Şaristaniya Gerdûnî û Çanda Neteweyî – 2

Sernavek wiha girîng bi du-sê rûpel nivîs, bi rastî zû bi zû hel nabe û bi sedî sed jî nayê fêhmkirin. Lê belê dîsa jî deryayek, bi tenê serê xwe geş nabe. Heger ew çem û cewikên ku li dev û doran neherike û li deryayê zêde nebe, dibe ku ew deryaya heyî jî bibuhure. Armanca me jî ev yeka hanê bû. Me di hejmara ewil de der barê mane û girîngiya şaristaniyê de nivîsek kurt nivîsîbû. Piştre jî me di çêbûn û kemilandina şaristaniyê de qala tesîra çar pêkaran kiribû. Ji van çar pêkaran, dudu jê di nivîsa ewil de hatibûn vegotin. Di vê nivîsê de jî em dê li ser du faktorên din û çanda neteweyî bisekinin.

Pêkara sêyemîn, meseleya parastin û êrîşê: Ev teorî, teoriya dîroknasê meşhûr ya Toynbee ye. Toynbee dibêje rewşa parastin û êrîşkirina di ferdê de di civakê de jî heye. Mirovên ku ji bo berdewamkirina jiyanê di zordariya şertên tebî’etê de mabin, hêzdartir û şarezatir dibin.

Lê mirovên ku di şertên guncan û halek baş de bin û tevê ku ji nîmetên tebî’î sûd bigirin, teral dimînin û tu şaristaniyêk ava nakin.* Di mînaka yekem de him taybetiyên parastin û êrîşkirinê hebûn him jî di dawiya vê yekê de ‘şaristaniyek’ ava dibû. Lê di mînaka duyemîn de ev yeka winda bûye, hê serbayê ser di dawiyê de ji tiştek pûç pêştir tu tişt dest neketiye. Bi rastî ev jî netîceya çalakî û neçalakiya di mirov de ye.

Mesela înqilabek bi çalakiyekê çêdibe. Lê di koletiyê de ev rewş berevajî dibe. Yanê koletî bi sedema teslîmiyetê derdikeve holê. Ji bo olê teslîmiyet tuneye. Lewra ol bi destê desthilatdaran tê sînorkirin. Lê teslîmiyet tenê ji bo Xwedê çêdibe. Ew jî yên ku Xwedê îlah, xwe jî evd bipejirînin. Lewra di netîceya teslîmiyetê de evd derdikeve holê.

Ji ber vê yekê şaristaniya ku jar dibe, li hember civakeke hêzdar dimîne. Mesela şaristaniya Îslamê, di hilbûna xwe de zêdetir êrîşê ola zerdûştiyê dikir. Lê êrîşa li ser xaçperestan li gor yên din hindiktir bû. Lewra zerdûştî bê taqet mabû. Lê xaçperest hê jî hêzdar bûn.

Pêkara çaremîn, hêmana koçê(hîcret) ye: Heger mirov ji bo ku pêkara hîcretê baş fêhm bike, divê ji cûreyên hîcretê jî baş bizanibe û bi vê awayê bifikire. Hîcret, tenê cîh guhirandin nîne. Ev cure tenê ji celebekî hîcretê ye. Lewra hîcret, cûreyên mîna hîcreta berpirsî, hîcreta azad, hîcreta ‘ilmî, hîcreta aborî, rûhî û beşerî di nav xwe de dihewîne. Derfetek min ê wisa tune ku ez hemû cûreyên hîcretê li vir rawebikim. Lê ji Qur’anê bi mînakek em dikarin wiha vebêjin: Mesela di Qur’ana ‘ezîm de hukmên “ Amenû- hacerû-cahedû” li pey hev tê gotin. Sedema vê jî ev e: Amenû, yanê bawer bikin. Fikrek nû, paqij, xalis bi dest bixin. Hacerû, (koç bikin) ji bo ku meriv fikr û ramanek cuda derxe holê divê meriv baweriya xwe ya cuda bide nîşan. Di dawiyê de cahedû, yanê di çêbûn û avabûna şaristaniyê de mîna ku Toynbee jî gotiye; mirov derbasê asta êrîşê(cahedû) dibe.

Jixwe medeniyet jî wisa ava dibin. Em dikarin bibêjin şaristaniya Îslamê bi Hîcretê dest pê kiriye. Ji bo delîla ev îddî’a hanê, mirov dikare destpêkirina dîrokek nû bide nîşan. Heger ew qas girîng nebûya, wek destpêk nedihate pejirandin. Li gor min ev meseleyek balkêş e. Dema ku peyxember (s.x.l) wesfa resûltiyê hilda, dîrokek nû dest pê nekir. Lê destpêkirina bi hîcretê, mirov diponijîne. Li gorî min em kurd, divê ser vê meselê gelek bifikirin. Lewra şaristaniyên di cîhanê de yên herî ewil li Mezopotamyayê, bi koçê ava bûne. Wekê din di van çend salên dawiyê de şaristaniya ku li Amerîkayê ava bûye, bi çend netewên barbar ên Avrûpayê dema ku Amerîkayê kişf kirin, dest pê kir. Mîna ku Elî Şerîetî jî dibêje; bingeha şaristaniya Yewnan û Roma bi koçê kurdên Mezopotamyayê dest pê kiriye.* Dema ku zarên Îsraîlê bi Hz. Mûsa(s.l) re, ji zilma fîr’ewn direvin, şaristaniyek nû ava dikin. Hîcret ji bo çerm guhirandina ciwatek û tevê ji bo ku xwe ji nû ve ava bike gelek girîng e.

Dibe ku min mesela şaristaniyê bi sedî sed zelal nekiribe. Lê di nivîsek wiha de armanca min ew bû ku têkiliya şaristanî û mirovahiyê wek helqeyên zencîrê bidim nîşan. Ez bawer im ku hûn xwendevanên xwedî feraset, fikrên ku min vegotine fêhm kirine. Zêde hewceyê dirêjkirinê nabînim. Ji bo wê ez dikim derbasê çandê bibim. Lê jixwe çand wek zaroka şaristaniyê ye.

Tenê cîh, dem û şert diguherin. Bi rastî tiştên ku me ji bo şaristaniyê dane rêzê, qîmet û mînakên şaristaniyê mirov ji bo çandê jî dikare bibêje. Bawerim van tiştên hanê hewce nake ku meriv carek din dubare bike. Lê ji ber ku di navbera çand û civakê de têkiliyek xisûsî heye, çand, ji neteweyiyê xelas nebûye. Lewra civak şaxekê taybet ê mirovahiyê ye. Xwedê kirî xelas nebûye. Çimkî ‘irf, edet, rêz û rêçikên neteweyî bi çandê re dikelijin û piştre nasnameyek derdixin holê. Ev yeka han jî nasnameyek netewî çê dike û wê derdixe qada heyînê. Bi vê awayê çand, di avabûna şaristaniya netewek de pêkara herî tesîrdar e. Dema ku me li ser şaristaniyê qal dikir, her dem tabîra mirovahiyê bi kar dianî.

Mîna ku Elî Şerîetî jî dibêje; bingeha şaristaniya Yewnan û Roma bi koçê kurdên Mezopotamyayê dest pê kiriye.* Dema ku zarên Îsraîlê bi Hz. Mûsa(s.l.) re, ji zilma fîr’ewn direvin, şaristaniyek nû ava dikin. Hîcret ji bo çerm guhirandina ciwatek û tevê ji bo ku xwe ji nû ve ava bike gelek girîng e

Lê di çandê de ev tabîr bi tabîra civakê re diguhere. Yanê, heger şaristanî bîrîkîmên mirovahiyê yên şaristaniyên cuda cuda ne. Lê mirov ku bibêje hemû ser hev şaristaniyek e dibe. Lê ev gotin divê xelet neyê fêhm kirin. Dibe ku bibêjin ji ber vê yekê şaristaniyekî Kurdan an jî yê gelek din bi tenê serê xwe çênebûye. Lewra şaristanî bi awayek gerdûnî jî tên bi nav kirin. Mesela şaristaniya Medan, bi rastî xwediyê wê Kurd in. Lê çima ku navê xwe ji imparatoriyê hildaye, mirov nikare bibêje ‘eleqa wê û Kurdan bi hev tuneye. Bi kurtasî tişta ku ez hez dikim vebêjim ev e: Çand bi mane û wateya xwe ji şaristaniyê zêde cuda nîne. Lê cudatiya madî û menewî be, çand jî bîrîkîmên civakê yên madî û menewî ne. Di vir de têgehên mirovahî û civakî bi sedî sed dide zanîn ku şaristanî gerdûnî ye, çand jî neteweyî ye. Bi awayek din çand, di kemilandina şaristaniyek de taybetiyên civakê ye. Mesela di Mezopotanyayê de gelên mîna Kurd, Ermenî yê ku malîwanî ne çandek wan ê xas, taybet û qedîm heye. Wekê din ev gelên hanê, bingehê şaristaniyên mîna Babîl, Sumer, Akad avêtine.

Dibe ku gelê Ermeniyan negihiştibin wê demê. Lê dîsa jî çandek wan ê serbixwe heye. Ji ber vê yekê ji van re mirov kite bi kite nikare bibêje di navbera herduyan de tesîra li ser kesan û têkiliya bi mirovan re ye. Bi wê rewşê di civakzaniyê de nav, wek gerdûnî û neteweyî diguhere.

Di dawiya xeberan de tiştê ku ez dê bibêjim heman gotin in. Di nivîsa hejmara yekem de jî û di vê nivîsê de jî tiştên ku li ser şaristaniyê hatin vegotin bi mirovahî û gerdûniyê ve têkildar bûn. Wekê din çand di kemilandina şaristaniyê de perçeyên neteweyî ne.

 

JÊRENOT

  1. Şeriati, (1998) Medeniyet Tarihi, Fecr Yayınları. Ankara
  2. Şeriati,(2005) Medeniyet ve Modernizm, Fecr Yayınları. İstanbul

 

Nivîskar: Kenanê Nado

Çavkanî: Kovara Pêngavê – Hejmara 2yan

Derbar Çand Name

Check Also

ÇAR PERWERDEHIYÊN GIRÎNG

Di Toreya Kurdî de ÇAR PERWERDEHIYÊN GIRÎNG Bêguman perwerde di çanda piraniya neteweyan de cihekî …

Leave a Reply