Perwerdehî Çiye ?

Perwerdehî; ji bo ku mirov di jiyana civakê de cîhekî bigire û jiyana xwe berdewam bike destkeftiyên zanîn, şareza û fêmkirinê ne. Perwerdehî, ne dem an wexteke serbixwe ye, perwerdehî pêvajo ye. Pêvajoya hînbûn û hînkirinê ye. Ji bo kalîtekirin û standartilîzekirina jiyana kesayetî û civakî, û li hember sextiya jiyanê asankirin, tev pêvajoya perwerdehiyê ye. Digel vana wateya perwerdeyê ya herî kurt, bi dilxwazî guhertina reftaran e. Di dana perwerdehiyê de dilxwaziya ku mirov dozînende dike tune be, dê ti bandora perwerdehiyê tune be. Divê pêvajoya perwerdeyê de dilxwazî hebe. Perwerdehî, bandora li ser mirov a fîzîk û civakê ye.(Durkheim) Her wuha Tyler jî perwerdeyê wekî guhertina risteyên reftarî ya mirovan dinasîne. 

GIRÎNGIYA PERWERDEYÊ 

Perwerdehî di gelek mijaran de agahdar dike, gelek mijaran diguherîne  û gelek mijaran jî zêde dike. Ji xwe perwerdehî bi komkirinê li hev zêde dibe û rê û dirbên nû vedike. Di her hawî de bandorê li nêrîna mirovan a li hember jiyanê dike. Pîşe, statû an cihê mirovan li civakê diyar dike. Her wuha şert û mercên civak û malbatê diguherîne. Li gor Feylesofê Frensî Helvetiusî “Perwerdeya we çi be, hûn ew in.” Di rabirdû an biçûkahiyê de meriv çi perwerdeyê bistîne, meriv hew qas pê zane û hew qas pêş de diçe. Perwerdehî, li peyv û gotina meriv bandorê dike.

Perwerdehî di her qatê jiyanê de dikare were stendin. Ji bo xwendinê dibe ku dereng be, lê qet zû nîne.  Ji ber vê hawê perwerdehî, bi dem û cûreyên xwe cuda ne. 

CÛREYÊN PERWERDEYÊ

Perwerdehî li gor dem û mekanê diguhere. Û ji ber van sedeman hatiye cûrandin. Perwerdehî li gor saziyê dewletê wekî fermî û nefermî hatiye birkirin. 

Perwerdeya fermî, li dibistan û saziyên fermî yên dewletê de dihê dayîn. Ev perwerdehî bi rêkûpêk û bandoryartir e. Bi plan û bername ye. Kontrola vê perwerdeyê di destê mamosteyan de ye. Ji teref pisporên  mijarên xwe ve dihê dayîn. Di dawiya pêvajoya perwerdeyê de nirx û pîvan heye. Her wuha li gor ev nirx û pîvanê, xwendevan li gor destkeftiyên xwe tevlî pêvajoyeke din a perwerdeyê dibe. Perwerdeya fermî di nav xwe de bi du beşan ji hev vediqete. 

1.Perwerdeya Fermî ya Honak; Perwerdeya ji teref saziyên dewletê ve dihê dayîn, perwerdeya fermî ya honak dihê gotin. Ev perwerdehî li gor jiyê meriv û şarezayên meriv, bi awayekî tevahiya mijar û serlêkirinê dihê dayîn. 

Li gor jiyê meriv;

1.1. Perwerdeya Dema Zaroktiya Pêş

1.2. Perwerdeya Pêşdibistanê

1.3. Perwerdeya Seretayî

1.4. Perwerdeya Navîn

1.5. Perwerdeya Amadehî

1.6. Perwerdeya Bilind 

2.Perwerdeya Fermî ya Berbelav; kesên ji perwerdeyê bi hawakî dûr ketine, an derfeta wan tunebûye ku di jiyê xwe yê borî de bixwînin, bi kurs û waneyên pîşeyî û pêşveçûnî, tevlî perwerdeyê dibin. Di vê beşê de jiyê xwendevanan ne girîng e. di her jiyê de kes, dikare tevlî refê vê perwerdeyê bibe. Her kes li gor derfet, xwestek û şarezayên xwe ji vê perwerdeyê dikare sûdê werbigire. Ev perwerdehî; li navendên perwerdeya gel, perwerdeya nava xizmetguzarî, kursên temamker, navendên perwerdeya pîşeyî û teknîkî dihê dayîn. 

Perwerdeya nefermî; ne bi awayekî sîstematîk e. Bê plan û bername ye. Hima çawa lê tê were dihê dayîn. Bi gelemper tevî jiyana meriv û derdorê, meriv ji vê perwerdeyê sûdê werdigire. Di vê perwerdeyê de kontrol tune ye. Meriv dikare  her tiştî hîn bibe, digel vaya meriv dikare tiştên xerab jî bibe.

 

Mustafa Rêzan

Derbar Mustafa Rêzan

Check Also

Em Qencên Xwe Jibîr Nakin: 66 Saliya Hemza Begê Miksî

Di roja 05.04.2024an de, (66) sal di ser koçkirina lehengê kurd (Hemza Begê Miksî) re …

Leave a Reply