Forum

Hezîran, 2020

  • 15 Hezîran

    Pirtûkek kurteçîrokan “Ji Qeraxên Dilan”

    Di nav weşanên “Ar”ê de bi navê “Ji Qeraxên Dilan” pirtûkeke kurteçîrokan a nivîskarê kurd Mevlut Aykoç derket. Pirtûk  87 rûpele. Di pirtûkê de 43 kurteçîrok hene. Çîrokên ku di pirtûkê de ne bi rastî jî li gor navê xwe kurteçîrokin. Hinek kurteçîrok rûpelek, hinek du rûpel û ya herî dirêj jî sê rûpele. Pirtûk bi kurteçîroka sernavê “Keça Porzer” …

  • 14 Hezîran

    Perwerdehî Çiye ?

    Perwerdehî; ji bo ku mirov di jiyana civakê de cîhekî bigire û jiyana xwe berdewam bike destkeftiyên zanîn, şareza û fêmkirinê ne. Perwerdehî, ne dem an wexteke serbixwe ye, perwerdehî pêvajo ye. Pêvajoya hînbûn û hînkirinê ye. Ji bo kalîtekirin û standartilîzekirina jiyana kesayetî û civakî, û li hember sextiya jiyanê asankirin, tev pêvajoya perwerdehiyê ye. Digel vana wateya perwerdeyê …

  • 13 Hezîran

    Pirtûka Kendal Ya Mehmet Akar

    1-Dewlikên avê yê di du cihên cûda de kevin. Di alîyekê de Xanimê di xwîna xwe de bipengîze, di alîyê din de jî Anî. Ew çîroka li ber min hatibû nivîsîn, yê ji dû min jî bidomîne.    2- Piştre bi cîranî û dostanî Xelef û Arto, dest bi avakirina mabeda însanîyetê kirin. Arto kevirek li dêrê dianî, Xelef kevirek …

  • 12 Hezîran

    Ji Bo Kurdan Medyaya Civakî û Youtube

    Dixwazî bipejirînin an jî nepejirînin, ev dewr dewra medyaya civakîye (fêsbûk, tiwîtir, înstegram youtube û tîktok). Û ev nexweşiya koronayê şûnda medyaya civakî gelekî derkete pêş, êdî gel televizyona zêdetir, medyaya civakî û youtube yê dişopînin. Divê demeke kin de Kurd jî li ser youtubê naverokên dewlemend amade bikin. Him agahîyên kurdî a belav bibin a din jî hûn kanin …

  • 11 Hezîran

    Taybetiya Kurdên Xorosanê

    Kurdên Xorasanê bi sedan sal e li axa bavûkalên xwe dûr ketine,lê hê jî ziman û çand û hunera xwe diparêzin. Durist e ku hin guhertin di urf û edetên wan de çêbûye. Herwiha di axaftina wan de hin peyvên biyanî cih girtine,lê dîsa jî cihê kêfxweşiyê ye ku ew hê jî pêbend in li ser ziman û axa xwe. …

  • 11 Hezîran

    Demên Berê

    Gava em zarok bûn her tişt xweş bû, ji bo me jîyan mina lîstikekî bû. Ji bilî listikê tu tişte xema me nebû. Hertim derd û kulê me listik bû. Serê sibê gava em hişyar dibûn me taştê dixwar û nedixwar em bilez diçûn lîstikê û me heya êvarê  bi hevalên xwe re dilîst. Listîkên me jî pir bûn, gog, …

  • 10 Hezîran

    NAZIM HIKMETÊ POLONÎ JI BO QETLÎAMA DÊRSIMÊ ATATURK PÎROZ KIRIYE

    Di sala 1940 hetanî dawiya salên 90î, li Tirkiye û li Bakûrê Kurdistanê piraniya Kurdên Sunî bi serê Nazim Hikmet û piraniya Kurdên Elewî jî bi serê Ataturkî sond dixwarin. Nazim Hikmetê ku li Tirkiye, li Bakûrê Kurdistan û li Yekîtiya Sovyetan, wek xwedayekî zindî yê dunig ji bo ”demokrasî û mafê mirovan” dihate naskirin, piştî qetlîama Dêrsimê bi nameyeke …

  • 9 Hezîran

    Bila Ew Roj Ne Roja Xweda Ba!

    Hûn ji der ve hatin bûne bela serê me,  Kurdan û cînarên me. Min di beşa nivîsa  li ser hatina Selçuqî ya, hatina Kurdistanê  nivîsandî bû. Vê car jî li ser zordariya li gelê me û li min û malbata min bûye divê bînim ziman. Lê borîna xwe ji we xwendevanan  dixwazim, ku hûn nebêjin gelo çima? qala xwe dike. …

  • 7 Hezîran

    Têgehên Netewî û Welatparêziya Melayê Cizîrî

    Gellek lêkolîner welatparêziya wêjeya kurdî ji Şêx Ehmedê Xanî destpêdikin û heta dewra îroyîn jî tînin. Ev fikir ji sedî sed rast nîn e. Xanî gellek ked daye û di dewra wî de bi xebatên xwe di wêjeya kurdî de cihekî mezin ji Kurdbûn, ji Kurdistanîbûn û ji Zimanheziyê re veqetandiye û ev fikrên netewîbûnê bi Xanî re gihaştiya kemalê. …

  • 7 Hezîran

    Pirsname – Ciwanê Abdal

    20 Pirs? – 20 Bersiv √ – Ciwanê Abdal 1. Çandname: Peyva ku herî jê hez dikî?  Bijî gelê Kurd, Bijî Kurdistan.. Bijî evîna min. 2.Çandname: Van rojan  kîjan stranî guhdarî dikî?  Li stranên Mem Ararat guhdar dikim, çimkî gotin hesanin û bi wate ne, û him jî awaz xweşin. 3.Çandname: Ti bo te nirxa herî pîroz çî ye? Ez …