Şaristaniya Gerdûnî û Çanda Neteweyî – 1

Dema ku têgînên şaristaniya gerdûnî û çanda neteweyî bê lêkolîn kirin, tişta herî pêşîn, gelo şaristanî û çand çi ne? Çawa derketine holê? Çawa pêş ketine? Û wekê din herdu têgîn di wateyeke ber bi çavî de bi çi cure mînakan dikarin bên nîşandan? Heger em van têgînan bi vê rêyê hildin ber çavên xwe em ê rehettir fêhm bikin. Lewra di bingeha xwe de şaristanî û çand du têgînên civakzanî ne. Ji bo ku baştir bê fêhm kirin, bi rêberiya pirsên li jor lêkolînek û bi arîkariya hêmanên ku civaknasiyê saz dikin ên ku bi navê cih(erdnîgarî), dem , sedem-encam ve vekolanek û yek jî di çarçova pêkarên civaknasî de yên bi navê ziman, mirov, xûy hwd. ve nirxandinek heger bê kirin, em dê bigihîjin encameke baş.

Şaristanî teşekkuleke manewî ye. Mirovê/a şareza, mirovê/a ku xwediyê mazemeyên şaristaniyê ye nîn e. Mîna ku Elî Şerîetî gotiye: “ Mirov, mazemeyên şaristaniyê (hacet û macetên teknîk) dikare bixe bin destên mirovekê/î hov jî. Lê belê di vir de tişta herî girîng û tişta ku mirov dike şareza, hilbûna raman û rewanê wî/ê ye. Mirov dikare bibêje şaristanî: Di nîvengeke guncav û kêrhatî de azadiya hizr û ramanan e. Yanê dikarin bibêjin azadiya derbirînê ye. Ji bilî vê şaristanî teqez bi hişî ye. Bi çavî nîn e.” Bi awayeke din şaristanî tiştek maddî nîn e. Bi van danasînan ku mirov encameke gelemperî derxîne: Şaristanî, cihêkirina derenceyek e ku mirov bixwe haja xwebûnê (mirovahiyê) hebe ye. Li gorî Marcel, heger ku mirov azad be, wê çaxê dê ji hebûna xwe jî haydar bibe û yê ku ji xwe haydar bibe jî, dikare heya asteke dawiya gihîştinê biçe. Lewra ew potansiyel di mirov bi xwe de heye. Di asta dawiya zanîna mirovahiyê de dikare şaristaniyeke ku nirxî be derxe holê. Bendên li pêşiya azadiya mirov, mirov statîk dike. Meriv nikare ji mirovên statîk hêvîdarê çalakiyekek (şaristaniyek) bibe. Li gorî Marcel, ger yê ku bêazadî li hêviya azadiyê ne, dê hê zehf li hêviyê bimînin.

Yên ku şaristaniyê bi çavî, bi fizîkî dizanin; tiştên gelemperî yên mîna kinc ûber, maldar, hilberînên maddî û binyatan dibînin. Lê ev tiştên hanê bi piranî ji bo taybetiyên fizîkî ne. Yanê şaristaniyê bi tenê wek (ewk) dibînin. Lê belê divê mirov şaristaniyê bi tenê di hêla sûdê (madde, ewk) de nebîne. Ji bilî vê divê hêla wê ya nirxê (mehne) jî bê nasîn û dîtin. Heger şaristanî bi çavê sûdê were dîtin, ew şaristanî dê bibe wek tarîfa Seîdê Kurdî ku gotiye: “medeniyeta bê mîm (m)” dê bibe tarîfa deniyetê (hovîtî).

Lê belê min pêşîn jî gotibû: Şaristanî rewşeke giyanî ye û hêlberîneke fikrî ye. Fikr û ramanên mirovan, berhema ewkê (maddeyê) ya ku malê şaristaniyê ye, dê mîna kincek derxîne holê. Elî Şerîetî dibêje: “ Divê mirov şaristaniyê bi awayê amancan, bîrdoziyan, hişmendiya civaknasî û zanista ramyarî fêhm bike.” Lewra mazemeyên şaristaniyê yên maddî yan jî amûrên bikaranînê, bi tenê hêla mirovê biyolojîk (zîndewerzaniyê) têr dike. Hewcedariyên wiha di ajalan de jî hene. Wa tişta muhîm ev e ku xêza tenik a di navbera mirovê şareza û heywanê hov de bê dîtin. Ev jî bi nukteyên mîna îrade, hişmendî, fikr û mehne ve tên dîtin. Mesela şaristaniya Îslamê, ji şaristaniya Ewropayê a ku bingeha xwe ji şaristaniya Roma û Yewnanî standiye jêrtir nebû. Lê belê qaşo temsîlkarên şaristaniya Îslamê, ji şikra rojavahezan re, şaristaniya Îslamê a tekûz ji şaristaniya Ewropayê jêrtir girtin. Ew mirovên ku şaristaniyê tenê bi çavên xwe diparêzin, şaristaniya Ewropayê bi zanist û hunera wê ve hilnedan. Ez bawer im bi zanebûneke qirêj, tenê mazemeyên wê hildan û bikar anîn. Ji xwe bi nefêhmkirina şaristaniya xwe an jî nefêhmkirineke bi xasteyê ketin vî halî. Wekê din, tenê bi hildana dîmeneke pûç ve bûn daholeke dengtewş.

