Ji Evîna Rojên Kevin: Eyda Biçûk û Mezin

Du eydên me hebûn; Eyda Biçûk û ya Mezin an eyda Remezanê û Qurbanê. Li gor irf û adetên gundê me, her eydek sê roj jêre terxankirî bûn, roja pêşî (Çekşo) bû. Xeklên gund di vê rojê de cil û bergên xwe dişûştin, xaniyê xwe pak û paqij dikin, karê xwe û hatina roja eydê û mêvanan dikirin.

Roja din (Kulîçe) bû, li rexê Aşîtan dibêjin (Sewik), di vê rojê de, jinên her melekê kulîçeyên eydê çedikirin, rê û rêwanî li ser tenûrên gund nebû. Di vê rojê de jî, anku êvara eydê, berî ku roj here ava, bi dor saetekê, me dida pey bav û dayikên xwe û diçûn ser gir, serdana gorên miriyan. Piraniya gundiyan bi mê û nêr ve, girs û hûr ve dihatin ser gir, serdana miriyên xwe dikirin. Melayê gund jî dihat û li ser gorên miriyên ku hîn kefenê wan tere bû, fatîhe dixwend. Eger xwediyê hin miriyan halxweşbûna, mele li ser gorên wan (Yasîn) jî dixwend, bi nêta ku xwediyê mirî xêrekê pê bike.

Her malek li ser gorên miriyê xwe kom dibû û zanayê wan fatihê dixwend. Hin kes, bêtir jin li ber kêlên miriyên xwe digiriyan.. Digel ku jinan şekir li me zarokan belav dikir.. Di wan kêlîka de, bêtir çavê me li rêka hatina xelkê gundên (Tilkêfê û Gundik) bû, wan jî miriyên xwe li ser girê Doda vedişartin. Wan mewîj û nokên daxlî li me belav dikirin– Berê, xelkên van herdû gundan miriyên xwe li gundê Qesra, cem mirovên xwe vedişartin, lê piştî ku sînor hat danîn, Serxet û Binxet çêbû, rêka wan û mirovên wan ji hev qut bû, vêca miriyên xwe di nav miriyên Dodayan de vedişartin.

Her wiha, evara eydê, dayikên gelekan ji me, destê me hine dikirin, me jî cilên xwe yên nû li ber serê xwe datanî û bi kêf û şahiya ku sibe eyde, radizan, lê çi razan.

Sibeha roja sisiyan eyd bû. Wê sibehê, em zû, li ser dengê dîkan, banga melayê camiyê û: (Elahûekber.. Elahûekber..), ji xew şiyar dibûn. Bi lezek di nav kêfa eydê de, me ser û çavê xwe dişûşt, hin xwarin dixist ber dilê xwe, cilên eydê li xwe dikir û digel hevalekî ku, berê me soza gera eydê bi hev re dabû, dest bi gerê dikir. Em mal bi mal digeriyan.

Mala ku em diçûnê me ji wan re digot: (Sibeha we bi xêr eyda we bimbarek be). Xwediya malê li me vedigerand û digot: (Bi xêr û selametî, her sal bi xêr vî çaxî, hûn gelek eydan bibînin). Û şekir dida me.. û wiha ta ku em li tev malan digeriyan. Di wê gerê de, ku em çav bi mirovên xwe yên mezin û kalemêrên gund diketin, me destê wan maç dikir, wan jî riwê me maç dikir. Dema ez diçûm eyda mala mixtar, xaltîka Kehla Kano ji min re digot: Selmano were ez ta maçî bikim.. Ez maçî dikirim û digot: Xwedê te bihêle. Di wan eydan de jî, demaçeyên me yên zarokan hebûn, mala ku em diçûn eyda wan û bi dilê me ba, me demaçe li ber deriyê wan berdida..

Piştî ku zilamên gund nimêja eydê li camiyê xelas dikirin, berê xwe didan ser goristana gund, silav li miriyan dikirin û diçûn eyda leşkerên qereqolê, ji wir dihatin mala me. Li mala me, ew xwarina ku diya min ji bo eydê a çêkiribû, dixwarin û paşê diçûn mala Mixtar û Hecî Kevir û wiha mal bi mal digeriyan.

Hingî, li gundê me wek adet, her malekê xwarina eydê çêdikir. Ew xwarin ji zilaman re bû. Her malekê li gor halxweşî û abûriya xwe xwarin çêdikir, hina (Goşt û Girar), hina (Rişta), hina (Şorbaşîr) û wiha. Pirê caran xarina mala me (Goşt û Girar) bû. Esra xwarina eydê a mixtarê gund Evdê Gedo dihat danîn, ji wan kesên ku ji gundên derdorê dihatin eyda wî û gundiyan..

Nivîskar: Konê Reş

www.candname.com

Derbar Konê Reş

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply