Çîroka Eshabê Kehfê (Eshabê Kehfê xortên bi Xwedê bawerî anîne, mûmînên di serdema împaratorê Dakyanusê pûtperest de ji bo bawerîbûn û yekîtiya Xwedê şer kirin û ji ber zilma Dakyanûsê revîyan.) Heft Xortên Razayî an Rêhevalên Şikeftê ku di Quranê de derbas dibe piştî ku bi salan di şikeftekê de razan û ji xew rabûn. Eshabê Kehf li Diyarbekirê …
Nîsan, 2022
-
3 Nîsan
Kirkît
Rizqê mala me di wî kirkît de bû. Etika min bi wî kirkîtî xalî û balîf zexm dikirin û bavê min jî ew xalî û balîf difirotin, pê debara mala me dikir. Bazara xalî û balîfan tune bû, lê yên bi firotina xalî û balîfan karê xwe dikirin pirr bûn. Ew merivan dadiketin gundan, li kijan malê xalî û balîf …
Adar, 2022
-
30 Adar
Şaristaniya Gerdûnî û Çanda Neteweyî – 2
Sernavek wiha girîng bi du-sê rûpel nivîs, bi rastî zû bi zû hel nabe û bi sedî sed jî nayê fêhmkirin. Lê belê dîsa jî deryayek, bi tenê serê xwe geş nabe. Heger ew çem û cewikên ku li dev û doran neherike û li deryayê zêde nebe, dibe ku ew deryaya heyî jî bibuhure. Armanca me jî ev yeka …
-
21 Adar
Newroz (Ji Wikipedia )
Newroz[1] an jî Cejna Kurdan, cejna kurd û xelkên Îranê û gelek gelên din a buharê ye. Kurd her sal, şeva ku 20ê adarê bi 21’ê adarê ve girê dide, agir dadidin û hatina buharê pîroz dikin. Di dîroka kurdan de jî, Newroz weke çîroka vejînê cîh digire. Li gorî rîvayetê, Kawayê Hesinker, li dijî serdarê zordest Dehaq serî hil dide û agir dadide. Ji wê rojê ve ye her gelê vê xakê, agir dadidin û vê …
-
19 Adar
Şaristaniya Gerdûnî û Çanda Neteweyî – 1
Dema ku têgînên şaristaniya gerdûnî û çanda neteweyî bê lêkolîn kirin, tişta herî pêşîn, gelo şaristanî û çand çi ne? Çawa derketine holê? Çawa pêş ketine? Û wekê din herdu têgîn di wateyeke ber bi çavî de bi çi cure mînakan dikarin bên nîşandan? Heger em van têgînan bi vê rêyê hildin ber çavên xwe em ê rehettir fêhm bikin. …
Sibat, 2022
-
14 Sibat
Roja Evîndaran û Çîroka Silêymanê Dunikil
14ê Şibatê li we bimbarek be. Ha ji we re dilek jî ❤️ 👉Biwêjeke me heye dibêje: Xwedê kor kiriye! 👉Diayeke me jî heye dibêje: Xwedê kesî kor neke! Wêneya duduyan teyrê Hudhud e, yanê bi Kurdî Silêymanê dunikil dibêjin. Jiber ku ew xizmetkar û elçîyê Hezretê Silêyman bû Kurd jê re dibêjin Silêymanê dunikil. Teyrekî têra xwe ecêb jîr …
-
13 Sibat
Ji Evîna Rojên Kevin: Eyda Biçûk û Mezin
Du eydên me hebûn; Eyda Biçûk û ya Mezin an eyda Remezanê û Qurbanê. Li gor irf û adetên gundê me, her eydek sê roj jêre terxankirî bûn, roja pêşî (Çekşo) bû. Xeklên gund di vê rojê de cil û bergên xwe dişûştin, xaniyê xwe pak û paqij dikin, karê xwe û hatina roja eydê û mêvanan dikirin. Roja din …
-
11 Sibat
Li Amedê Semînera “Romanên Biyanî û Wergerê”
Semînera “Romanên Biyanî û Wergerê” li bajarê Amedê ji aliyê Komeleya Nûbiharê ve tê li dar xistin. Axêferê semînerê nivîskar û wergêr Mamoste Medenî Öğüt e. Medenî Öğüt heya niha du pirtûkên navdar yên klasîk “Însan Bi Çi Dijî” û “Sûc û Ceza” wergerandiye Kurdîya Kurmancî, pirtûkeke nû ya nivîskar yeke klasîk jî li ber çapê ye. Semîner 13ê Sibatê …
-
2 Sibat
Çîrok: ”Allerleîrauh”
Tacîz meseleyek girîng e û mixabin di nava civakê de jî pir diqewime. Ji bo em zarokên xwe biparêzin û wan hişyar bikin rasterast em nikarin ji wan re vê meseleyê vebêjin. Lê bi saya çîrokan meriv dikare bala zarokan bikşîne ser meseleya tacîzê û dîsa bi saya çîrokan meriv dikare zarokan hişyar bike. Di nava çîrokên cîhanê de li …
Rêbendan, 2022
-
20 Rêbendan
Hz. Îbrahîm, Kelûlê û Kimkêmê
Piştî ku Hz. Îbrahîm pûtê bajar tev şikandin û bizrê xwe danî ser pûtê herî mezin Nemrûd ew sûcdar dît. Cezayê şewitandinê da Hz. Îbrahîm. Her malek barek êzinga anîn û êzingên anîn dane ser hev û agir pêxistin. Nemrûd, Hz. Îbrahîm bi manciniqê avête nava agir. Xweda Teala izin neda agir û êzing laşê Hz. Îbrahîm biêşînin. Êzing bûne …