Kirkît

Rizqê mala me di wî kirkît de bû.

Etika min bi wî kirkîtî xalî û balîf zexm dikirin û bavê min jî ew xalî û balîf difirotin, pê debara mala me dikir.

Bazara xalî û balîfan tune bû, lê yên bi firotina xalî û balîfan karê xwe dikirin pirr bûn.

Ew merivan dadiketin gundan, li kijan malê xalî û balîf hebûnaya, ewan dikirrîn, piştre bi karê xwe difirotin hinekên din.

Em werin çîroka vî kirkîtî.

Ew kirkit di havîna sala 1981an de hatibû kirrîn.

Etika min tamiyên xwe li Hemî Hesenî Îvê kiriye.

Wî jî li Meletiyê bi dehpênc (panzdeh) xêtan kiriye.

Kî dizane etika min bi wî kirkîtî çend xalî û balîf çêkirin.

Gava ku etika min ew kirkît da stendin, ez, du û sê salî bûm.

Ez wî kirkîtî rind dizanim.

Ez bi wî kirkîtî re mezin bûm.

Ez bi temenê xwe 41-42 salî me, kirkit jî 39-40 salî ye.

Di destpêka salên 1980an de hîn ceyran nehatibû gundê me.

Tê bîra min, etika min bi amojneya min ve di bin roniya çirayê de xalî û balîf çêdikirin.

Hîn sewta kirkît û pîj di guhên min de olan dide.

Şev bû, em di bin roniya çirayê de rûniştibûn.

Min rîtma ahenga tevnê kişf dikir, bi sewta pîj û kirkît re.

Yanî pîj û kirkît sitranê tevnê ji min re digotin, min jî guh dida wan.

Dikemilîn bi min re.

Piştre min di dilê xwe de dest bi kilamê Emê Hemî Ovê dikir.

Di salan 1990an de ez çûbûm dersxaneyê û dîsa etika min bi pîj û kirkîta xwe,

xalî û balîf dikirin û min jî ew li bajarê Semsûrê difirotin.

Bi pereyên wan taxsîtên dersxanê û pansîyonê dida.

Min gotibû rizqa me di kirkît de bû.

Yanî xwendin û nivîsandina min jî bi saya kirkit bû.

Eger ku niha ew kirkit nebûya sedema xwendina min,

belkî min niha ev nivîsar nenivîsandiya.

 

Faîk Ocal

Derbar Faik Öcal

ocalfaik@gmail.com

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply