Çîrok: ”Allerleîrauh”

Tacîz meseleyek girîng e û mixabin di nava civakê de jî pir diqewime. Ji bo em zarokên xwe biparêzin û wan hişyar bikin rasterast em nikarin ji wan re vê meseleyê vebêjin. Lê bi saya çîrokan meriv dikare bala zarokan bikşîne ser meseleya tacîzê û dîsa bi saya çîrokan meriv dikare zarokan hişyar bike.

Di nava çîrokên cîhanê de li ser meseleya tacîzê çîroka herî li pêş “Allerleîrauh” e. Ev çîrok ji aliyê Birayên Grîmm ve di sala 1812an de hatiye qeyd kirin. Ji bo 200 saliya çîrokê sala 2012an fîlmê wê jî hatiye kişandin.

Jina qral dikeve ber mirinê. Qral ji jina xwe re soz dide tenê jineke ku bi qasî wê bedew bibîne wê bizewice. Wext derbas dibe û jina qral dimire.

Qral li her derê welat digere lê bi qasî jina xwe jinek bedew nabîne. Di dawiyê de biryar dide wê bi keça xwe re bizewice. Di nava welatê wî de qîza herî bedew keça wî ye.

Dema vê biryarê dide keç û wezîrên wî şaş dimînin. Wezîr çiqasî li hemberî vê yekê derkevin jî nikarin biryara qral biguherînin.

Keça wî jî li hemberî vê yekê derdikeve lê tiştek ji destê wê naye. Keça wî ji bavê xwe çend şertan dixwaze: Bi qasî rengê tavê kirasek zêrîn, bi qasî rengê hîvê kiraseke zîvîn, bi qasî şewqa stêrkan kiraseke şewqîn û ji hemû heywanên welat paltoyekî çermîn dixwaze. Bi van xwestekên zehmet dixwaze ji bavê xwe xwe xilas bike.

Qral van xwestekan hemûyan pêk tîne û xelatên diyarî dide keça xwe û jêre dibêje: “Sibê daweta me ye”.

Keça wî şaş dimîne. Derengê şevê, kirasên xwe, gustîlkeke zêrîn, teşiyek zêrîn û çirkek zivîn amade dike. Paltoyê çermîn diavêje ser milê xwe û ji qesra bavê xwe direve. Dikeve nava daristanê û heta jê tê dûr diçe. Ji ber rê dibetile û li cihekî dikeve xewê.

Dema hişyar dibe li hemberî xwe prensekî dibîne. Welata her duyan cîranê hev in. Prenses ji prens dixwaze wê bi xwe re bibe û karekî bidye. Prens qebûl dike û wê bi xwe re dibin welat. Ji ber kirasê li ser navê “Allerleîrauh” lê dikin.

Keçikê didin ber destê aşpêş. Li wir karê paqijiyê dike.

Rojekê prens baloyekê dide. Kêf û şahî li qesrê dibe. Allerleîrauh dixwaza tevlî bibe. Ji aşpêş destûrê distîne. Diçe dest û rûyê xwe paqij dike û kirasê xwe yê zêrîn li xwe dike û tevlî baloyê dibe. Bi xweşikbûn û bi kirasê xwe bala herkesî dikşîne ser xwe lê bêtir bala prens dikşîne.

Prens pêre dans dike. Piştî dansê Allerleîrauh xwe ji destê prens xilas dike. Zûzûka diçe kirasê xwe diguherîne û yên kevin li xwe dike. Dest û rûyê xwe tenî dike û tê ba aşpêj.

Allerleîrauh ji bo prens şorbeyê çê dike û gustîlka xwe ya zêrîn diavêjê nava zerikê. Dema şorbeyê vedixwê di binî de leqayî gustîlka zêrîn tê  prens gazî Allerleîrauh dike. Jê pirs dike lê Allerleîrauh her tiştî înkar dike.

Êvara duduyan jî balo çê dibe. Allerleîrauh vê carê bi kirasê zîvîn tevlî baloyê dibe û bi prens re dans dike û paşî xwe ji destê prens xilas dike. Cilê xwe diguherîne û şorba prens amade dike. Piştre jî teşiya biçûk a  zêrîn dixe nava şorbê. Prens dema şorbeyê vedixwê di binî de leqayî teşiya zêrîn tê û gazî Allerleîrauh dike. Jê pirs dike lê Allerleîrauh her tiştî înkar dike.

Êvara sisêyan jî balo çê dibe.Allerleîrauh vê carê bi kirasê şewqîn tevlî baloyê dibe û bi prens re dans dike. Lê vê carê pir wext derbas dike. Xwe bi kotekî ji destê prens xilas dike. Prens bi dizîka gustîlka zêrîn a di nava şorbeyê de dîtî dixe têliya Allerleîrauhê.

Allerleîrauh wext nabîne ku kirasê xwe biguherîne. Hema kirasê çermîn diavêje ser kirasê şewqîn. Teniyê li dest û rûyê xwe dide û zûzûka diçe şorba prens çêdike û çirka xwe diavêje nava şorbê.

Prens dîsa gazî  Allerleîrauh dike. Lê vê carê li têliya wê dinêre û gustîlka zêrîn dibîne. Allerleîrauh dixwaze xwe ji nava destê prens rizgar bike. Kirasê çermîn ji laşê wê dikeve xwarê, pora wê ya zêrîn û kirasê wê yê şewqîn derdikeve meydan. Prens teklîfa zewacê li prensesê dike û prenses Allerleîrauh vê qebûl dike. Her du bi hev re dizewicin û jiyanek xweş dijîn.

 

Berhevkar: Mela Mihyedîn

Derbar Mihyedîn Nahrîn

Check Also

MIROV Û DAD

Peyva dad di jiyana mirovan de mafê hempare. Jiyana gerdûnî pirî bi hêst û şaney …

Leave a Reply