Romana Semerqand – 1 (Amîn Me’lof)

Di vî kuncikî de dê êdî romana ”Semerqandê yê Amîn Me’lof” wê werê weşandin.

 

PIRTÛKA YEKEMÎN

HELBESTVAN Û DILDAR

 

Bêje, ka kê zagona te binpê nekirî ye?

Bêje, ka tama temeneke bêguneh çi ye?

Heke neqenciya min kirî, tu bi neqenciyê

li min bidî sencandin

Ka bêje, ferqa min û te çiye?

Emer Xeyam

 

Carna li Semerqendê, xilaseka rojeke tengav û fetîsok de, bêkar û pêxasên bajêr li alûleya herdû meyxaneyên nik sûka biharatan de, ne ji bo meya welatê Soxdê ya bi tam û bêhn vexwin, lê ji bo çavnêrkirina yên tên û diçin an jî ji bo lêdana hin kesên nîvsermest û êvarborêk, dihatin û diçûn. Kesê dest wan biketa, di erdê re dirêj dikirin. Heqaret lê dikirin û têxistin nava agirê dojeheke welê de xemrahiya wê şeraba ji hiş dixist bi sedsalan bîne bîra wan.

Vaye Rûbaiyat, li ser buyereke halê, di havîna 1072’yê de dest bi nivîsandina wê hat kirin. Emer Xeyam bist û çar salî bû û vaye demek bû li Semerqendê dima. Wê êvarê çûbû meyxaneyê an jî ji xwe re digeriya û tesadûfê ew kişandibû wir? Keyfa gera gaz bi gaz ya bajareke nenas û bi çavên vekirî nêrîna xilaseka rojeke hezar şêwegir… Di kolana Zevîya Bûklindêrê de kurikek piçûk, sêva çiripandî ber singa xwe ve girtî ye û direve. Li sûka çûxadaran di hundurê dikanekî de li ber ronahîyeke lewaz ya çirayekî de leyîstoka tewleyê didome. Piştî avêtina du zaran çêrek û keneke xirxirik dihate sehkirin. Zemboqeya tayikrêsan de hêstirvanek sekiniye û rûyê xwe dişû. Paşê jî çawa zarokeke razayî maçî bike welê xwe ditewîne û lêvên xwe dirêjî muslixê dike. piştî têhna xwe dişkîne, destên xwe yên şil di rûyê xwe de tîne û şikur dike. Ji bo ew jî vexwe toşalê zebeşeke nava wî vale ji erdê hiltanî, tijî av dikir û di serê hêstirê de dikira.

Di qada titunfiroşan de, jinikek ducanî nîzingê Xeyamî bû. Dema berûka xwe vedikir mo dizanî ancaq pazdehsalî heye. Di cihde çend lib şahberûyên di destê Xeyam de hilfirandin. Ne gotinek û ne li ser lêvên wê yên zarokwar beşişandinek. Xeyam şaş nebû. Ev li Semerqendê baweriyek kevinbû. Jinikek ducanî diviya biwêribûya dema li kolanan rasta zelamekî xweşê wê herê bê, xwarina wî ji destên wî derêxe. Bi vî awayî zaroka bê dinê, yê weke wî qeşeng, weke wî zirav û dirêj, weke wî cindî û weke wî esîl û lihevhatîbûya. Emer, hem li jinika jê dûrketî nihêrî û hem xwarina şahberûyên di destên xwe de domand. Wê navê re sehkirina himhimekî bû sedemê lezandina wî. Bi qasî bistekî de xwe di nava revdeyeke mirovên welê de dit ku weke seyên har ên zincîra xwe qetandî bûn. kalek ê por spî, çepil dirêj û boqil dirêj li erdê re dirêj bûbû. Ji ber tirs û rikê qêrên wî bûbûn îske îsk. Bi çavên xwe ji yê nû hatî re lavahî dikir. Qasî bist kesên rêh qij û dest bidar, dora wî evdalî girtibûn. Ji wan wêdetir girseyek temaşekar û bicoş berhev bûbû. Ji nav wan yekî dema rûyê Xeyam yê bi hêrs dît got: “Ne giringe, ev ji Cabîrê dirêş pêştir ne tu kes e.” Emer veciniqî. Ji xwe de pêlek yê fihêtiyê gewrîya wî de rûnişt. Ji xwe re got: “Cabîr, hevalê Ebû Elî!” Bi rastî kesên bi navê Ebû Elî, zehf dihatîn dîtin. Lê divê bila li Buhara be, divê li Cordoba, divê li Belhê, divê li Bexdayê be, dema navê wî birêz bihata gotin bi hêsanî dihate zanîn  ku ka ew kî ye. Ev ji Îbnî Sîna pêştir ne ti kes bû. Ew ê li Rojava Avîcenne tê nasîn. Emer ew nas nekiribû. Di piştî mirina wî yazdeh salan hatibû dinê. Lê ew hostayê herî gewre yê serdema xwe, seydayê hemû zanyarîyan û weke hewariyê mantiqê pejirandi bû. Xeyam dîsa ji xwe re got: “Cabîr, hevalê Ebû Elî yê herî baş!” cara yekem bû ku Cabîr didîta lê derheqê jiyana wî ya bêyom de zanyariya wî hebû. İbnî Sîna, Cabîr weke peyrewê xwe dihesiband. Lê rexneya wî li ser lezgîniya pêşkêşkirina raman û bêperwatîya wi hebû. Cabîr ji ber vê bêperwatîya xwe, bi rojan zindanêde mabû û hatibû hingavtin. Di bûyera dawî de li Qada Mezin a Semerqendê de di ber çavên malbata wî hatibû qamçîkirin. Cabîr ev yek qet ji bîr nekiribû. Cabîr, zelameke wêrek û bêpakî bû. Çawa çêbû bû ku guherîbû, bûbû zelamek kal? Herhalde ji ber mirina jina xwe! Piştî mirina jina xwe bûbû weke evdalekî. Cilên perîtok li xwe dikirin û di nava kolanan de bi gotinên telewele ditewtişiya. Qêr û fitik û çepikan birek zarok pey diketin, weke artêşekî bi keviran ewqas diêşandin ku hêstirên ziwa ji çavên wî dihatin.

Emer, li ber meyzekirina vê bûyerê de, ji xwe re got: “Ez hay ji xwe nemînim yê rojekê ez ê jî bikevim vî halî.” Tişta jê ditirsiya ne sermestî bû; waye demek bû navbera wî û meyê de dûrketinek hebû. Esas tirsa wî, ji mirovên avikê rûyê wan teqayî bû. Naxwesta wî feqîrê evdal ku li wê erdê hatî dorpêçkirin bibîne. Diviya ji wir dûr bikeve. Lê disa dizanîya ku nikare dostekî İbnî Sina, bihêle nava lepên van mirovên har de. Hêdî hêdî pêş ve çû û dengeke bi nerm got:

—Vî rebenî berdin, bila here!

Sergerdeyê wan, di ser Cabîr de hatibû. Zivirî û Li pêşberî mêhvanê xwe yê bê dawet sekinî. Di rûyê wî de şopa birîna kêrikekê kûr hebû. Rûyê xwe milê birînê aliyê Emer ve zivirand û dest bi ştexaliyê kir. got:

—Ev zelam sermestek, zindiqek, feylosofek e!

Ev peyva paşî weke dijûnekî ji devê wî derketibû.

—Em êdî li Semerqendê yek feylesofî jî naxwazin!

Ji qelebalixê dengê pejirandinê bilindbû. Li gorî wan peyva feylesof, dihate wateya zanîstiya bê ol ya Yewnan, piranî kesê ji bilî ol an jî wêjeyê her tiştî re eleqeder be. Emer Xeyam, li qasî temenê xwe yê ciwan jî feylosofek naskirî bû. Ango; li gorî vî rebenê Cabîr nêçîrek mezintirbû. Welê dixweya ku zelamê rû birîndar ew nas nekiribû. Ji ber ku pişta xwe dabiyê. Ketibû nava karê xwe û bi pora extiyarî girtibû û serê wî sê çar caran li alê rastê û çepê ve dihejand û welê lê dikir ku heçko serê wî li diwarê herî nîzing bide, hilda û avêt. Dijwar bû lê dîsa jî di helwesta wî de endazeyek hebû. Wek çawa nevê vî karî biqedîne, welê bû. Xeyam ji vê yekê sûd wergirt û ket dewrê:

—Wî kalî berde! Ew mêrebîyek e, nexweşek e, dînek e. Ma tu nabînî? Bi xurtî lêvên xwe dilivîne.

Sergerde, bi qevazekî hat ba Xeyam û wek çawa tiliya xwe bêxe nava çavên wî de, jê pirsî:

—Mo dibêje qey tu wî baş nasdikî. Tu kî yî? Tu ne Semerqendî yî! Kesê ku te li vî bajarî nasbike nîne!

Emer, tiliya wî paş de dehf da. Zelam gavek paş ve avêt lê dîsa lê şidand:

—Navê te çî ye zelamê biyanî?

Xeyam vesekinî, li ciheke xwe vehewîne gera û li ezmên nihêrî. Ewrên heyv nixwumandî dîtin. Bê deng ma û keserek kişand. Ketina nava ramanan, hijmartina stêran yek bi yek bi navên wan, çûyîna cihên dûr û revîna ji komên gel!

Girseyê dora wî rapêça û çend dest li milên wî ketin. Bi xwe ve hat û got:

—Ez Emer, kurê Brahîmê Nîşabûrî. Ka tu kî yî?

Pirsek bi bê bingeh bû. Qet nîyeta zelam tinebû ku xwe bide nasîn. Ev der bajarê wî bî û pirs û pirsyar tenê mafê wî bîn. Wê paşê Emer, leqabê wî hîn bibûya. Rûbîrîn dihate naskirin. Zelamê dest bidar û zimanşît û pêşerojê de Semerqendê bihejîne. Niha bi tenê, serdarê van zelamên dora xwe ye ku bi îşaretekî tişta bivê dikare li wan bide kirin. Cih de çavên wî biriqîn û li hevalên xwe zivirî û paşê jî bang kir girseyê:

—Heylê! Kurê Brahîmê Nîjabûrî Emer. Çawa çêbû û min nas nekir? Stêra Xoresanê, ya Îranê, ya Iraqê. Iraqa Ereb û Ecem, pîtolê herdu Iraqan. Mîrzayê Feylosofan: Emer!

Qaşo, çawa silavekî bidiyê, dema tiliyên xwe li ber keviya şaşika xwe ve şeqandin, tirqêniyek li pêxasan ket.

—Xwediyê îman û baweriyê, nivîskarên rûbaiyan. ma kê nas nake?

 

Ey xwedayê min!

Te şerbikê min ê meyê şikand.

Te rîya zewqa min xitimand.

Te meya min a bi rengê hinarê rijand

Ma tu sermestî? Ey xwedayê min!

Tobe tobe!

 

Xeyam, bi hirs û tirs guhdar kir. Zextikek halê, dihate wateya daxazkirina kuştinahiyekî. Ji bo nava girseyê de didanên hinekan neyên sîrdan, bi cihde dengekî bilind qêriya:

—Vê çarînê ez nû sehdikim. Rûbaiya min nivîsandî halê ye:

 

Ti tiştî, ti tiştî nizanin, navin bizanibin.

Fermanrewayê cihanê ne, li van cahilan binêre.

Kesê ne ji wan be, dibêjin kafir jê re

Rîya xwe bidomîne, Xeyam tu li wan nenêre.

 

Xeyam, dema got; “li van cahilan binêre” bi destê xwe girse nîşanda ku çewtiyek mezin bû. Çeng û dest rabûn û ji vî mil, wî mil ve vegijgijandin. Cilên wî parçe bûn û bi derbeke ya çokê erdê re dirêj bû. Di bin lingên vê qelebalixê de perçiqî, lê qet parastina xwe nekir. Bedena wî, weke danê di cohnî de diperçiqî, cilên wî zûl bi zûl dibûn lê wî qet dengê xwe dernedixist û weke kavirê li ber kêrê xwe berdabû. Êdî ti tişt seh nedikir û bi ti tiştî nedihesiya. Xwe berdabû û di cîhana nava xwe de winda bûbû.