Helbet pêşveçûnên mîna teknolojî, makîne, pîşesazî hwd. berhemên şaristaniyê ne. Lê belê tenê berhem in. Yanê encamên ku derketine holê ne. Sedemên ku encaman tînin holê nîn in.

Bi gelemperî çar pêkarên ku şaristaniyê tarîf kirine hene.

Pêkara yekemîn, li ser hêmanan ava bûye: Hêmana tam, hêmana hêzdartir û hêmanên curbecur in. Hinek kes dibêjin şaristanî li ser hêmanek ava bûye û pişt re cure cure bûye. Mesela Marx dibêje, şaristanî tenê bi faktora hilberiyên aborî ve tê holê. Yanê dibêje endîşe, daraz, nirx û baweriyên hwd. mirovan ên ku şaristaniyê derxistine holê, hemû li ser sûdgirtina maddeyê ava bûne. Lê belê ev nêrîna Marx di bin siha nêrînên hinek feylezofên din de maye. Lewra şaristaniyên di dîrokê de bi awayekî cihêreng derketine holê. Heger xîreta sûdgirtina ji maddeyê hebe jî, di bingeha xwe de heye. Tu carê bi serê xwe derneketiye pêş.

Faktora hêzdartir: Hinek feylezof dibêjin sedema avabûna şaristaniyê faktorên cuda ne. Lê belê di navbera van faktoran de, bawer dikin ku faktoreke cerdtir heye. Li gorî min ev faktora cerd li gor binye û feraseta civakê diguhere. Lewra bingeha şaristaniyê bi civakê re jî girêdayî ye. Lê bi gelemperî çend heb faktorên ku cerdtir têne qebûlkirin hene. Li gorî Dukheim navajoya mirovan e. Yanêmirov dikare bibêje afirîş jî. Lewra di navajoya mirovan de mihêldayîneke kombûnê heye. Ji bo vê yekê mirov hebûneke civakî ye. Bi tenê serê xwe nikare bijî. Faktoreke din a hêzdar dibe ku faktora aborî ye. Faktoreke din jî dibe ku ol, mezheb û îradeya yezdanî ye.

Hinek feylezof (Gurwich) jî berevajiyê vê dibêjin hêmanên curbecur şaristaniyê anîne holê. Elî Şerîetî dibêje: “ Mirovekî ku li ser şaristaniya Îslamê lêkolîn bike, dê van faktorên han bibîne û dê wek sedem jî biparêze: Pêxemberiya pêxember, têgihîştin û zanebûna pêxember, ji hêzketina împaratorên vê dewrê yên Sasanî û Roma, tevlîhevbûna baweriyên mirovan, jarketina Mekkeyê ji aliyê aborî ve, nîjadperestiya Ereban, di civaka nezantî de pergala babikiyê, di împaratoriyên Sasanî û Bîzansiyan de nakokiya polî, bûn sedema serkeftina şaristaniya Îslamê.”

Faktora duyemîn, lihevhatin û navajo: Jean Jack Rousseau, di pirtûka xwe ya di “Peymana Civakî” dedibêje: “Lihevhatina di navbera mirovan de û hewcedariya lihevhatinê, ji bo avabûna şaristaniyê û kombûna mirovan pir girîng û zehf bandordar in. Durkheim û hin feylezofên din, li ser navajo û afirîşê sekinîne. Yanê mirov bixwe hewcedarê hestek wisan e. Wekê din jiyana bi tenê serê xwe dijî afirîşa mirov e. Ji bo vê yekê mirov li hev kom dibin û zagonan, qanûnan diafirînin û dibin sedema şaristaniyê.

 

Nivîskar: Kenanê Nado

Çavkanî: Kovara Pêngavê – Hejmara 1em

Derbar Çand Name

Check Also

ÇAR PERWERDEHIYÊN GIRÎNG

Di Toreya Kurdî de ÇAR PERWERDEHIYÊN GIRÎNG Bêguman perwerde di çanda piraniya neteweyan de cihekî …

Leave a Reply