Mîratxûr

Ez nanê edebiyata gelêrî dixwim. Ew kilam wêrgerê hestên min in. Bi xêra wan ez ya dilê xwe dibêjim. Dibe ku ew mêrên berê bi saya wan şerên berê vegerin nav me. Hingî ez bûme biyanîyê vî welatî, ez hêvîdar im ku bi wan dîlokan bême nav civatê. Weke zilaman çarmêrkî li nav we rûnim. Ez li we dihisînim, dibe ku ez jî weke we mêranîyekê bikim û tola xwe ji xayînan bistînim. Ez pesnê xwe bi we didim. Her roj bahsa we dikim. Pesnê xwe bi evînên we didim. Ez nekim jî hema bi gotinên we, dibêjim ezê yara xwe birevînim. Li her civatê ku şîretek ji devê min derdikeve şîretên we ne, hişmendîya we ye, tecrûbeyên we ne. Bi xêra wan xelk li min dihisînin û qîmetekê didin min. Her çiqas we ew qas gotinên pêşîyan hiştibin jî, her çi qasî ev qas zêr li bal min bin jî tûrikekî min ku ez karibim wan qas zêran têxêmê nîne. Berî ku we şer bikira, we bi mêranî nav li xwe dida. Va ye ez jî nav li xwe didim; lê bi fedî: Ez mîratxûrê edebiyata devkî me; lê min hê tiştek lê zêde nekirîye.

Ti kar û hilberîya min nîne. Ez bi zêrê dîrokî aboriya xwe dikim. Di bin erdê de ne, di şikeftan de ne, di tirban de ne. Ez wan derdixim û difroşim. Ma hûn nabînin ku mirî, zindîyan têr dikin. Bi xêra wan em gezek nan dixwin. Ji xwe peyasa berhemên dîrokî di destê min de ye. Ez çi hêjayê bidim çi, qîmetê wê ew e. Ez pesnê xwe bi mirovên dîrokî didim, ji kîsî wan leheng im. Çîrokên wan ji xwe re difroşim. Tiştên ku ji wan mane hingî zahf in, ez sîyaseta xwe li ser wan ava dikim: Pirsgirêkên rojane bi paşerojê dinixumînim. Ez mîratxûrekî pir xûrek im, mêşeke genî me; lê xelk dibêjin qey ez mêşa hingiv im. Ez mîratxûrê dîrokê me kavilek li ku be, hûnê min li wir bibînin.

Derbar Zîwer Îlhan

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply