Gava em zarok bûn her tişt xweş bû, ji bo me jîyan mina lîstikekî bû. Ji bilî listikê tu tişte xema me nebû. Hertim derd û kulê me listik bû. Serê sibê gava em hişyar dibûn me taştê dixwar û nedixwar em bilez diçûn lîstikê û me heya êvarê bi hevalên xwe re dilîst. Listîkên me jî pir bûn, gog, goga darê, tuta darê, kerkê keledoş hwd, Lîstikên di bîra minda mane evin. Gelek hebûn lê mixabin kar û xebat, derd û kulê dinyayê mirov û hişê mirov pîr dike.
Wê demê her tişt bi me xweş bû. Ez nizanim ji bo çibû û sedem çîye. Me çi xwarin bixwara û me çi bikira bi me pir xweş û kefxweş dihat. Car caran zaroktîya min tê bîra min û ez dibêjim, em zarokên ji vê demê pirtir bi siûd bûn di her alî de. Dema me de her tişt bi kurdî dihate bilêv kirin, dayîka me bi me re bi kurdî diaxivî. We demê derfetên mina niha destên me de tinebûn, derfetên ên mezin lîstik bû û ew jî bi kurdî bû. Gava em ji dayîk bûn me her tişt bi kurdî nas kir. Xwarin, vexwarin, çûyîn û hatin, xebat, kirîn, firotan, heya ku were hişê me her tişt bi kurdî bû.
Ya herî xweş ew bu ku çîrokên me bi kurdî bûn. Gava tarî dikete erdê em ji lîstikê dihatin malê me şîv dixwar piştî şîve pîra malê dest bi çîroka dikir. Berê mîna niha ne înternet hebû ne jî televizyon hebû, zarokên malê tev dora pîrêka malê dicivîyan û pîrê dest bi çîroka dikir.
Ax demên berê xwazil dîsa paşve bihatana. Ez niha li zarokên vê demê mêze dikim dilê min pir bi wan dişewite. Sedema wî jî gava ji dayîk dibin ji ber teknolojîya vê demê ji kevnaşopîyên bav û kalên xwe bê tune dimînin. Ez bawerim salên berê çûn, êdî naynê were jî wek mîna berê tehm tuneye …..
Îrfan Şahîn