Ji Bo Kurdan Medyaya Civakî û Youtube

Dixwazî bipejirînin an jî nepejirînin, ev dewr dewra medyaya civakîye (fêsbûk, tiwîtir, înstegram youtube û tîktok). Û ev nexweşiya koronayê şûnda medyaya civakî gelekî derkete pêş, êdî gel televizyona zêdetir, medyaya civakî û youtube yê dişopînin. Divê demeke kin de Kurd jî li ser youtubê naverokên dewlemend amade bikin. Him agahîyên kurdî a belav bibin a din jî hûn kanin bi ev xebatan pera jî qezenckin. Hûn jî zanin niha li ser dinyayê gelek ciwanên biçûk bi xêra youtubê dewlemend dibine.

Hûn jî zanin li ser televizyonan, radyo an jî rojnameyan xebatên Kurdî gelekî hindik, qels û dijwar e. Lê medyaya civakî ji bo xebatên jiyanê him hêsanin him jî pereyekî zêde nelazim e.

Ji me re ser her qadê jiyanê video û nivîsên kurdî lazim in, ew jî encax li ser înternetê tê kirin, qadeke nû û derfetên xwe jî gelekî zêdene.

Divê hûn li ser youtubê hesabekî nû vekin û naverokên nû barkin. Ku hesabî we hezar (1000) kesî derbas bike ji bo her temaşe/demê pere jî tê dayîn. Niha hinek kes êdî tene vî karî dikin û sed hezaran kes vîdeoyên wan temaşe dikin.

Firat Bawerî

Derbar Çand Name

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply