Ziman şîrîn e, bi hilm û bîn e
Wî bihebîne, lew nazenîn e
Ez im evîndar, ji dil birîndar
Zarêm evîn e, xîr, cehd û vîn e
Ji wî dikim hez, bi wî dijîm ez,
Bo wî dikim lez, pirê caran bez
Li her derê wî dişopînim û
Li çolê ber pez, tew wî dikim gez.
Bê zar, bê heş im, mîna serxweş im
Ez ne bi weş im, çep, rast dimeşim
Ta nebînim ez zimanê kurdî,
Tu car nabim geş, bê wî nexweş im
Kel da dilê min, hêz da milê min
Hate silê min, zar bû cilê min
Pê ez xemilîm ta ez edilîm
Ziwa bûn hestêm, nema şilê min
Bê zar xizan im, baş vê dizanim
Nebe, nezan im, yê ber pezan im
Şivanek bêkêr, tûrik vala û
Ne tu hozan im, tiştek nizanim
Ziman jiyan e, rih û giyan e
Ew sermiyan e, lewra viyan e
Li wî xwedî me, bi wî zindî me
Zarê dêyan e, hêz û şiyan e.
Ziman biwêj e, bi tam û çêj e
Bêje, bibêje, bo nebî gêj e
Ji bo zindî be, lê baş xwedî be,
Çêtir vebêje, rind wî biwêje,
Hemîd Hewrewî, bizan peyrew î
Ta baş nekewî, tu nabî qewî.
Bi xwendinek baş, têgihiştinê
Bi pêş bixwe wî û bîne hewî.
Hemîd Hewrewî
Amed, 31.10.2022