Tag Archives: Sernivîs

Sibat, 2024

  • 21 Sibat

    Zimanê Dayîkê

    Roja Zimanê Dayîkê bi coş û kelecan di hemû dinyayê de her sal di 21ê Sibatê de tê pîrozkirin. Divê em Kurd, ji ber ku balê bikişînin ser girîngîya zimanê dayîkê pîrozbahîyên vê rojê xurt bikin. Di hemû qadên jîyanê de zimanê xwe bikarbînin û zindîtî û dewlemendîya zimanê xwe berdewambikin. Ziman mora kesayeta netewan e. Xênjî zimanê dayîkê, netew …

  • 20 Sibat

    ‘Evdillah

    Hê ku hişê te tîne Ji xwe bipirsîne Bêje, ez kî me? Kî, ez şandime? Li dunyayê bona çi me? Bona ku bikaribim bijîm, Ji her çi re, hewce me Yek ji wan, ne ê min e Gelo, kî vî rizqî, ji min re dişîne! Hê ku çavên te dibîne Huner û neqşan bibîne Hê ku, guhên te dibihizîne Guh …

  • 20 Sibat

    Peydabûna navê “kurd”

    Ji belgeyên nivîskî yên kevnare diyar e ku peydabûna navê kurdan vedigere serdemên berî zayînê; di serdema sumerî de (3000 BZ) şopa herî pêşîn a kurdan li ser gilnivîsekê hatiye dîtin ku navê Kurdistanê wekî “welatê karda/qarda” derbas dibe û şûnwara wî welatî jî wekî başûrê gola Wanê hatiye destnîşankirin. Di serdema aşûrî de jî navê kurdan wekî “gordî/qurtî” derbas …

  • 19 Sibat

    Dîk û Rovî

      Wek qijo, dîk jî carek Rabû ser şaxê darek Ji rewşê dibû diyar Ne ferx e ew extiyar Bang didan bi kubarî Ka qirikê çi karî Rovî çawa dengê dîk Seh kir xwe gihand nêzîk Dilşad û bi lezgînî Got: Birako mizgînî Li hev hatin ajal tev Êdî ne hewce ye rev Ez sûnd dixwim bi îman Xirab nabe …

  • 19 Sibat

    Gehînke

    Gehînkeya demarî, demaregehînke an jî gehînke.            Gehînke (bi îngilîzî: Synapse) pêkhateya taybet a demarekoendamê ye ji bo guhaztina ragîhandinan, ji demarexaneyek ber bi demarexaneya din, an jî xaneyek din. Ango xala ko du an jî zêdetir demarexane digihêjin hev wekî gehînkeya demarî tê navkirin. Pêkhate            Gelemperiyê xala gehînkeya demarî, ji beşên xaneya pêşgehînke, …

  • 18 Sibat

    Fermana Kuştina Şihabedînê Suhrewerdîyê Feylesofê Kurd

    Suhrewerdî demekê derketiye geşt û gerên dûr û dirêj, di wê navberê de li Îranê, Diyarbekir û Enedolê rêwitiyê kiriye û di dawiyê de li Sûrî, xwe gihandiye bajarê Helebê. Heleb wê demê di bin serweriya Zahîrê kurê Selahedînê Eyûbî (Sâlah ad-Din al-Eyyûbî) de bû. Zahîr, bi xweşî pêşwaziya wî kir û jê xwest ku beşdarê civînên ilmî bibe. Bi …

  • 18 Sibat

    Behsê Dua – Mela Mehmedê Nêribî

    Behsê Dua – Mela Mehmedê Nêribî ʿEmrê ma şîyw ya Rebî ma mirenî Ma ko bar kî ma ha ver bi to yenî Mergê ma nuzdî w’ ha nîw’ pey goşê ma Her gûmi înko benû ki bimrî ma ʿEmro fanî pîrû şîyw sey laserî Ma bîy şaşû, ma nîşay war bî de rî ʿEmr û xortey pîrû şîy pey …

  • 18 Sibat

    Ji Pirtûka Gulîstanê

    Derwêşekî ku duayê wî qebûl dibû li Bexdayê hebû. Heccacê Zalim jê agahdar kirin, Heccac ew vexwend û got: “Duayekî xêrê ji min re bike!” Got: “Xweda, ruhê te bistîne!” Heccac got: “Ji bo Xwedê ev çi dua ye?” Got: “Ev hem ji te re, hem jî ji hemî misilmanan re duayekî xêrê ye.” Ey serdestê ku bindesta diêşîne Ev …

  • 18 Sibat

    Eskerê Boyîk: “Civakê rewșenbîrê xwe nas dikir û, qedrê rewșenbîriyê-xwendevana li nav xelkên me da zêde bû”

    Lokman Polat – Pirs : 1 – Birêz Eskerê Boyik ji kerema xwe, tu dikarî xwe bi xwendevanan bidî nasîn? Eskerê Boyîk-bersiv: Sala 1941 ê, 22 ê meha hezîranê, dema herba cihanî ya duyemîn, di navbera Almaniyayê û welatê Sovêtê da jî șer destpê dibe, du meh șûnda, 31 ê meha tebaxê ez tême dine. Wê demê bavê min dibine …

  • 18 Sibat

    Hin tiştên derbarê Şêx Seîd û serhildanê de nayên zanîn!

    Yên rastiya Başûrê Kurdistanê baş nizanin nikarin bigihîjin vê qenaetê. Di dema îroyîn de, ji Kerkûkê bigre heta Hewlêrê ji wir jî heta Mûsilê şerîdeke Tirkmenî heye ku bi kêmanî 500 hezar Tirkmen li xwe digre. Heger Tirk li wîlayeta Mûsil û Başûrê Kurdistanê mabûna, bi kêmanî dibûn du yan jî sê milyon kes ku hejmara kurdan jî pir kêmtir …