
Ji xwe bipirsîne
Bêje, ez kî me?
Kî, ez şandime?
Li dunyayê bona çi me?
Bona ku bikaribim bijîm,
Ji her çi re, hewce me
Yek ji wan, ne ê min e
Gelo, kî vî rizqî, ji min re dişîne!
Hê ku çavên te dibîne
Huner û neqşan bibîne
Hê ku, guhên te dibihizîne
Guh bide peyama Xaliqê xwe
Hê ku pişt û çokên te digre
Secde bike, ji Xaliqê xwe re
Dibe ku nexweşiyek bi te bigre
Tu bixwazî bikî, lê hêza te nemîne
Li ser rûyê ‘erdê bigere
Bermayên pêşiyan bibîne
Ka ji xêncî çend xirabeya
Li pey xwe çi hîştine!
Emîrşah Kahraman
11.02.2024/ÎZMÎR
Gotara berê: Peydabûna navê “kurd”
Gotara piştî: Zimanê Dayîkê
Gotarên Têkildar
Kurteya Romana ”Hinara Dawî ya Dinyayê” ya Bextîyar Elî
Giringiya edebiyatê di struktura netewî de tiştekî zêde zêde mezin e

