Forum

Hezîran, 2020

  • 12 Hezîran

    Ji Bo Kurdan Medyaya Civakî û Youtube

    Dixwazî bipejirînin an jî nepejirînin, ev dewr dewra medyaya civakîye (fêsbûk, tiwîtir, înstegram youtube û tîktok). Û ev nexweşiya koronayê şûnda medyaya civakî gelekî derkete pêş, êdî gel televizyona zêdetir, medyaya civakî û youtube yê dişopînin. Divê demeke kin de Kurd jî li ser youtubê naverokên dewlemend amade bikin. Him agahîyên kurdî a belav bibin a din jî hûn kanin …

  • 11 Hezîran

    Taybetiya Kurdên Xorosanê

    Kurdên Xorasanê bi sedan sal e li axa bavûkalên xwe dûr ketine,lê hê jî ziman û çand û hunera xwe diparêzin. Durist e ku hin guhertin di urf û edetên wan de çêbûye. Herwiha di axaftina wan de hin peyvên biyanî cih girtine,lê dîsa jî cihê kêfxweşiyê ye ku ew hê jî pêbend in li ser ziman û axa xwe. …

  • 11 Hezîran

    Demên Berê

    Gava em zarok bûn her tişt xweş bû, ji bo me jîyan mina lîstikekî bû. Ji bilî listikê tu tişte xema me nebû. Hertim derd û kulê me listik bû. Serê sibê gava em hişyar dibûn me taştê dixwar û nedixwar em bilez diçûn lîstikê û me heya êvarê  bi hevalên xwe re dilîst. Listîkên me jî pir bûn, gog, …

  • 10 Hezîran

    NAZIM HIKMETÊ POLONÎ JI BO QETLÎAMA DÊRSIMÊ ATATURK PÎROZ KIRIYE

    Di sala 1940 hetanî dawiya salên 90î, li Tirkiye û li Bakûrê Kurdistanê piraniya Kurdên Sunî bi serê Nazim Hikmet û piraniya Kurdên Elewî jî bi serê Ataturkî sond dixwarin. Nazim Hikmetê ku li Tirkiye, li Bakûrê Kurdistan û li Yekîtiya Sovyetan, wek xwedayekî zindî yê dunig ji bo ”demokrasî û mafê mirovan” dihate naskirin, piştî qetlîama Dêrsimê bi nameyeke …

  • 9 Hezîran

    Bila Ew Roj Ne Roja Xweda Ba!

    Hûn ji der ve hatin bûne bela serê me,  Kurdan û cînarên me. Min di beşa nivîsa  li ser hatina Selçuqî ya, hatina Kurdistanê  nivîsandî bû. Vê car jî li ser zordariya li gelê me û li min û malbata min bûye divê bînim ziman. Lê borîna xwe ji we xwendevanan  dixwazim, ku hûn nebêjin gelo çima? qala xwe dike. …

  • 7 Hezîran

    Têgehên Netewî û Welatparêziya Melayê Cizîrî

    Gellek lêkolîner welatparêziya wêjeya kurdî ji Şêx Ehmedê Xanî destpêdikin û heta dewra îroyîn jî tînin. Ev fikir ji sedî sed rast nîn e. Xanî gellek ked daye û di dewra wî de bi xebatên xwe di wêjeya kurdî de cihekî mezin ji Kurdbûn, ji Kurdistanîbûn û ji Zimanheziyê re veqetandiye û ev fikrên netewîbûnê bi Xanî re gihaştiya kemalê. …

  • 7 Hezîran

    Pirsname – Ciwanê Abdal

    20 Pirs? – 20 Bersiv √ – Ciwanê Abdal 1. Çandname: Peyva ku herî jê hez dikî?  Bijî gelê Kurd, Bijî Kurdistan.. Bijî evîna min. 2.Çandname: Van rojan  kîjan stranî guhdarî dikî?  Li stranên Mem Ararat guhdar dikim, çimkî gotin hesanin û bi wate ne, û him jî awaz xweşin. 3.Çandname: Ti bo te nirxa herî pîroz çî ye? Ez …

  • 5 Hezîran

    Xeyal û Rasteqîn

    Piştî bîst salan di demsala biharê de ez çûm welatê xwe. Piştî serdana xizm û dostan ez hilkişiyam serê çiyê û li cihekî ku her der jê ve xuya dikir li ser zinarekî rûniştim û min bi hestên bê tarîf û bi hesreteke kûr li deşt û zozanan, li gelî û newalan, li gund û bajaran temaşe dikir. Bîranîn û …

  • 4 Hezîran

    Bajarê Mehabad Nasbikin

    Mehabad an jî Sablax (bi farisî: مهاباد, lat. Mahābād) bajarekî binavûdeng a kurd, li başûrê Gola Urmiyê yê û bajarke Rojhilatê Kurdistanê ye. 1300 m bilindahiya wê ji ruyê avê ye. Ew li bakûrê rojavayê Komara Îslamiya Îranê li bajêristanê Mehabadê û 168.000 kes lê dijîn.(2006) Di sala 1946’an de li vir Komara Kurdistanê ya Mehabadê hatiye afirandin. Navê Mehabad …

  • 4 Hezîran

    Dayik û Pîrikên Berê Dev Ji Zimanê Xwe Bernedidan

    Dayik û pîrikên berê bi xîret bûn, di bajaran da tu carî dev ji zimanê xwe bernedidan, teslîmî tirkî û asîmîlasyonê nedibûn û bi zarok û neviyên xwe ra bi tirkî nedipeyivîn. Jiyana wan li bajaran derbas dibû, lê zarok û neviyên xwe bi kurdî mezin dikirin. Dayik û pîrikên nuha pir qelp in, çer ji gundê xwe koçî bajêr …