Pirsname – Ciwanê Abdal

20 Pirs? – 20 Bersiv √ – Ciwanê Abdal

1. Çandname: Peyva ku herî jê hez dikî? 

Bijî gelê Kurd, Bijî Kurdistan.. Bijî evîna min.

2.Çandname: Van rojan  kîjan stranî guhdarî dikî? 

Li stranên Mem Ararat guhdar dikim,

çimkî gotin hesanin û bi wate ne, û him jî awaz xweşin.

3.Çandname: Ti bo te nirxa herî pîroz çî ye?

Ez weke nivîskar. Yekem nerx afrandina berheman ye.

Lê ya giring û nerxbuha ku yekîtiya Kurda pêkbê.

Da Kurdistan serbixwe bijî.

4. Çandname: Tu ji bo çi dijî?

Niza, Hema min xwe dît li vê navçiyê. Riyek liber min heye û min daye ser, Lê ez bi gelê xwe re me, bi civaka xwe re dikelim, bi êş û azarên wî re, bi hêvî û omîdên wî re.. weke armac û pêdivîya sereke.

Lê weke kes, helbet hin taybetmendiyek min heye, divê bibim serî, weke rola nivîskarekî. Ku nama min ya wêjeyî bigihê asta bilind.

5.Çandname: Ti kurdan re  ya ewul çi lazim e?

Yê giyanê wî diparêz e:

Sereke. Yekîtî divê çiko ew xurtiyê dide,

Dido: fêrbûna ziman çimkî ew hebûn û nasname ye,

Sisê: û xwendin divê weke zanîn da pêşketin çêbibe.

6. Çandname: Tu dikarî bi sê peyvan  xwe  vebêjî?   

Mirovekî hezkir û evîndarim.

7.Çandname: Kîjan slogan jiyana te ya felsefî  xulase dike?  

Kar bike, biafirîne û bi rê keve.

8.Çandname: Egîdê te kî ye?

kî ye Egîdê min! Ezim û Ezim, û Dunya tev li dû min toz e.

9.Çandname: Tu  dixwazî li ku derê bijî?

Min divê li warê xwe bijîm.

Li gundê xwe, li bajarê xwe, li welatê xwe.

10. Çandname: Kîjan pirtûkê dixwînî?

Ez helbestên cîhanî dixwînim, berhemên cîhanî dibînim, nuha û hertim jî, da ez tovê wan bişopînim.. û ez jî hil bibim.

11. Çandname: Tu dixwazî kîjan karî/pêşeyî nekî? 

Min dixwazim belû û eşkere bim,

tiştekî veşartî û nepêşeyî tune li cem min.

12. Çandname: Çi te kelecan dike?

Ne yekîtiya Kurdan, û geftên dujminan li ser wan, Û ya dî, ku sivkayî li civaka me çê dibe, û nexasim di hêla ziman de, jiber ev pijaftinê rê me dide.

13. Çandname: Çi kelecana te dişikestîne?

Hêvî heye.. û omîd şîne, Ku wêje û toreya Kurdî vê hêlê dagire. Li pêjerojê bi cih bibe.

14. Çandname: Kêmasîya kurdan a herî mezin çî ye? 

Bi dujmin bawer dibin, û yekîtiya xwe naparêzin, weke kesayetî û ziman û wêje.

15.Çandname: Axaftina bi kîjan zimanî te kêfxweşî dike?

Zimanê me yê Kurdî li devê me şêrîn, her min divê pê biaxivim, û tu zimanê din na.

16.Çandname: Kîjan fîlm xweşîya we tê û zêde tesir ser we çêkir?

Belê, bi rastî ta nuha filmên Hindistanê yên berî 50salî rola wan li min heye, bi naveroka xwe, bi stran û awazên xwe.. û bi xêra yûtûpê her ro û şev li wan guhdardikim.

17.Çandname: Xewna bextewariya te çi ye?

Kurd bibin yek, zimanê Kurdî û wêjeya wî bi pêş keve.

18.Çandname: Kîjan qadê jiyanê bala te herî zêde dikşîne?

Eslama tendiraw ya tund min ditirsîne, û bi tevayî rola ol li gelê Kurd an li miletê cînar jî.

19.Çandname: Paşeroj/raborî ji bo te tê çi wateyê?

Pêşeroj reşe li ber gelê Kurdan li herçar perçên Kurdistanê, jiber tundiya dujminan, lê hertim hêvî heye, berxwedan heye, ku asta gelê Kurd wê bi cih bê.

20.Çandname: Te dixwast bi xwedî  kîjan qabiliyeta sirûşt bibayî?

Min dixwesim ez weke xwe bim, mirovekî Kurd û mijûle bi ziman û wêja Kurdî.. û bikaribim gaveke çak di vê riyê de bavêjim.

 

Jînenigariya Ciwanê Abdal

Ciwanê Abdal li sala 1955 ji dayik bûye, li bajarê Dirbêsiyê ya dikeve 50km roavayî bajarê Qamişlo, xwendina wî nîv-serekeye, mijûle bi xwendin û nivîsandinê, bi zimanê Kurdî û Erebî, mijûle bi nivîsandina helbest, çîrok, şano, gotar û lêkolîn jî, û berhemên wî hene bi herdo zimanana heye û bi tevaya şêwên nivîsandinê.

Berhemên wî yê çabûyî: kurte-çîrok bi Erebî sala1999.

Û şeş pirtûkên kure-çîrok din hene. Û du kurte-çîrokên bi Kurdî, navê ya pêşîn (Lehya Qamîşa)2002 û ya din bi navê (Hungivê Şor)2018

Û şeş pirtûkên şano jî bi Erebî, û yek pirtûk helbest jî heye.

Belê.. û 4 pirtûk helbest jî çapkiriye bi Kurdî. Helbesta riste û ya nûjen. Ya pêşîn bi navê (Tolaziya Dil) û ya dî (Ronî û Germe)2004.. û tê gotinê ku pirtûkek hebestî wergiran Kurdî ya helbestvanê Espanî yê navdar: Lorka û navê pirtûkê (Lorîkên Qereçiyan)2005

Herwiha di kovarê ErebûKurdî de berhemê xwe belav dike.

Li ser Vêsbokê ev ewe = https://www.facebook.com/ciwane.abdal-

Derbar Çand Name

Check Also

Wêjeya Kurdî li Yekîtîya Sovyêt [1]

Pêşgotin Ev gotar nirxandineke wêjeya kurdên Yekîtîya Sovyêt e, ku ji çap kirina rojnama “Rîya …

Leave a Reply