Forum

Li Muzîka Kurdan a Kevneşopî Nêrîneke Giştî-7

HIN FORMÊN MUZÎKAL Li herêman bi binavkirinên cihê, formên muzîkal ên cur bi cur hene: Lawje (lawij, lawik) Hewayên serbest in ku rîtmeke wan a diyar nîn e. Dengbêj; lawjeyan jî destanan jî distrên. Lê lawje li gorî çîrok û destanan kurtir in. Bastûra wan a melodîkî diyar e. Di …

Read More »

Li Muzîka Kurdan a Kevneşopî Nêrîneke Giştî-5

Karapetê Xaço (1902-2005) Karapet, “dengbêjê çilekêş ê xeta Bişêrî-Qamişlo-Erîwanê” û îcraker û şopînerê kevneşopiya dengbêjiya Evdalê Zeynikê ye. Karapet wiha digot: “Xezîneya kurdan di berîka min de ye, eger ku ez dest bi gotina stranan bikim ne ku du sê roj, mehek têra min nake.” Tê texmînkirin ku di xezîneya …

Read More »

Dinyaperestî û Sedemê Şkestina Hêvî Yê

Her tevgerê civakî de demê dest pê kirinê tim û tim kelecan dibe. Mensubê wê tevgerê endam û kesê ku dil danê ye pêşîyê kelecan û aqsîyonî pir tişta dikin, nav her karîdane û dixwazin tim û tim her tiştî bikin lê deme kê şunda kelecan hêdî hêdî darre û aqsîyon wenda dibe. Ji bo vê guherandinê sedem zêdene em ê jêr ser hinekî bisekinin e.

Read More »

Lawikê Fille

Qefle li jêra Gundê Çilkaniyê sekinî. Li cîhê sekinîn aveke tenikê zelal diherikî. Pêşiyê siwarî çûn ser avê. Gewriyên xwe yên ji germa havînê ziwa bûbûn, bi wê ava hênik şil kirin. Serçavên xwe ji toz û dûmana ku li wan danîbû û tevan bi hev re xistibû nav rengekî …

Read More »

Li Muzîka Kurdan a Kevneşopî Nêrîneke Giştî-6

RADYOYÊN BEXDA Û ERÎWANÊ Di salên 1950 û 1960’î de Radyoya Erîwanê ya li Ermenistanê (Beşa Kurdî ya Radyoya Dengê Ermenistanê) û Radyoya Bexdayê ya li Iraqê (Beşa Weşanên Kurdî ya Radyoya Iraqê) bi kurdî jî dest bi weşanên çandî kirin. Piştre radyoyên Urmiye, Kirmanşah û Tehranê jî dest bi …

Read More »

Dayê ji min re hinarekê bîne

Êdî wê fam kiribû ku ya kuştunê ye. Diket odeya xwe bi tena serê xwe rûdinişt; di nav bêdengiyê de destê xwe dida ber cênîkên xwe û li ser halê xwe diponijî. Jixwe gava bav û bira li mal bûna xwe rê wan nedida. Carna dêya wê dihat bi benda …

Read More »

Li Muzîka Kurdan a Kevneşopî Nêrîneke Giştî-2

Dîroka muzîka kurdî Em dibînin ku hunermendê kurd ê bi navê “Avger”, ku di dema qraltiyê de, ya ku ji salên 280’yî yên Berî Zayînê heta salên 130’yî yên Piştî Zayînê berdewam kiriye jiyaye, bastûra muzîka gelên Mezopotamyayê sîstematîze kiriye. Îbrahîm Mûsilî, li Bexdayê hunera xwe pêşkêşî Harûnê Reşîd kiriye …

Read More »

Li Muzîka Kurdan a Kevneşopî Nêrîneke Giştî-4

MUZÎKA KEVNEŞOPÎ YA KURDÎ Û DENGBÊJ Dengbêj ku serpêhatiyên xwe yan jî bûyerên civakî yên ku bihîstine, çîrok û efsaneyan bi meqamkî vedibêjin û ew muzîsyen in ku bîra (hafizeya) wan gelekî xurt e. Çavkaniyên dîrokî-kevneşopî yên muzîka kurdî, dengbêj in. Dengbêj tê mehneya kesê ku bi “deng vedibêje”. Di …

Read More »

Çavên li ser darê

Çavên Şîlan û Zîlanê li ser şaxeke dara çinarê mabûn. Xwîn ji wan dinuqutî, bi zorê derdora xwe didîtin. Çavên Şîlanê deng li yên Zîlanê kirin:       – «Zîlan, ma ew dilê ku li ser cadê di nav lingan de diçe û tê ne yê te ye?»       Çavên Zîlanê …

Read More »