uzun û romana kurdî

    Ji nifşê salên 70’î ku endamên wê ji rêxistinên curbecur dihatin, bi çûyina Ewropayê re û bi dîtina serbestiya zimanê kurdî ya li wan welatên penaberiyê, nifşekî wêjeyî peyda bû. Vî nifşê nû, kurdî berî hertiştî weke qada terapiya xwe dît. Weke darên ku ji rehên xwe veqetiyayî, hemûyan xwe li zimanê kurdî girt. Komele, weşanxane, rojname û sazî û …

  • 21 Sermawêz

    Qeyrana ziman û wêjeya kurdî

    Civatên ku bi zimanekî bindest dipeyivin ku ji qedexeyên giran derbas bûye, ji zimanê xwe direvin û wî kêm dibînin. Mejî û hişên dagirkirî endamên civakê ji mirovahiya wan bi dûr dixe, wan bê nasname dihêle, lewre gava ku nasnameya xweser ji destê mirov tê stendin, û heger mirov li hember zexta ziman û çanda serdest li ber xwe nede, …

  • 21 Sermawêz

    Kamiliya vegotina romanê

    Pirsa pêşîn ku di vegotinê de tê kirin ew e ka gelo kî di nava deqeke wêjeyî de çîrokê dibêje. Ew kesê ku em jê re dibêjin vebêjer, gelo di nava çîrokê de lehengek e an kesekî derveyîn e? Mesafeya di navbera çîrokê û vebêjerê wê de bivê nevê dê awayê vegotina çîrokê û belkî tevna wê jî biguherîne. Lewre …

  • 19 Sermawêz

    Kurd û perwerdehî

    – Mamosteyê kurdan kî ye? – Dewlet! Ma heke mamostê kurdan dewlet be îcar wê çawa mala kurdan xera nebe, hişê kurdan talan nebe? Mixabin, lê rastî ev e, em ji koledarê xwe (dewleta serdest) dixwazin azadiyê fêrî me bike. Em ew qasî ji rastiyê dûr û bê -hiş in. Dewlet di dibistanên xwe de -ku îdeolojîk û nijadperest in …