Wê hînê re ji bo sekinandina vê gengeşiyê, deh zelamên çekdar hatin û Xeyam weke mêhvanên bê dawet li wan nihêrî. Li ser kolosên wan yên kulav, işareta kesk a zabitên Semerqendê hebû. Dema êrîşkaran ew dîtin, cihde ji Xeyam dûrketin lê ji bo kirinên xwe mafdar derêxin, girse ji xwe re kirin şahid û dan ber qêran:

—Sîmyager! Sîmyager!

Li gorî fermîyetê, feylesofî ne sûç bû lê encama sîmyageriyê mirin bû.

—Sîmyager? Ev simyagerek biyanî ye?

Qet niyeta fermandarê zabitan tinebû ku bikeve nava niqaşan. Got:

—Heke ev zelam bi rastî sîmyager be divê em bibin ba dadgerê mezin Ebû Tahir.

 Herkesî Cabîrê Dirêj ji bîr kiribû. Ew careke din rabûbû ser xwe, li derve digerîya, ji xwe re sond dixwara. Û çû hundurê meyxaneyekî. Emer, bê alîkarî rabû ser xwe. Li ti kesî nedinêrî û raste rast dimeşîya. Tevgera wî ya bi şanaz, cilên wî yên zûl bi zûl û rûyê wî yê bi xwîn, wek çawa bi kemikekê nixwumandî be welê bû. Li pêşiya wî hêzên zibatan yên xetîre di destên wan de, rê vedikirin. Li pey wan rivdeya êrîşkaran dimeşiya. Li pey hemûyan jî pêxas dihatin.

Emer, ne ew didîtin û ne jî sehdikirin. Li gor wî kolan bêkes, rûyê erdê bêdeng û ezman bêewr bû. Semerqend, ew welatê xewnan bû ku hêca ji berî çend rojan ji nû ve dîtî.

Bêsekin û bê bêhnvedan, sê heftiya meşiyabû, hatibû Semerqendê. Li gorî şîretên yên ji berî wî hatîn Semerqendê, bi rast çûbû li ser keleha Kuxandîzê û li bajêr temaşe kiribû. Ji wî re gotibûn: “tu yê av û heşînahiyê, kulîlk û darên ji alê bexçevanên hunermend ve weke fîl, hêştir û Pilingên ji xwe qevastinê re amade kirîn, hatîn kezixandin bibînî.” Bi rastî jî li rojavayê kelehê, ji pişt Derîyê Dêrê heta Deriyê Çînê, darên  êqar ên hembiz û cûwên avê yên bi şirşir dîtibûn. Paşê, hirde wêde minareyeke ji tûxleyan, kubeyek qewartî, spîtahiya dîwarê koşkeke piçûk li ber çavên wî ketibû. Di kevîya gola avê ya bîşengan girtî de jinikekî keziyên xwe vekiribûn û çîptazî diket avê. Ew wênesazê destnivîsa Rûbaiyatê nexişandî ku nayê zanîn ka kî ye, gelo nexwestibû ku vê biheştê vebêje? Dema Emer dibirana Asfîzarê, cihê ku li Semerqendê qaziyê qaziyan Ebû Tahir lê rûdinişt, dimenên di xeyalên wî de, ma ne ev bûn? Ji xwe re digot: “ez ji vî bajarî nefret nakim. Heke ew jina di golê de diket av, leylanek be jî. Heke rûyê rastîyê, weke rûyê Rûbirîn be jî. Heke ev şeva hênik, şeva min ya paşî be jî.”

 

Werger – Kurdjan SORÎ

Derbar Kurdjan Sorî

Check Also

Mîr Dr. Kamîran Bedirxan û 81 Saliya Rojnameya Roja Nû

Îro (3)ê gulana 2024an, 81 sal de di ser weşan û belavkirina rojnameya (Roja Nû) …

Leave a Reply