Taybetiya Kurdên Xorosanê

Kurdên Xorasanê bi sedan sal e li axa bavûkalên xwe dûr ketine,lê hê jî ziman û çand û hunera xwe diparêzin.

Durist e ku hin guhertin di urf û edetên wan de çêbûye.

Herwiha di axaftina wan de hin peyvên biyanî cih girtine,lê dîsa jî cihê kêfxweşiyê ye ku ew hê jî pêbend in li ser ziman û axa xwe.

Dema peyva Kurd û Kurdistanê berçavê wan dikeve hemahema dilê wan dikute û hêsir ji çavên wan tê xwarê û hêviya wan ew e Kurdistan ji bin zilm û zorê rizgar bibe û kurd bi azadî bijîn.

Kurdên Xorasanê di van salên dawîn de bi mebesta parastina ziman û çanda kurdî gelek sazî û komele damezrandine û çalakvanên kurd li pey vê yekê ne ku xelkê kurd ji bişaftinê rizgar bikin. Ji ber ku kiriyarên ne licî ên hikûmetê dibên sedem ku her roj zimanê neteweyên di hundir Îranê de lawaz bibin û tenê zimanê serdest ku farisî ye bi pêş bikeve.

Heta Kurdên Xorasanê pirtûkek bona perwerdehîya zimanê kurdî dane çapkirin lê hêzên îstixbarata Îranê ew pirtûk dan sekinandin û digot ew pirtûk weke meseleyeke siyasî ye û hewldanek bo guhertina fikira civaka kurd li Xorasanê dizanîn.

Hetanî niha tu lêkolîneke fermî li ser hejmara nifûsa kurdên Xorasanê nehatiye encamdan.lê saziyên kurdan texmîn dikin ku nifûsa kurdan milyonek heta du milyon û nîv kes e.

Kurdên Xorasanê ji gelek êl û eşîran pêk tê û yek ji serdarên navdar ê kurdên Xorasanê Serdar Eywez Xanê Celalî ye ku li hemberî hêzên Yekitiya Sovyetê berxwedaneke mezin û bêhempa kiribû.ji ber ku di peymanek di navbera hikûmeta Qacar û Yekitiya Sovyetê bajarê Fîrûze ku ji êla Celalî bûn ji axa kurdên Xorasanê hatibû veqetandin û ew bajar radestî Rûsan hatibû kirin û Serdar Eywez Xan hewl dabû ku dîsa wî bajarî ji Rûsan bistîne,lê mixabin ew xwesteka wî pêk nahat û bajarê Fîrûze niha beşek ji axa Turkmenistanê ye.li serdema Qacaran li herêma ku kurd lê dijiyan bi navê Kurdxane ango warê kurdan navdar bû.

Urf û edet û kultûreke kurdên Xorasanê ya taybet heye. Herwiha lîstik û govendên wan cuda ne ji govend û dîlanên ku li Kurdistanê tên lidarxistin.

Armanca sereke ya kurdên Xorasanê wekî hemû kurdên her dera welêt, parastina zimanê kurdî ye da ku xelkê kurd ji bişaftin û jinavçûyînê rizgar bibe.tevî hemû astengiyan ew xebatên xwe didomînin û tu carî paşve venakişin.

Yaqûb Kurmanc

Derbar Çand Name

Check Also

Saeta Wenda

ustin Wright û Edward Breath, du misyonerên ameríki, gava ku li Îranê digeriyan û çerx …

Leave a Reply