Roja Evîndaran û Çîroka Silêymanê Dunikil

14ê Şibatê li we bimbarek be. Ha ji we re dilek jî ❤️

👉Biwêjeke me heye dibêje: Xwedê kor kiriye!
👉Diayeke me jî heye dibêje: Xwedê kesî kor neke!

Wêneya duduyan teyrê Hudhud e, yanê bi Kurdî Silêymanê dunikil dibêjin. Jiber ku ew xizmetkar û elçîyê Hezretê Silêyman bû Kurd jê re dibêjin Silêymanê dunikil. Teyrekî têra xwe ecêb jîr e jî, heta ava di binî erdê de jî dibîne.

👉Çîrokek li cem me tê gotin ku Hezretê Silêyman gava çav li melîke Belkisê kiribû evîndar bibû ne xwarin dixwar ne av vedixwar, bi kesî re nediaxivî, xwe ji gelê xwe sêsirandibû. Li piştra Xwedê ew kor kiribû. Silêmanê dunikil jê re got ya Silêyman jixwe min melîke Belkis ji bo te kişf kiribû, destûr bide ez herim ji te re Belkisê bixwazim.

Hezretê Silêyman destûr da, Silêymanê dunikil kolîyek kola reş û kola zer çîkolat û kulîlk hilda bi firê ket û çû ku Belkisê bixwaze. Silêymanê dunikil gava bi dîyarê koşka Belkisê ket, xwe berda jêr ku raweste lê bi feqê ket. Hezretê Silêyman li hêvîyê ma rojek du roj sê û çar roj lê silêymanê dunikil venegerîya. Hezretê Silêyman qertelê çavdûrbîn şand pê silêymanê dunikil ku ka çi pê hatîye. Qertel çûn ku silêymanê dunikil bi feqê ketîye, hildidin tînin cem hezretê Silêyman.
Hezretê Silêyman ji silêymanê dunikil re dibêje hey silêymanê dunikil! Tu ava ku 700-800 metre di binî erdê de ye dibînî! Te çawa feqa li rûyê erdê nedît te xwe bi feqê xist?!

Silêymanê dunikil dibêje ya Silêyman ma kî kor bibe?! Ku te çawa çav li Belkisê kir evîndar bûyî çavên te kor bûn, çavên min jî eynî wisa kor bûn!…

*Xwedê Teala kesî ❤️ kor neke înşellah. amîn 🙏🤷🏻‍♂️

Vebejêr Federal Gundî

Derbar Çand Name

Check Also

Pîrê û Rovî

Hebû tunebû pîrikek û rovîyek hebû. Pîrê her roj çêleka xwe didot û şîrê xwe …

Leave a Reply